XARPÊT - Berdana Salih Erdemê ku 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin.
Salih Erdemê ku di sala 1995'an de li navçeya Hezex a Şirnexê hat binçavkirin û cezayê muebedê lê hat birin, berdana wî cara duyan hat taloqkirin.
Berdana Erdemê ku di Girtîgeha Hejmar 2 a Xarpêtê de 6 meh berê bi hinceta "ferzkirina poşmanîtiyê" qebûl nekiriye, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve hat taloqkirin. Erdem, îro cara duyan derket pêşberî lijneyê. Ji malbata Erdemê ku ji bo pêşwazîkirinê ji Şirnexê çû girtîgehê hat gotin ku berdana wî hatiye taloqkirin. Sedema taloqkirina berdanê û dema wê de tu agahî bi malbatê re nehatin parvekirin. Malbatê bertek nîşanî vê rewşa kêfî da.