Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike

  • jin
  • 09:03 10 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya ku têkildarî Komcivîna Stareyên Jinê û Piştevaniya/Navendên Piştevaniyê axivî, wiha got: "Em ê pratîkeke têkoşînê ya li ser esasê xweparastin û çalak û bihêz derxînin holê." 
 
Dê Komcivîna Stareyên Jinê û Piştevaniya/Navendên Piştevaniyê ya 25'an di navbera 12-14'ê mijdarê de li Amedê bê lidarxistin. Komcivîn, dê bi hevkariya Komeleya Jinê ya Rosayê û Weqfa Mor Çatiyê bê lidarxistin. Akademîsyen, rêxistinên jinan û aktîvîst jî di nav de tê payin nêzî 350 jin tev li komcivînê bibin. Di komcivînê de dê mijarên wekî malbat, destdirêjî û destavêtinan, sûcên li hemberî zarokan, xwegihandina edaletê hwd. dê bên nîqaşkirin. Komcivîn dê li navçeya Sûrê li Green Park Otêlê bê lidarxistin.  
 
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya têkildarî Komcivîna Stareyên Jinê û Piştevaniya/Navendên Piştevaniyê axivî. 
 
Kaya, anî ziman ku dê piştevaniya li hemberî tahdeyê û rêxistinbûyîna jinan xurt bikin. Kaya, bibîr xist ku ev komcivîn bi salan e tê lidarxistin û ev tiştê gotin: "Herî dawî di sala 2005'an de li Amedê hatibû lidarxistin. Piştî vê pêvajoyê em gelek caran bi wehûnana re rû bi rû man, paşê Rewşa Awarte û pêvajoyên cur bi cur. Piştî vê pêvajoya dûr û dirêj, komcivîn dê careke din li Amedê bê lidarxistin. Ev, dê hem hêzê li hêza me bar bike, hem jî têkoşînê ji nû ve hejîne."
 
SERNAVÊ SEREKE: MALBAT
 
Bi domdarî Kaya diyar kir ku nêzî 6 meh in amadekariyên komcivînê dikin û ji bo naveroka komcivînê ev tişt gotin: "Îsal me xwest em malovaniyê bikin. Û di komcivîna navîn de biryar li vê yekê hat dayîn. Nêzî 6 mehan me û pêkhateyên xwe nîqaş kir ku em ê li ser çi biaxivin û divê em kîjan mijaran daxilê rojeva xwe bikin. Dê pêkhateyên li dijî tahdeyê li hemberî jinê têdikoşin, şêwirmendiyê ji jinan re dikin û di warê straeyan de xizmetê dikin û xebatkarên navendên şêwirmendiyê tev li komcivînê bibin. Anku em ê bi helwesteke ku me bihêz dike û pêşve dibe komcivînê li dar bixin. Îsal sernavê me yê sereke malbat e. Polîtîkayên malbatê yên dewletê, di warê têkoşîna li dijî zilaman de zor û zehmetiyan dide der û têkoşînê asteng dike. Em ê vê yekê bidin ber nîqaşê. Dê akademîsyen û aktîvîstên jin ên di vî warî de li qadê xebitîne biaxivin. Her wiha rêxistinên jinan jî dê bi hin atolyeyan van xebatan xurttir bikin. Komcivîna me dê sê rojan dewam bike. Di komcivînê de dê mijarên wekî malbat, destdirêjî û destavêtina, sûcên li hemberî zarokan, xwegihandina edaletê hwd. dê bên nîqaşkirin. Em ê nîqaş bikin ku em ê çawa ji heq van tiştan derkevin û em ê rêbazên têkoşînê jî nîqaş bikin. Çarçoveya giştî bi vî rengî ye."
 
ARMANC: TÊKOŞÎNEKE HEVPAR Û BIHÊZ E
 
Di berdewamê de Kaya ev tişt anî ziman: "A girîng xurtkirina piştevaniyê ye. Niha em li ser polîtîkayên malbatê diaxivin, lê piştî wextekê em ê li ser polîtîkayên şer biaxivin. Anku polîtîkayên cur bi cur ên desthilatê hene. Ev hemû jî li hemberî jinan û zarokan wekî tahdeyê xwe ji nû ve hildiberînin. Li hemberî vê hilberandina jinûve em dikarin tiştekî hevpar a çawa hilberînin û piştevaniyê çawa bihêz bikin? A girîng ev e, ji lew re ev êriş dê tu carî neqedin. Divê vê mînîmalîze bikin. Mixabin rolên zayendî yên civakî, pêkhateyên baviksalarî û têkiliyên wan hê jî didomin. Hêmanên nêrza hemû xwe ji nû ve hildiberînin. Polîtîka jî wan xurt dikin. Lewma li hemberî vê piştevanî hinekî sivik dimîne. Nexwe em ê têkoşîneke hîn xurttir çawa birêxistin bikin? Divê pratîkeke têkoşînê ya li ser asasê xweparastinê û pratîkeke çalak û bihêz derkeve holê. Em hêvî dikin ku di danezana encamê ya vê komcivînê de jî pratîka vê têkoşînê derkeve holê."
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

13/11/2022
09:02 Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin
09:01 Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî hatin sirgûnkirin
12/11/2022
22:50 Li Qilebanê qamyon wergeriya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
20:53 Li dibistanekê nivîsên nijadperest: An bi tirkî biaxive an jî hiş be!
19:53 Sancar: Ne dîwar, em dixwazin di navbera gelan de piran ava bikin
17:27 Li ser sînorê Rojhilat starta 25’ê Mijdarê hate dayîn: Jin jiyan azadî
17:14 Edîp Solmaz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:36 Kurdistanî û dostên xwe li Dusseldorfê li dijî çekên kîmyewî dimeşin
16:24 Hevşaredar Dîken a qeyûm tayînî şûna wê kirin: Vîna gelê kurd dê ser bikeve
16:10 Li Botanê jinan starta 25’ê Mjdarê dan: Em ê bi ser bikevin
15:39 Ji bo girtiya nexweş Ozge Ozbek banga berdanê hat kirin
15:34 ÎHD: Ozdemîr ê 4 caran krîza dil derbas kir bila bê berdan
15:02 Li Qereyaziyê bi hezaran kes civiyan: Rêya me ya sêyemîn heye
14:51 Ji bo girtiyê nexweş Mesût Hayrî Boku banga berdanê hate kirin
14:33 Aqûbeta Alî Tekdag û Ahmet Yetîşen ên hatin windakirin hate pirsîn
14:12 29 sal in xeber ji Uzeyîr Kurt nayê girtin
13:49 Mîthat Sancar serdana esnafên Merdînê kir
13:36 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
13:34 Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî kampanyayek da destpêkirin
12:18 Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir
12:13 Li Amedê li OSB’ê teqîn çêbû: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
11:32 Li Agirî û Îdirê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin
11:31 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 614’emîn de ye
10:42 Derbarê şofêrê qezaya Dîlokê de doz hat vekirin
10:10 Karabûdak: AKP çi bike bila bike nikare ji elewiyan deng bigire
09:26 Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
09:03 Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin
09:02 Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê
09:02 Tenduristiya girtî Mûtlû yê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xirab dibe
09:02 283 zarok hatibûn qetilkirin: Roja reş a Amûdê
09:01 Hejmara 6’an a kovara Destarê derket
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'YAN
11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin