Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin

  • rojane
  • 14:55 21 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin. 
 
Bi boneya Cejna Remezanê, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin. Li ser goran soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.  
 
Bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ên li Goristana Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê hatin ziyaretkirin. Serdan, bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) hate kirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Riza Karaman, Kamîle Kandal, Berfîn Polat û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger, Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAT), Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl di serdanê de cih girtin. 
 
Ziyaretvan ji ewil li pêşiya Weqfa Perwerde û Çandê ya Gaziyê (CEMEVÎ) hatin ba hev. Ev der, ji saetên serê sibehê ve ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Ziyaretvanan li vir cejna hev pîroz kir û piştre jî ber bi Goristana Gaziyê ve meşiyan. Tevî astengkirinên polîsan jî komê dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin û bi çepikan heta goristanê meşiyan. Li goristanê ji ewil bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî axaftin hatin kirin. 
 
'EM JI BO KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE DEYNDAR IN’
 
Di serdanê de ji ewil Hevberdevka Partiya Çepê Kesk a Sûltangaziyê Zubeyde Înce axivî û ev tişt anî ziman: “Em, kesên ji bo rûmeta mirovahiyê canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Welatê me veguherandine girtîgehê. Hêvîdarim ku ev dorpêça li Taxa Gaziyê bibe dorpêça dawî. Ev hilbijartin dê dawiya kesên hiqûq binpê kirin bîne. Berxwedan jiyane.” 
 
Piştre jî namzeta parlamenteriyê Kamîle Kandal axivî û wiha got: “Ez, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Em soz didin wan ku dê têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê bidomînin. Di mijara domandina vê dozê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Divê hemû kes xwe li gorî vê berpirsyartiyê amade bike.” 
 
ÊDÎ DEMA GOTINA ‘BES E’ HATIYE
 
Ji namzetên parlamenteriyê Berfîn Polat jî destnîşan kir ku wan sond xwariye ku dê mîrasa şehîdên şoreşê her tim bidin jiyîn û têkoşîna wan bidomînin.  
 
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Riza Karaman axivî û wiha derbirî: “Em vê pergala zordest ji komkujiyên Koçgirî, Dêrsim û Agiriyê nas dikin. Ev pergal, dijminê kurd û elewiyan e. Li dijî vê pergalê kesên bindest neçarin ku bên ba hev û bi hev re li ber xwe bidin. Dema hatiye ku em êdî ji van komên rantxwi û çete re bibêjin ‘êdî bes e.’”
 
Piştî axaftinan jî Pîrê Elewiyan Îbrahîm Erdogan Gulbang xwend. Piştre jî helbestên berxwedanê hatin xwendin û beşdaran qurnefîl danîn ser goran. 
 
ŞIRNEX 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê çûn serdana goristanan. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî di nav de, gelek kes çûn serdana goristana bajar. Piştî serdana goristanê jî şandeyê cejna welatiyan pîroz kir. 
 
Her wiha dê HDP û Partiya Çepên Kesk du rojan li bajar serdanên cejnê bike. Di heman demê de Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li navçeyên Silopiya û Hezexê jî goristan ziyaret kirin û piştre jî li avahiyên navçeyan cejnên welatiyan pîroz kirin. 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê jî çûn serdana gorên kesên di dema qedexeyên derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û gelek kes tev li serdanan bûn. Di serdanên goristanên Bajêrge, Taxa Roman û Goristana Asrî ya li Serê Solan de beşdaran lidua kirin. 
 

Sernavên din

27/04/2023
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin