ŞIRNEX - Burak Ercan ê ku li navçeya Cizîrê li gelek zarokan tacîza zayendî kiribû di Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de hat beraetkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, bertek li dijî beraetê nîşan dan û peyama têkoşîna li dijî polîtîkayên bêcezakirinê dan.
Cîgirê Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Anadoluyê ya Cizîr a Şirnexê Burak Ercan ê ku li navçeya Cizîr a Şirnexê ji ber tacîza zayendî ya li dijî gelek zarokan dihat darizandin û piştî betalbûna cezayê wî, hatibû beraetkirin. Têkildarî beraetkirina wî daxuyanî hat lidarxistin.
Gelek kes beşdarî daxuyaniya ku ji aliyê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ve li pêşberê avahiya edliyê ya ku ji aliyê sedan polîsan ve hatibû dorpêçkirin, hat lidarxistin. Di daxuyaniya ku pankarta “Zarokên mafên wan hatine parastin, cîhaneke bironahî biafirîne” hat hilgirtin de Hevserokê Egîtîm Sen a Şirnexê Adnan Şenbayram, axivî. Şenbayram bal kişand ser tevdîrên polîsan û ev tişt got: “Van tevdîran ji bo zarokan bigrin. Me Nobeda Edaletê girt. Burak Ercan bi bêcezakirinê ve hat xelatkirin. Em ê bibin şopdarên vê dozê.”
Piştre Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik axîvî û bibîr xist ku 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê ye û li dijî biryara beraetê bertek nîşan da. Piştre li ser navê baroyê endama Komîsyona Mafê Zarokan a Baroyê Kader Guvenê xwend.
‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN DOZÊ’
Endama MYK a KESK’ê Done Gevherê ev tişt got: “Em bi hevre di hefteya 25’ê Mijdarê de dibin şahid ku dara mêr sûc piştguh dike. Zarok û jin ne di ewlehiyê de ne. Em ê polîtîkayên ku jin û zarokan tune dihesibîne biguehrînin. Em ê heta dawiyê bibin şopdarên dozê.”
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, bal kişand ser bêcezakirina dosyayên ku faîl wezîfedarên ewlehiyê û saziyên cemwerî ne û got: “Lêpirsînek bibandor nehat kirin. Darazeke ji rêzê bû. Bi biryara beraetê ve xemsariya dadgehê careke din derket holê. Em ê vê biryarê qebûl enkin. Divê her kes li dijî vê nerazîbûna xwe nîşan bide. Em polîtîkayên bêcezakirinê qebûl nakin.”
PEYAMA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê li dijî bêcezakirinê bertek nîşan da û peyama xurtkirina têkoşînê ya li dijî sûcên zarok û jinan da.
Daxuaynî, bi dirûşma “ne edaleta mêr, edaleta rast” ve bidawî bû.
