Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin

  • jin
  • 09:06 23 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li Botanê jin ji bo mitînga jinan seferber bûne û bênavber xebatan didin meşandin. Aktivîsta TJA'yê Guler Tûnç, diyar kir ku ji bo bidawîkirina dewleta mêrperest divê ku jin di qada mitîngê de cihê xwe bigirin. 
 
Li herêma Botanê Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe bênavber didomîne. Li Botanê ku xebatên hilbijartinê rastî eleqe û coşeke mezin tên, gel bi biryare ku di 14'ê Gulanê de her 4 namzetên Partiya Çepên Kesk bişîne Meclisê. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li qada Newrozê bi dirûşmeya, "Dîsa Jin, Dîsa Jiyan" mitîng bê li dar xistin. Jinên Botanê ku li her navçe, tax û gundan xebatên xwe didin meşandin, banga tevlîbûna mitîngê dikin. Jinên Botanê ku îsal rastî her cûreyê polîtîkayên şerê taybet û êrîşan hatine dê di vê mitîngê de hem hesaba her jineke ku hatiye qetilkirin û hem jî ji desthilata ku her deskeftiyê jinan tune dike hesab bipirse. Der barê naveroka mitînga jinan de Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tûnç axivî. 
 
XEBATÊN HILBIJARTINÊ BI PÊŞENGIYA JINAN TÊN MEŞANDIN
 
Tûnç, diyar kir ku li Botanê xebatên hilbijartinê bi pêşengiya jinan tên meşandin û wiha axivî: "Di pêşiya me de hilbijartineke girîng heye. Di çarçoveya vê hilbijartinê de dê li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê mitîngên jinan bên li dar xistin. HDP'ê biryar da ku bi Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê. Partiya Çepên Kesk jî li ser felsefe, paradîgmaya jinan û ciwanan hatiye avakirin. Dema ku me HDP'e avakirî herkesê dizanî ku li ser felsefeya jinan hatiye avakirin. Êdî HDP bibû partiya jinan. Gelek jinên parlementer di partiyê de cihê xwe girtin. Partiya Çepên Kesk jî bi rengê binevşî dikeve hilbijartinê. Li Botanê jî xebatên hilbijartinê me dane destpêkirin heta niha pêşengiya van xebatan jin dikin. Ev xebat bi kedeke gelek mezin tên meşandin."
 
'ÇARENÛSA HILBIJARTINÊ DÊ JIN DIYAR BIKIN'
 
Tûnç, bi lêv kir ku ev hilbijartin herî zêde ji jinan re girîng e û got: "Ev hilbijartin ji bo guhertinê bi taybetî ji me jinan re firsendeke. Ji ber wê em ji vê hilbijartinê re dibêjin hilbijartina dîrokî. Em dixwazin ku di vê hilbijartinê de desthilata AKP'ê û MHP'ê ji holê rabikin. Di van 20 salên desthilatdariyê de jinan ji AKP'ê gelek kişandin. Gelek jin rastî tundiyê hatin û gelek jin hatin qetilkirin. Em jin hedef hatin nişandin û deskeftiyên di encama tekoşîneke mezin de hatine bi dest xistin ji holê rakirin. Ji ber wê kesên ku çarenûsa vê hilbijartinê diyar bike em jin in. Em jin ji xwe bi bawerin û hêvî jî em in."
 
JI JINÊN BOTANÊ RE BANG
 
Tûnç, di berdewama axaftina xwe de got ku amadekariyên wan ê mitîngê bênavber didomin û ev bang kir: "Di 24'ê nîsanê de bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û partiyên Kurdistanî mitîngek bê lidarxistin. Mitînga me dê di seat 13.00'an de bê destpêkirin. Bi pêşengiya jinan ev heftiyeke xebatên me li her kolan, tax û navçeyeke me didome. Di hêla teknikî de jî amadekariyên me ber bi xelasbûnê ne. Niha kêmasiyek nema ye. Bangawaziya me ji jinên Botanê heye ku bên em bi hev re li dijî vê desthilata zilmkar dengê xwe bilind bikin da ku biçe. Werin em bi hev re dengê jinan bilind bikin û qadan bi rengê jinê bixemilînin." 
 
 

Sernavên din

27/04/2023
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin