Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe

  • rojane
  • 09:28 30 Nîsan 2023
  • |
img
WAN - Xelkê Wanê diyar kir ku dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha gotin: “Desthilata AKP’ê êdî asê bûye, dê vê carê teqez têk biçe.” 
  
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê çendek roj mane û kelecana gel jî roj bi roj zêdetir dibe. Têkildarî mijarê em bi xelkê bajarê Wanê re axivîn. Xelkê bajar dibêje ku ew li gel guherînê ne û dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
GUHERÎN ŞERT E 
 
Welatiyê bi navê Selahattîn Gunbaş diyar kir ku dê di hilbijartina parlamenteriyê de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û di ya serokkomariyê de jî bide Kemal Kiliçdaroglû. Gunbaş, wiha domand: “Ez li gel guherînê me. Ez zarokan ji nexweşxaneyê tînim, her dermanek bûye 350 TL. Li vî welatî tu tiştek nema ku nefirotibin. Di demên berê de min dengê xwe dida AKP’ê lê ez ê niha ji bo pêşeroja zarokên xwe û ji bo guherînê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Guherîn, şert e.” 
 
Ji welatiyan Fulya Gunduz ku dê cara ewil dengê xwe bide jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Em halê Tirkiyeyê dibînin. Em nikarin bi awayekî azad biaxivin û nizanin dê çi bi serê me bê. Rewşa aboriyê nebaş e. Em ji bo welêt pêşerojekê nabînin. Êdî em naxwazin li vir bixwînin jî. Ji ber ku tiştekî bi navê perwerdeyê nema.” 
 
‘ASÊ BÛNE Û DÊ TÊK BIÇIN’
 
Welatiyê bi navê Şukru Kiziltaş jî got ku dê her tim piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk û sedema wê wiha vegot: “Ev 20 sal in AKP tenê zilmê diafirîne. Ez dixwazim êdî ev zilm bi dawî bibe. Îşala em ê di van hilbijartinan de vê îktîdarê têk bibin. Hêj 3 roj berê zêdetirî 200 kes binçav kirin. Heta sedema binçavkirina wan jî nayê zanîn. Ev kes kurd bûn lewma hatin binçavkirin. Heke kurdan bigota ku dê dengê xwe bidin wan, dê bidaniyan ser serê xwe. Anku ji ber nedayîna dengan hatin binçavkirin. Dibêjin ‘teror’ lê terora herî mezin ew bi xwe ne. Binêrin, dema destê wan tengav bû yekser bi Abdullah Ocalan û hemû kurdan re hevdîtinan dikin. Lê vê carê asê bûne û dê têk biçin.” 
 
‘HETA ZIMANÊ ME JÎ QEDEXE YE’
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Haci Koç jî anî ziman ku desthilatdarî her tim li ser nasnameya misilmantiyê siyasetê dike û wiha pê de çû: “Li dijî kurdan nîjadperestiyê dike. Nîjadperestî heram e û dînê îslamê vê dibêje. Zimanê me kurdan li hemû dewletan qedexe ye lê tenê li welatên misilmanan qedexe ye. Çima? Înkarkirina gelekî û zimanê wan kufirî ye. Em dixwazin her kes bi mafên xwe bijî. Em vê daxuyaniyê jî di bin dorpêça bi hezaran polîsan de dikin. Em van qedexeyan qebûl nakin. Lewma kurd bibêjin dengê xwe bidin kê ez ê dengê xwe bidin wan. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk.” 
 
DESTHILATÊ TU PÊŞEROJ BO CIWANAN NEHIŞT
 
Ciwanê bi navê Îpek Bayram jî got ku ji ber pirsgirêkên li Tirkiyeyê tu pêşeroj ji ciwanan re nehatiye hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe krîza aborî roj bi roj girantir dibe û her roj zeman dikin. Em xwendekarin lê nikarin bixwînin. Dema dixwazin tiştekî bikirin, nikarin bikirin. Li dijî van qewimînan, em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.” Welatiya bi navê Şeyma Maral jî diyar kir ku dê di hilbijartina parlamenteriyê de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û di ya serokkomariyê de jî bide Kiliçdaroglû. Suleyman Babat jî anî ziman ku dê piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk û wiha dom kir: “Em nikarin pênc qirûşan bidin zarokên xwe lê ew ji zarokên xwe re keştiyan dikirin û holdîngan vedikin. Lewma em dengê xwe nadin desthilatdariyê. Em dixwazin desthilat biguhere ji ber ku bi navê hiqûqê tu tiştek nema ye. Dê bi temamî biçin.” 
 
'BILA GOTINÊN XWE BAŞ BIFIKIRIN Û PIŞTRE BIKIN’
 
Zahîr Agdar jî got ku dê dengên xwe li dijî desthilatê bi kar bînin û wiha derbirî: “Em nikarin bo zarokên xwe du nanan bikirin. Marûl bûye 20 TL. Lewma ez ê di hilbijratina parlamenteriyê de dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Dê di hilbijartina serokkomariyê de jî li dijî Erdogan, dengê xwe bidim Kiliçdaroglû.” 
 
Derheqê mijarê de Necmettîn Baran jî bi lêv kir ku meclis meclisa gel e lê desthilat parlamenteran weke “terorîst” pênase dike û wiha got: “Bila tu kes nebêje me ‘terorîst.’ Em ne terorîst in, em mirov in. Min diavêje zindanan, min dikuje. Ew meclis, meclisa kurdan, ya tirkan û ya her kesî ye. Divê di hilbijartinê de her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û wisa dengê xwe bide.” 
 
HILBIJÊRÊN NÛ DENGÊ XWE DIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK 
 
Bîlal Teber jî anî ziman ku desthilata AKP’ê di nava 20 salan de texrîbateke mezin afirandiye û wiha derbirî: “Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk ku bi salan e di girtîgehan de ne, tên binçavkirin, girtin û malên wan tên şewitandin. Em ê vê desthilatê têk bibin.” Kerem Îke jî got ku xelk di nava perîşaniyeke mezin de ye û dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Ji ciwanan Îbrahîm Yurdugîl, Mîkaîl Faîk, Tuncer Bîçer, Ayaz Argu, Îbrahîm Aslan, Tayfun Yildirim û Ozgur Dînçer ku dê cara ewil dengê xwe bidin jî diyar kirin ku dê ji bo pêşeroja xwe dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

04/05/2023
11:14 Nas: Gotinên darbeyê yên desthilatê li xwe mikur hatina windakirinê ye
11:12 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ‘bibe muşahid’ kir
11:11 Ji Halîse Aksoy peyam: Serî li ber van netewînin
10:18 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêrên dûr ên Hatayê bibe ser sindoqan
10:17 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu hate girtin
10:00 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
09:57 Akademîsyenê îtalî Forgia: Tecrîd weke şantajê tê bikaranîn
09:56 Xwendekarên zanîngehê: Ji bo jiyanek adil û azad em ê ji Çepên Kesk re bêjin ‘ERÊ’
09:55 Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e
09:54 Îstinafê biryara walî-qeyûm xera kir, xwest der barê Gurbuz de lêpirsîn bê kirin
09:01 Partiya Çepên Kesk dê hilbijêran veguhêze ser sindoqan
09:00 Şêniyên Westanê: Em ê bi dehfdanekî Erdogan bişînin
09:00 Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2023'YAN
03/05/2023
23:59 Namzetê Partiya Çepên Kesk Koyûn hat girtin
19:57 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin
19:12 Endamê Partiya Çepên Kesk ku di êrişa nijadperest de birîndar bû, hat girtin
18:17 Soylû sûc xist stuyê Erdogan
18:00 Li Denîzliyê hevdîtina bi gel re: Tirsê xwe li qesrê girtiye, oxir be Erdogan
17:33 Navçe bi navçe û gund bi gund xebatên hilbijartinê
17:01 Ozturk: Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina jiyana bi rûmet e
16:39 Komeleya Dema Jinan: Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin
16:33 Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere