Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be

ÎDIR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Îdirê di mitîngê de axivî û wiha got: “Roj ne roja ji hev xeyîdînê, dilmayîn û rûniştina li malê ye. Roj roja têkbirina faşîzmê ye. Li Îdirê dê demokrasî 2, faşîzm jî 0 be.” 

 
Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna dehhezaran kesan li Îdirê mitîng li dar xist. Mitîng, li qada şaredariyê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan tev li bû. Welatiyên ku di saetên serê sibehê de hatin, bi flamayên Partiya Çepên Kesk ji sê noqteyên lêgerînê ketin qada mitîngê. Tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan hebû û girseyê li ber stranan govend gerandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, namzetên parlamenteriyê û berdevkên Partiya Çepên Kesk gel silav kirin. Demekî kin berê di vekirina bûroya hilbijartinê ya MHP’ê de çendek kesan dirûşma “Deşta Îdirê mala ulkuperestan e” berz dikirin. Li dijî vê dirûşmê, bi hezaran ciwanên Partiya Çepên Kesk jî bi dirûşma “Deşta Îdirê mala Apoyiyan e” berz kirin. 
 
‘EM Ê BI FELSEFEYA JIN, JIYAN, AZADÎ BIÇIN SER SINDOQAN’ 
 
Piştre jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Neslîhan Şedal axivî û wiha got: “Ev pergala qirêjî dê bi pêşengtiya jinan were guherandin. Em, polîtîkayên qirêjî yên di şexsê jinan de xistine meriyetê şermezar dikin. Di encama polîtîkayên şerê taybet de bi sedan jin hatin qetilkirin. Ji Dayika Taybet heta Îpek Er û Gulistan Doku, bi sedan jin hatin qetilkirin. Her wiha Sara, Nagihan Akarsel, Hevrîn Xelef, Jîna Emînî û Evîn Goyî ku li dijî vê pergala qirêjî têdikoşiyan, di encama van polîtîkayan de hatin qetilkirin. Ev hilbijartin ji bo jinên kurd hilbijartineke jirêzê nîne. Ji bo me dem dema hesabpirsînê ye. Em ê hesaba hilweşîna ekolojiyê, şerê taybet û tecrîda li Îmraliyê bipirsin. Em ê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ biçin ser sindoqan û jiyaneke azad û demokratîk ava bikin.” 
 
‘EM Ê BI JINAN RE BIGUHERÎNIN’
 
Piştre jî namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Aysel Aras axivî û ev tişt anî ziman: “Bi pêşengtiya me jinan jiyaneke nû tê avakirin. Tevlibûna jinan a siyasî û di gelek mijarên din ên weke aborî û hwd. de divê wekhevî hebe. Mafên jinan, berpirsyartiya her kesî ye. Hikûmeta heyî tevahiya destkeftiyên jinan jê standin. Jina bihêz, civaka bihêz e. Em ê hesaba hemû tiştên bi serê jinan hatine anîn bipirsin û bi jinan re biguherînin.” 
 
‘TIŞTA KU ME DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE NÎVCO HIŞTIBÛ DÊ BI DEST BIXIN’
 
Ji namzetan Yilmaz Hun jî wiha got: “Me di 7’ê hezîranê de jî heman govend gerand. Em ê di 14’ê Gulanê de jî heman govendê bigerînin. Em ê bi heman ruhî hêviya xwe mezintir bikin û her du parlamenteran jî bi dest bixin. Em ê li tevahiya Tirkiyeyê 100 parlamenteran derxînin. Tişta ku me di 7’ê hezîranê de nîvco hiştibû em ê di vê hilbijartinê de bi dest bixin.” 
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Ev çîrok çîroka hevpar a Partiya Çepên Kesk e, çîroka Îdirê ye. Ev çîrok çîroka Ege, Marmara, Behra Reş, Serhed, Botan û Amedê ye. Ev çîrok bi Partiya Çepên Keskê dest pê nekir. Ev çîrok çîroka berxwedana birûmet a bi salan e. Ev çîrok çîroka kurdan, tirkan, azeriyan, ermenan, suryanan û hemû bindestên li vê erdnîgariyê tên eciqandin e. Em tevek yek in, em xwişk-bira ne û dê bi hev re bijîn. Mînaka vê ya herî xweşik jî Îdir e, Qers e û bajarên din ên mîna wan in. Kî çi bike jî dê nekare vê hesta xwişk-biratiyê xerab bike. 
 
EM Ê WAN JI DÎROKÊ TUNE BIKIN
 
Di nava vê çîrokê de pêkvejiyan, aştî û azadî heye. Di nav de hêvî û xeyalên ciwanan hene. Di nav de têkoşîna jinan heye. Vaye çîroka me ev e. Baş e lê çîroka AKP-MHP’ê çi ye? Di çîroka wan de birçîtî, xizanî, hejarî, dizî, nefret, hêrs, girtîgeh, tayînkirina qeyûman, çeteya 5’an, AKP’î û MHP’î hene. Heke tu mîna wan nefikirî û dengê xwe nedî wan, wê demê mafê bêhnstandin û jiyanê jî nadin te. Her cureyên zilm, neheqî, bêhiqûqtî û tundiyê hêjayî te dibînin. Lê em ê wan di 14’ê Gulanê de têk bibin û ji dîrokê tune bikin. 
 
ÇAVKANÎ PÊŞKEŞÎ ERDOGAN Û ALÎGIRÊN WÎ TÊN KIRIN 
 
Krîza aborî êdî xelk perîşe kiriye. Ew nikarin xizanî û hejariya li Îdirê di paceyên qesrê de bibînin. Nikarin beroşên we yên vala, zarokên we yên birçî diçin dibistanê ji paceya qesrê bibînin. Ji ber ku ew bi tijekirina qaseyên xwe ve mijûl in. Ew bi dewlemendkirina alîgirên xwe ve mijûl in. Ew bi îhaleyên dê bidin çeteyên xwe ve mijûl in. Îro li qadên mitîngan heqaretan dikin, tiliya xwe li gel dihejînin. Rojekê gotin gaz derdikeve û roja piştre gotin petrol e. Lê nabînin ku ev tevek dibin gaz, difirin û diçin. Ew jî dê di 14’ê Gulanê de bibin gaz û bifikirin. Bêguman heke çavkaniyên welêt ji bo cihên rast bên bikaranîn dê ev welêt bikare pêş bikeve. Lê ew li qesrên xwe hewl didin dewlemendiyên xwe biparêzin. Çavkaniyên vî welatî di esasê xwe de li Enqereyê li Beştepeyê ye. Qesra Erdogan e. Bila her kes bizane ku hemû çavkanî tenê ji bo Erdogan û alîgirên wî diçin. Ji bo cotkar û hilberînerên Îdirê nayên bikaranîn. Tekane derdê wan kursî û îktîdara wan e. Lê Îdirê biryara xwe daye û dê AKP’ê di 14’ê Gulanê de bike partiya tabelayê. Çîroka wan qediya, êdî fîlmê wan xelas bû. 
 
 ERDOGAN BÛ QRALÊ GUSTÎLAN 
 
AKP li qadan ji bo reşkirina partiya me her tiştekî dike. Dest bi derewan kiriye û her roj bi heqaret û reşkirina partiya me xebatên xwe didomîne. Erdoganek heye ku dibêje fermana ji Xwedê digire. Heta şerm nakin ku dîn jî ji bo siyasetê bi kar tînin. Erdoganek heye ku xwe weke pêxember dibîne. Her wiha AKP’yek heye ku baweriya gelê me îstîsmar dike. Êdî dem hatiye ku em ji vê rewşê re bibêjin bes e. Ew dem jî 14’ê Gulanê ye. Em ê di wê rojê de wan bişînin cihê jê hatine. Dema Erdogan nû hatî gustîla li tiliya xwe nîşan da û got; ‘tekane serveta min ev gustîl e.’ Lê niha bûye qralê gustîlan û bûye kesê herî dewlemend. Êdî dema têkbirina wî hatiye. Bayê Partiya Çepên Kesk li her derê ye û kesek nikare pêşî li me bigire. 
 
‘ROJ ROJA LI BA HEV SEKINÎNÊ YE’
 
Dê gelê Îdirê dîsa li îradeya xwe xwedî derkeve. Dê gelê me namzetên me bişîne parlamentoyê. Yên ku di demên berê de meqerne, çay, komir, şekir û hwd. belav dikirin, niha jî dest bi belavkirina pereyan kirine. Lê bila baş bizanin ku xelkê Îdirê ku îradeya xwe ji bo meqerne û komirê nefirotî dê ji bo pereyan jî nefiroşe. Gotineke min a din jî ji bo kesên li malên xwe rûdinin e. Partiyê ji berê ve raye da her kesî. Yên di demên berê de hatin peywirdarkirin lê di vê demê de cih negirtin heke bixeyîdin, ev tê wê wateyê ku ji vê têkoşînê fêm nekirine. Em nahêlin tu kes ziyanê bigihîne vê têkoşînê. Bila ew jî baş bizanin ku cihgirtina wan a di nava vê têkoşîna birûmet de dê wan jî mezin bike. Ji ber ku qîmet daye her kesî, kirine xwedî rûmet û peywir daye her kesî. Ya muhim ew e ku hûn jî li rex hevalên din cih bigirin û bixebitin. Roj roja xwe xeyidandin û rûniştina li malê nîne. Roj roja têkbirina faşîzmê ye. Dem dema yekitî û hevgirtinê ye. Heke em bikarin vê bikin, wê demê dê li Îdirê encam 2-0 be. Ez careke din dibêjim, li Îdirê dê demokrasî 2 û faşîzm jî 0 be. 
 
EM Ê WAN TEVÎ ZILMA WAN TÊK BIBIN
 
Roja ku hûn diçin ser sindoqê, pusulayê bigirin û tu partiyên din nebînin. Tenê Çepên Kesk bibînin. Mohra xwe li bin Çepên Kesk bidin. Mohra xwe wisa lê din ku Erdogan 50+1’ê di xewna xwe de bibîne. Em dibêjin dengek ji bo Partiya Çepên Kesk û dengek jî ji bo Kiliçdaroglû. Ji ber ku em dixwazin faşîzm têk biçe û zext bên bidawîkirin. Em dixwazin aştî, aramî, hezkirin û edalet bê vî welatî. Bila kesên xeyala rojên tarî dikin baş bizanin ku Partiya Çepên Kesk temînata vî welatî ye. Temînata edalet, aştî û aramiyê ye. Em ê wan tevî derhiqûqtiyên wan bişînin. Em ê qeyûman jî bişînin. Em ê tevahiya zilma ku wan li me kiriye tevî wan têk bibin.” 
 
Piştî axaftina Buldan, mitîng bi konsera Cevdet Bagca bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

13/05/2023
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir