Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?

ŞIRNEX - Temer Temel li gundê Setkar ê Elkê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Xizmên Temel kuştina Temel weke “Sûîqest” pênasekirin û wiha gotin: “Li vî gundî çûkek jî bifire, haya leşkeriyê jê heye. Temel ji hêla kê ve hate qetilkirin?” 
 
Di salên 1990'î de li Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Kesên ku cerdevanî qebûl nekirin û li dijî wê derketin jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Yek ji van gunda jî gundê Setkarê yê Elkê ya Şirnexê ye. Gundê Setkarê bi welatparêziya xwe tê nasîn û tevî her cureyên zextan jî şêniyên gund xaka xwe neterikandin. Hinek malbat jî êdî nema karîn xwe li ber zext û êrişên dewletê bigirin û koçî metrepolan bûn. Di pevçûnên 25'ê îlona 2015'an de li navçeyê Elkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di van pêvçûnan de gundê Setkarê hedef hat nîşandan û hate topbarankirin. Di êrişê de top li 10 malan ketin û 5 xanî bi temamî şewitîn. Di xaniyekê de Ahmet Temel (70), kurê wî Behçet Temel (19) û xizmên wan Alya Temel (50) jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gundê Setkarê ku êriş li ser qet kêm nebûn, di 7’ê gulanê de welatiyê bi navê Temer Temel (50) ku  birayê serokê Şaredariya BDP’ê yê berê Yûsûf Temel bû, li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat. Di êrişê de Temel bi giranî birîndar bû û rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Lê Temel tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Temel, ajokarê xwendekaran bû û malbat dibêje ku tu dijminatî di navbera wî û kesekî de nebû. 
 
Li gundê Setkarê tenê 5 mal hene û derdora gund bi qule û leşkeran hatiye dorpêçkirin. Gund 24 seatan bi mobese û kamereyan tê temaşekirin. Li rexeka mala Temer Temel baregeha leşkerî heye û li rexa din jî quleyek leşkerî heye. Lê balkêş e ku heta niha jî têkildarî qetilkirina Temel tu agahî nehatine parvekirin. 
 
Biraziyê Temel ku di heman demê de Hevserokê HDP’a Elkê ye Ferhat Temel û cîrana wî Soylemez Temel têkildarî qetilkirina Temel bi ajansa me re axivîn. 
 
'EV SÛÎQEST E’
 
Ferhat Temel, diyar kir ku heta rastiya bûyerê derdikeve holê dê têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Mamê min karkerekî mala xwe ye û bi karê xwe zarokên xwe xwedî dikir. Tenê ji bo debara malbata xwe dixebitî. Li gund û di nava civakê de weke kesayetekî welatparêz dihat naskirin. Di şeva 7’ê gulanê saet di 9 û nîvan de dema tê malê û ji wesayîta xwe pêya dibe, bi çekên giran êriş lê tê kirin. Guleyek li pişta wî ketiye û ji dilê wî derketiye. Gundî jî dibêjin ‘me tenê dengê çekan bihîstiye.’ Ji xeynî vê tu kesî tiştek nedîtiye. Hêj jî derneketiye holê bê ka kê ev yek kiriye. Derdora gund tevek bi kamerayên dewletê dorpêçkirî ye. Beriya niha jî dema tiştek çêdibû, pê dizaniyan. Lê heta niha jî derheqê vê bûyerê de tu agahiyek bi me re nehatiye parvekirin. Ev êriş ji xwe sûîqest e. Lê em nizanin bê ka kê ev sûîqest kiriye. Niha weke bûyereke tarî ye. Niha li jora gund baregaha leşkerî heye û l pişt wê jî yeka din heye. Divê bizanin bê ka kê ev êriş kiriye. Heta ku faîl derdikevin holê, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Me gelek êriş û zextên bi vî rengî dîtine lê me dev ji têkoşîna xwe berneda.” 
 
'LI GUND ÇÛKEK JÎ BIFIRIRE HAYA LEŞKERAN JÊ DIBE’
 
Cîrana Temer Temel, Soylemez Temel jî têkildarî bûyerê ev agahî parve kirin: “Em li mala xwe rûniştî bûn û kurê wî hate malê ji hevjînê min re got; ‘Mamo bavê min hate kuştin.’ Piştre em tevek bi hawara wan çûn. Dema em çûn cihê bûyerê me dît ku Temer di nava xwînê de ye. Gelek qebsûlên guleyan li ser banî bûn. Xwestiye ku rizgar bike û heta ber deriyê malê jî hatiye lê hew kariye. Piştre me bir nexweşxaneyê. Kê wisa kir, çima kir nizanim. Derdora gund tevek qereqolên leşkerî ne. Dizanin bê ka kê wisa kiriye lê xwe bêdeng dikin. Çima xwe bêdeng dikin? Çima her tiştekî eşkere dikin lê vê bûyerê eşkere nakin? Li gund çûkek jî bifire haya wan jê dibe. Heke bizineka me winda bibe dibêjin bizina we li filane erdê ye. Çima vê bûyerê eşkere nakin? Ev kes li ber deriyê mala xwe, di nava zarokên xwe de hate kuştin. Kê ev eriş kiribe divê were eşkerekirin û bê darizandin.” 
 
MA /Zeyneb Durgut 

Sernavên din

13/05/2023
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir