Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin!

RIHA - Midurên dibistanan û endamên Egîtîm Bîr Senê yên hatin diyarkirin ku li Xelfetîyê weke serokê lijneya sindoqan hatine tayînkirin, tevî qedexeyan jî ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin û deng dixwazin. 
 
Wezîrên ji AKP’ê weke namzet hatin nîşandan, li herêmên hilbijartinê hemû xebatkarên cemaweriyê ji bo xebatên hilbijartinê seferber kirin. Li navçeya Xelfetî ya Rihayê Şaredarê AKP’î Şeref Albayrak, bi Midurê Perwerdehiyê yê Bajêr Muslum Yildirim û nûnerê Egîtîm Bîr Senê yê navçeyê Mûtlû Gul û ji midurên dibistanan Mûstafa Şenel, Şenol Esen û xebatkarê cemaweriyê Omer ê paşnavê wî nehate zanîn ji bo AKP’ê dengan dixwazin. Di heman demê de ev karmendên navborî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve weke serokê lijneyên hilbijartinê yên li navçeyê bên avakirin hatin wezîfedarkirin. 
 
Tevî ku bi xala qanûnê ya “Karmendên dewletê nikarin bibin endamê partiyeke siyasî, nikarin ji bo sûd an zirarê partiyekî tevbigerin. Dema peywîra xwe dikin nikarin li ser bingeha ziman, netew, zayendî, fikra siyasî, baweriya felsefî, ol û mezhebî cihekariyê bikin. Bi tu awayî bi armancên siyasî û îdeolojîk nikarin daxuyanî û çalakiyan bikin û nikarin tevli van çalakiyan bibin” ku qanûnên karmendên dewletê girêdayî wê ne hene jî rêveberên AKP’î xebatkarên cemaweriyê di çarçoveya menfaetên xwe de li qadê dixebitîne.  
 
‘NIKARE BÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanîstê (Egîtîm Sen) Mahmût Bînîcî anî ziman ku dij qanûnî ye ku xebatkarekî cemaweriyê û di heman demê de rêveberekî sendîkayeke perwerdehiyê bi rêveberên partiya desthilatê re xebatan bimeşînin. Bînîcî, qal kir ku hin mafên ku bi qanûnan hatin nasîn û hin qedexe hene û wiha got: “Di demekî ku em ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçin hin karên ku em bikin hene. Em dixwazin ku perwerdekar di çarçoveya qanûnan de û li gor sekna perwerdekarekê/î tevbigerin.”
 
Bînîcî, bal kişand ku Midurê Perwerdehiyê yê Bajêr, nûnerên Egîtîm Bîr-Sen’ê û midurên dibistanan weke xebatkarên AKP’ê dengan digerin û wiha berdewam kir: “Li gorî qanûnên hilbijartinê lazime ev karmend li ser navê cemaweriyê xebatan bikin lê ev kes tevli xebatên partiya desthilatê dibin û gund bi gund digerin propagandaya wê dikin. Endamên sendikaya ku li dijî rêgeza wekheviyê û pîşeyî serî li ber karê desthilatê ditewînin û ne li ser navê sendîkayê li ser navê desthilatê xebatan dimeşînin ev nayê qebûlkirin.”
 
‘EWLEHIYA SINDOQÊ DI XETEREYÊ DE YE’ 
 
Bînîcî, da zanîn ku divê herkes li gorî qanûnên heyî tevbigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em bixwazin li vî welatî hilbijartineke azad, demokratîk, zelal û tevkar were kirin, divê personele cemaweriyê li gorî vê helwestekê nîşan bide. Ev bi awayekî zelal di bin çavderiyê midurên amir ên mulkî de sûc dikin vê jî bi awayekî dilxwazî dikin.”
 
Bînîcî, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Kesên ku dikarin girtekan bigirin û rêbazên deng dayînê diyar bikin ev in. Heke kar û kirariyên li wir bên kirin xelet bin îtîraza we hebe jî hûn ê li lijneya sindoqan bikin. Em bawer nakin ku wê li lijneyeke wisa îtîraz bi wate bin. Ji ber ku van kesan rewşa xwe fikrên xwe bi awayekî zelal danîne holê. Kesên li ser navê gundan, taxan, navçeyan xebatan bişînin ev kes in. Di rewşeke wiha de em nikarin qala ewlehiya hilbijartinê bikin. Em weke sendîkayên girêdayî KESK’ê dixwazin ku hilbijartin bi awayekî ewle were kirin û heke kesek dengê xwe bide partiya desthilatê an partiyeke din bila ew deng bi heman awayî ji sindoqê derkeve.”
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

13/05/2023
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir