Ji Partiya Çepên Kesk li navçeyên Amedê gera hilbijartinê

img
AMED –Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Gêl, Pîran, Hênê û Karazê û gundên li ser rê bi awayekî karwanî geriya û gel silav kir. 
 
Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re hindik ma. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê lez da xebatên xwe yên hilbinartinê yên li bajêr û navçeyan. Rêxistina Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi karwanî li navçeya Gêl, Pîran, Henê û Karazê geriya û silav kir. Namzetên parlemeteriyê yên bajêr Sevîlay Çelenk, Samet Menguç, Mehmet Kamaç, Tevgera Jinên Azad, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk yê Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy û rêveberên navçeyan yê DBP û HDP'ê tevlî karwanê bûn. 
 
GÊL
 
Karwana ku ji nêzî 100 wesayîtî pêkhatî ji Amedê bi rê ket. Karwan ewilî çû navçeya Gêlê. Kesên di nav baxçe, zevî û li gundê ser rê bi alayên partiyê û nîşana serkeftinê karwanê silav kirin. Karwanê jî bi qorneyê piştgiriya welatiyan bersivand. Li navçeyê Namzet Samet Menguç axivî. Di axaftina xwe de bal kişand ser mitînga Amedê ku dê di 13'ê gulanê de bê lidarxistin. 
 
Piştî axaftinan karwan bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedan bi ser kevin” derbasî navçeya Pîranê bû. 
 
PÎRAN
 
Karwana partiyê li navenda navçeyê geriyan. Li vir jî bi heman piştgirîyê hat pêşwazîkirin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy li Pîranê axivî û diyar kir ku pusûlaya hinek kesan ji edalet, demokrasî û mirovahiyê dûr ketiye û wiha axîvî: "Yên ku xwe weke pêşengên cîhanê didîtin, niha muhtacê pîvazên hişk in. We xwest  hûn pêşerojû hêviyên vî gelî bidizin. Lê em ê ji pûsulaya xwe şaş nebin. Pûsulaya me di bin dara Partiya Çep a Kesk de ye. Em ê rêhevalên xwe yên ku bi neheqî di zindanan de hatine girtin mezintir û bi hêztir rêya xwe bidomînin. Pusûleya me, dara Partiya Çepên Kesk e. Bi mohra ku me li binê darê bixin em ê li Amedê   12 parlementer bişînin meclîs ê. Em dema dengdayîn ê hevalên xwe yên hatin windakirin û hevalên xwe yên girtî ji bîr nekin û soza me ya ji bo wan ew e ku di 15'ê Gulanê de faşîzmê têk bibin."
 
HÊNÊ
 
Navnîşaneke din a karwanê jî navçeya Hênê bû. Karwan bi heman coşê ket nava navçeyê. Namzeta parlamenteriyê ya Amedê Sevîlay Çelenk ku li ber buroya hilbijartinê axivî, diyar kir ku ji hilbijartinê re tenê 4 roj mane û ew vê hilbijartinê wekî hilbijartina çarenûsa Tirkiyeyê bi nav dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe :“Ev hilbijartin hilbijartinek e ku dê pêşeroja me diyar bike. Wezareta Karên Hundir daxuyaniyek dide û dibêje, hilbijartina 14’ê Gulanê darbeyeke siyasî ye. Em bi hikûmeteke wiha re rû bi rû ne ku ravekirina xwe winda kiriye. Êdî nizanin çi dibêjin û çi bikin. Em vê yekê li her derê dibînin. Hemû xebatên hilbijartinê yên muxalefetê asteng dikin û hewl didin provokasyonê bikin. Lê belê hemû mûxalefet bi taybetî jî gelê Kurd gav paş de navêjin. Gelê Kurd li vî welatî gelek êş kişandiye. Herî zêde dayikan êş ê dît. Her ku zextên li ser kurdan zêde dibin, berxwedana kurdan jî zêde dibe. Ev sed sal in hewl didin ku destkeftiyên jinan ji wan bistînin, tundiyê li jinan kirinû kesên tundiyê ji kirin bêceza hiştin.Ciwan bêkar in, ciwanên dixwînin nayên tayînkirin. Krîza aborî ya kûr heye û herî zêde li herêma me tê hîskirin."
 
Çelenkê bal kişand ser girîngiya hilbijartina 14'ê Gulanê û axaftina xwe bi berzkirina dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî"yê bi dawî kir. 
 
KARAZ
 
Namzedê parlamenteriyê yê bajêr Mehmet Kamaç jî li ber buroya hilbijartinê ya navçeya Karazê axivî. Kamaç diyar kir ku çavên cîhanê li hilbijartinên Amedê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê em ê du gavên mezin bavêjin; Bi tevlîbûna mîtînga ku em ê di 13’ gulanê de li Amedê pêk bînin, em ê nîşanî cîhanê bidin ku îradeya Amedê wê çawa li qadan derkeve holê. Ya duyemîn jî em ê li Amedê 12-0 bikin. 12-0 girîng e ku peyama Amed heye, rastî ew ê ku hûn li Amedê tunene, bidin kesên ku Kurda û navê Amed înkar kirine. Ji bo şandina vî dîktatorî û faşîstîem ê di nav namzetên Serokkomariyê  dr bidin Kiliçdaroglû.”
 

Sernavên din

13/05/2023
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir