Ji bo mitînga Mêrsînê bang kirin: Dê bibe wêneyê serkeftina hilbijartinê

  • rojane
  • 10:50 10 Gulan 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Namzetên Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga fînalê ku dê sibê li dar bixin banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Dê ev mitîng beriya hilbijartinê bibe wêneyê serkeftinê yê hilbijartinê.”
 
Partiya Çepên Kesk a li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê kampanyaya hilbijartinê dimeşîne amadekariyên mitînga fînalê ya Mêrsînê ku dê sibê li dar bixe temam kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Başak Demîrtaş dê tev li mitînga ku dê li rex Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a Berê were lidarxistin bibin. Di mitîngê de wê hunermend Îlkay Akkaya jî derkeve ser dikê.
 
Namzetên parlamenteriyê û Rêxistina Partiya Çepên Kesk ên amadekariyên xwe temam kirin, banga tevlibûna mitîngê li gel kir. 
 
‘ÇEPÊN KESK WÊ BIBE BÊHNEKE NÛ’ 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Zelîha Bûrcû Acar diyar kir ku ji ber Mêrsîn bi çand, nasname û baweriyên cuda bajarekî kozmopolit e di navbera wî û Partiya Çepên Kesk de têkiliyeke taybet heye û wiha got: “Ji ber vê yekê li Mêrsînê nêzîkatiya Partiya Çepên Kesk pir erênî ye. Ji ber ku niha berdin ku mirov keyfxweş bibin pirsgirêka hebûnê dijîn. Partiya Çepên Kesk dê bibe bêhneke nû.”
 
‘EM Ê PERGALA TARÎ HILWEŞÎNIN’ 
 
Acar, anî ziman ku ev hilbijartin wê ji bo hemû gelan guhertinekê bi xwe re bîne û da zanîn ku ev mitînga ku dê li dar bixin jî ji ber vê yekê gelek girîng e. Acar, têkildarî mitîngê ev tişt gotin: “Mitînga me ya fînalê di vî warî de wê mohra xwe lê bide. Ev mitîng nîşandeya ku wê partiya keskî, hêviyê, aştiyê Partiya Çepên Kesk vê pergala tarîtiyê hilweşîne. Ji ber wê yekê em ê bi vê mitîngê re xebatên xwe yên hilbijartinê tacîdar bikin.”
 
BOZAN: EM Ê GOVENDA XWE YA HERÎ MEZIN BIKIŞÎNIN
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, diyar kir ku mal bi mal kolan bi kolan xebatên hilbijartinê dimeşînin û ev bang kir: “Di asta em hatinê de li Mêrsînê bi taybetî jin û ciwan eleqeyeke zêde ya welatiyên me ya ji bo Partiya Çepên Kesk heye. Em li her derê çûyînê mal bi mal kolan bi kolan dikan bi dikan geriyan û govend gerandin. Ji bo em govenda xwe ya mezin bi hev re bigerînin em we vedixwînin mitînga me ya fînalê.”
 
KOCA: EM WE VEDIXWÎNIN PROVAYA SERKEFTINÊ 
 
Yek ji namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca a bi lêv kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê dîrokî ne, anî ziman ku mitînga ku dê li dar bixin jî dê bibe provaya vê hilbijartina dîrokî û wiha got: “Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina ‘dîktatoriyê an demokrasiyê’. Atmosfera vê bandora xwe li kampanyaya hilbijartinê jî kiriye. Em di erefeya 14’ê Gulanê de hemû gelê xwe vedixwînin provaya serkeftinê. Em ê bi hemû rengên xwe, hêviyên xwe, bi hesretên xwe û ji bo jiyaneke nû li wir bin.”
 
TURK: DÊ BIBE WÊNEYÊ SERKEFTINA ME
 
Namzet Mûstafa Turk diyar kir ku mitînga li dar dixin wê ji aliyê hilbijartinan ve gelek girîng e û wiha got: “Mitînga ku em di 11’ê Gulanê de beriya hilbijartinê li dar bixin dê bibe wêneyê serkeftinê yê hilbijartinê. Ji ber wê em girîngiyê didin mitîngê. Em bawer dikin ku gel wê bi daxwazên xwe herikin qadê. Mitînga ku em ê li rex Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a Berê li dar bixin, em hemû gelan vedixwînim ku mil bi mil li cem hev bisekinin. An serkeftin an serkeftin.”
 
 

Sernavên din

13/05/2023
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:45 Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ji bo mitînga Amedê bang kirin
12:45 Beştaş: Em ê ji bajêr herî kêm du wekîlan derxînin
12:27 Serokê YSK’ê Yener: Em ê encamên neteqez di heman rojê de eşkere bikin
12:23 Sancar: Em hêza motorê ya demokrasiyê ne, em di bin dara Çepên Kesk de bicivin
12:16 Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir
11:49 Xelkê Amedê: Em ê sibe biçin mitîngê û rojek piştre jî Erdogan têk bibin
11:40 Namzeta Partiya Çepên Kesk Kordû: Divê herkes dengê xwe bide
11:33 Ji hilbijartinê re 2 roj man: Mifteya guhertinê di destê jinan de ye
11:32 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Heta ciwan azad nebin dê ev welat xweş nebe
11:05 AA encamên hilbijartinê ji ku digire?
10:52 MED-DER: Li dijî bişaftinê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
10:40 Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye
10:14 Heta niha 55 hezar hilbijêrên livdar serî li Partiya Çepên Kesk dane
10:01 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Yuce: Em bibin yek û bi hev re biguherînin
10:00 Li Stenbolê 5 hezar parêzer û ekîba gerok
OHD: Roja hilbijartinê hezar û 600 parêzer li 81 bajaran dê bixebitin
09:52 Li Cizîrê mirina biguman a zarokekî
09:35 Tîryakî: Em ê bi dehhezaran dilxwazan sindoqan biparêzin
09:31 14'ê Gulanê Roja Dayikan e: Ji me re diyariya herî mezin çûyina Erdogan e
09:03 Ji herêma erdhejê: Bibin muşahid
09:02 Mexdûrên erdhejê dê ji bo hesabpirsînê biçin ser sindoqan
09:01 Ji bo kurê xwe yê nexweş li benda alîkariyê ye
09:01 Maseya Îslamê: Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîmî hilbijêrin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'YAN
11/05/2023
22:13 Li Stenbolê şahiya ciwanan
20:59 Bûldan li Edeneyê xîtabî bi dehhezaran kesî kir: Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe
19:19 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê serdana OHD'ê kir
18:39 Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
17:40 Dosyeya leşkerê ku Mehmet Ûytûn kuşt ji dadgeha cezayê giran re hat şandin
17:35 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî serdana HDK’ê kir
17:28 Partiya Çepên Kesk li qadê ye
16:44 Bakirhan: Li Sêrtê walî û qeymeqam xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bi rê ve dibin
16:29 Doza derheqê 42 kesên kesên tev li meşê bûn hatibû vekirin hate lidarxistin
15:55 Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir
15:44 Partiya Çepên Kesk bi ciwanan re civiya: Ji ciwanên difikirin û dipirsin ditirsin
15:37 Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve
15:36 Li Manîsayê banga ‘bibe muşahid’ hate kirin
15:20 Li Mîlanoyê teqîneke mezin çêbû
15:16 PDK’ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girt
15:12 Di êrişa Til Temirê de welatiyek hate qetilkirin
14:58 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî: Çareserî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
14:34 Hunermend Rojdayê têkildarî Dosso Dossiyê daxuyanî da
14:20 Muharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand
14:17 Bi hezaran kes herikîn mitînga Agiriyê: Em her 4 parlamenteran jî bi dest bixin
14:15 Mitînga Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê: Bihara rasteqîn dê bi çûna Erdogan were
13:44 Li herêma ku operasyon lê didome bi ser malan de girtin
13:11 Ji bo 3 kesên êrişî avahiya HDP’ê kirin cezayê hefsê hat xwestin
12:57 Partiya Çepên Kesk û HDP: Me li dijî hîleyên hilbijartinê her cureyên tevdîran girtine
12:36 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê bang kir
12:13 Beriya hilbijartinê li Şaredariya Sûrê ‘birayên’ xwe digirin kar
12:03 Soylu li xwe mikûr hat: Erdogan xwest, min tavilê qeyûm li şaredariyan tayîn kir