AA encamên hilbijartinê ji ku digire?

  • rojane
  • 11:05 12 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Ajansa Anadoluyê şîrketa ku encamên hilbijartinê jê digire vedişêre û eşkere nake. Nûnerê AA’yê yê berê îdia kir ku AA encamên hilbijartinan ne ji YSK’ê lê ji AKP’ê digire. 
 
Nîqaşên li ser fikarên derheqê ewlehiya hilbijartinê de didomin. Di demekî wiha de manîpulasyon û dezenformasyonên Ajansa Anadoluyê (AA) dîsa ketin rojevê. Hem rayedarên AA’yê hem jî xebatkarên wê yên berê têkildarî mijarê daxuyaniyên cuda didin û vê yekê jî bi xwe re glek pirs anîn. Rayedarên AA’yê têkildarî mijarê ji rojnameya Sozcuyê bi nivîskar Saygi Ozturk re axivîn û agahiyên balkêş dan. Rayedarên AA’yê dibêjin ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ji 191 hezar sindoqan bi rêya nûçegihanên xwe daneyên 50 hezar sindoqan parve bikin û encamên 141 hezar sindoqan jî dê bi rêya “şîrketeke lêkolînê” ku di çarçoveya lihevkirinê de navê wê eşkere nekir berhev bikin. Balkêşe ku navê şîrketê nehat parvekirin. 
 
‘AA ENCAMÊN HILBIJARTINÊ JI TEŞKÎLATÊN AKP’Ê DIGIRE’
 
Li gel daxuyaniyên AA’yê, li hêla din Prof. Dr. Îbrahîm Ozturk ku di mijarên Pêşketin, Aboriya Sazûmankirî de pispor e got ku xebatkarekê AA’yê yê berê xwe gihandiye wî û derheqê mijarê de agahî bi wî re parve kirine. Piştî daxuyaniya xebatkarê AA’yê, jêbaweriya ji ajansê jî bû yek ji mijarên nîqaşê. Ozturk, ev îdia li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir. Nûnerê AA’yê yê berê van îdiayan dike: “Weke nûnerê bajar ez di du hilbijartinên giştî û di hilbijartineke rêveberiyên herêmî de peywirdar bûm. AA, daneyên parve dike bi rêya nûçegihanên xwe kom nake. Mimkin nîne ku bi rêya nûçegihanên xwe daneyên hemû sindoqan parve bike. Ji ber ku ewqas nûçegihan tune ne. AA daneyan ji teşkîlatên AKP’ê bi rêya nivîsbariyeke hevpar berhev dike. Weke nûnerê bajar min di tevahiya van pêvajoyan de cih girt û yek ji şahidan im. AA, teqez encamên hilbijartinê ji YSK’ê nagire. Di çarçoveya fermana ji qesrê girtî de AA neçare ku di van hilbijartinan de jî heman rê û rêbazan pêk bîne. Ji bo AA’yê tekane tişta ku divê were kirin ev e; divê di serî de midûrê giştî yê saziyê, midûrê karên nivîsan, serokê daîreya dijîtal û hemû rêveberên ji hilbijartinan berpirsyar, bi rêya hiqûqê gef lê were xwarin. Divê rêveberên AA’yê bizanin ku heke hilbijartinan manîpule bikin dê ji sûcê xespkirina îradeyê bên darizandin.” 
 
YSK: AA MIŞTERIYÊ MIN NÎNE
 
Her wiha AA’yê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di sala 2019’an de parvekirina daneyan 12 saetan da sekinandin. Serokê YSK’ê yê demê Sadî Guven têkildarî mijarê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “AA mişteriyê min nîne. Daneyan ji min nagire.” 
 
 
FARUK BÎLDÎRÎCÎ: AA BAWERIYÊ NADE MIROV
 
Ombudsmanê Medyayê Faruk Bîldîrîcî bal kişand ser nêzikatiya AA’yê ya hilbijartinan û wiha got: “Ev nêzikatî baweriyê nade mirov. Di rewşên asayî de jî AA nûçeyên ku îktîdara siyasî diparêze parve dike. Dema li Erziromê kevir li Îmamoglû dihatin barandin jî digot; ‘cismên biyanî tên avêtin.’ Ajanseke wiha ya cemaweriyê baweriyê nade mirov. Di hilbijartinên herêmî yên di 2019’an de jî dayîna daneyan da sekinandin. Ev nêzikatî jî gumanên li ser jêbaweriya AA’yê zêde dikin. Divê AA bersivên ku gel pê qaneh bibe bide. Weke mînak; em nizanin bê ka daneyan ji Navenda Giştî ya AKP’ê digire an na. Eşkere nakin lê xuyaye ku bi wan re di nava hevkariyê de ne. Rayedarên AA’yê bi Saygi Ozturk re axivîn û dibêjin ‘em ê bi şîrketekê re bixebitin.’ Lê navê wê şîrketê nabêjin. Divê her tişt eşkere be û tiştên veşarî jî nekin. Bi veşartina navê wê şîrketê re gumanên heyî zêdetir kirin. Dibe ku ew şîrket bi AKP’ê re bixebite. Rêxistineke rojnamegeriyê ji bo encamên hilbijartinê çima pêdîvî bi şîrketekê dibîne. AA neçare navê wê eşkere bike û sedema hevkariyê vebêje. Nexwe bawerî bi tu nûçeyên wê nayê.” 
 
‘MIJARA BEHSA XEBERÊ NÛÇEYÊN DEZENFORMATÎF IN’ 
 
Bîldîrîcî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demên berê de hinek saziyên din jî hebûn ku encamên hilbijartinê bi raya giştî re parve dikirin. Niha tekane çavkanî bûye AA û ew jî alîgira îktîdarê ye. Ev yek gumanên xelkê zêde dike. Rast e nûçeyên dezenformatîf didin lê dema mirov li tevahiyê dinêre, bi leha îktîdarê manîpulasyonê dikin. Rewşa heyî, tiştekî etîk nîne. Divê ajanseke ne girêdayî îktîdarê lê serbixwe be. Lê wisa tevnagere. Her tim li gorî daxwazên wan nûçeyan çê dikin. Beriya her tiştî serbixwe nînin. Saziyên çapemeniyê divê li dijî vê AA’yê rexne bikin û hemû xeletiyên wê bi raya giştî re parve bikin û pêşkeşî dadgeriya bilind bikin. Ji bo ku encamên hilbijartin bitenduristtir ragihînin, dikarin xwe bi rêxistin bikin. Dikarin torên xwe yên nûçeyan ava bikin.” 
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

14/05/2023
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe