Danişîna doza komkujiya Malbata Şenyaşar dest pê kir

  • rojane
  • 12:16 12 Gulan 2023
  • |
img
RIHA- Danişîna ewil a doza komkujiya Malbata Şenyaşar ku dadgehê dosyayên “kargehê” û “nexweşxaneyê” kiribûn yek, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dest pê kir. 
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar berdewam dike. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê di “Dosyaya kargehê” de 37 sal û 9 meh cezayê hefsê dabû Fadil Şenyaşar û 18 sal jî dabûn Enver Yildiz. Lê dosya ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê ve hatibû xerakirin. Her wiha “Dosyaya nexweşxaneyê” jî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê didome. Li ser daxwaza dadgeha îstînafê û parêzerên Malbata Şenyaşar, 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê biryara yekkirina her du dosyayan da. Piştî biryara yekkirina dosyayan, danişîna ewil a dosyayê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê tê lidarxistin. 
 
DESTÛRA KETINA AVAHIYÊ NEHAT DAYÎN
 
Ji ber erdhejê, danişîn li Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Dadgeha Cezayên Giran a li Taxa Cafana ya navçeya Çirmik a Meletiyê hate lidarxistin. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, Rêxistina Bajar a Partiya Çepên Kesk a Meletiyê û namzetên parlamenteriyê jî xwestin tev li danişînê bibin. Lê belê cendirmeyan diyar kirin ku ji bilî navên di lîsteya di destê wan de cih digirin, dê destûrê nedin ku kesek bikeve avahiya dadgehê û nehiştin bikevin avahî. 
 
Malbata Şenyaşar, parêzerên malbatê û yên Midûriyeta Tenduristiyê ya Rihayê di danişînê de amade bûn. Ji bersûcan Enver Yildiz û Celal Yildiz bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî şandeya dadagehê diyar kir ku ji ber biryara yekkirina dosyayan dê îfadeyên berê dîsa negirin û tenê dê li îfadeyê Mehmet Yildiz bê guhdarîkirin. 
 
Celal Yildiz, Mîkaîl Şîmşek û Enver Yildiz ku di çarçoveya dosyayê de girtî ne jî di nav de bi giştî 19 kes ji ber sedemên “Ji carekê zêdetir kuştina kesekî”, “Ji carekê zêdetir hewldana ji bo kuştina kesan”, “Zirardayîna malê cemaweriyê”, “Veşartin û tunekirina delîlên sûc”, “Diziya di saziya cemaweriyê de” û “Binpêkirina parêzbendiya kargehê” tên darizandin. 
 
Danişîn berdewam dike... 

Sernavên din

14/05/2023
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe