Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin

  • rojane
  • 14:33 15 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku konsepta şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd kûrtir kir, di hilbijartinan de li Kurdistanê deng winda kir. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku li polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd û konsepta şer vegeriya, di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê de li bajarên Kurdistanê deng winda kir. 
 
LI DÊRSIMÊ JI SEDÎ 16 DENG STAND
 
Yek ji bajarên ku konsepta şer û polîtîkayên şerê taybet herî zêde lê tên meşandin jî Dêrsim e. AKP’ê di hilbijartina 2018’an de ji sedî 18,16 û di hilbijartina dawî de jî ji sedî 16,20 deng stand. 
 
LI SÎNORÊ ŞER DENGÊ WAN KÊM BÛ
 
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hedefa polîtîkayên şer ên AKP’ê de ye û li ser sînorê wê anku li Rihayê di hilbijartinên sala 2018’an de AKP’ê ji sedî 64,76 deng standibû. Erdogan ê ku polîtîkayên şer berdewam kir, di vê hilbijartinê de ji sedî 62,01’ê dengan stand. 
 
KONSEPTA ŞER BI XWE RE DENG NE ANÎN 
 
Colemêrg û Şirnex li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ne ku niha şerekî dijwar lê diqewime. Tevî ku bi hezaran leşker li van bajaran hatine bicihkirin jî Erdogan nekarî dengê xwe zêde bike. AKP’ê di hilbijartinên 2018’an de li Şirnexê ji sedî 21,21’ê dengan wergirtibû. Di vê hilbijartinê de jî tevî ewqas zextan jî ji sedî 21’ê dengan stand. Yek ji bajarên ku zextên îktîdarê lê zêde jî Colemêrg e. Erdogan, li Colemêrgê karî ji sedî 24,64’ê dengan bistîne. 
 
LI HERÊMÊN ERDHEJÊ DENG WINDA KIR
 
Li navenda erdhejên 6’ê Sibatê Mereşê jî Erdogan deng winda kir. Di hilbijartinên 2018’an de Erdogan ji sedî 74,18’ê dengan standibû û di vê hilbijartinê de ev rêjeye daket ji sedî 71,88’an. Her wiha yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Semsûr bû. Erdogan di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 67,40’ê dengan stendibû lê di vê hilbijartinê de daket ji sedî 66,20’ê. 
 
LI ‘KELEHA’ XWE 4 PUAN DENG WINDA KIR
 
Erzirom, weke “keleha” Tifaqa Cumhur dihat nirxandin. Di hilbijartinên 2018’an de Erdogan li Erziromê ji sedî 72,33’yê dengan stendibû û di vê hilbijartinê de ev rêjeye daket ji sedî 68,59’ê. 
 
LI AMEDÊ QELS DIBIN
 
Berteka li dijî neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên qeyûm ên îktîdarê li Amedê jî xwe nîşan da. Erdogan, li bendê bû ku li Amedê dengekî zêde bigire. Di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 27,38’ê dengan standibû û di vê hilbijartinê de dengên wê ket ji sedî 26,48’ê. 
 
SIYASETA QEYÛM PÊ DA WINDAKIRIN
 
Bajarê Mêrdînê ku bi nelirêtiyên qeyûmê ji hêla Erdogan ve hatiye tayînkirin her tim di rojevê de bû, di hilbijartinên sala 2018’an de ji sedî 34,43’yê denga dabû Erdogan lê di vê hilbijartinê de ev rêjeye daket ji sedî 32,29’ê. Erdogan di sala 2018’an de li Êlihê jî ji sedî 31,43’yê dengan standibû û di vê hilbijartinê de ev rêjeye daket ji sedî 30,95’ê. 
 
LI 6 BAJARAN 21 PUANAN DENG WINDA KIR
 
Erdogan li Çewligê jî deng winda kir û daket ji sedî 65,08’ê; li Bedlîsê 4 puan winda kir û daket ji sedî 46,45’ê; li Qersê 5 puan winda kir û daket ji sedî 39,39’ê; li Sêrtê 3 puan winda kir û daket ji sedî 41,55’ê; li Îdirê 5 puan winda kir û daket ji sedî 25,29’ê û li Erdexanê jî 3 puan winda kir û daket ji sedî 39,16’ê. 
 

Sernavên din

20/05/2023
09:01 Di 17 mehan de 93 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'YAN
08:05 Leşkerên Iraqê dixwazin Mexmûrê bi têlan dorpêç bikin
19/05/2023
21:13 Di Bagera Mochayê de 145 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 Tirkiyeyê baregeheke li Minbicê bombeberan kir
19:00 YSK'ê encamên dawî yên tûra yekemîn a hilbijartinê eşkere kir
16:28 Malbata Şenyaşar: Guhertina rêveberên bêedalet wezîfe ye
16:06 Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin
15:44 Tedawiya zaroka ku wesayîta zirxî lê dabû dewam dike
15:30 Bûldan: Şansek dawî li pêşiya me heye
15:29 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ji bo sindoqan bang kir
15:08 Aktaş ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:55 Demîrtaş: Rabe ser xwe û biguherîne!
13:38 ‘Binçavkirin û girtina parêzeran binpêkirina mafê mirovan e’
12:57 Girtî Yahya Fîdan piştî 30 salan hate berdan
12:56 Çepên Kesk li qada ye: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
12:31 Li Aydinê îtîrazên Partiya Çepên Kesk hatin redkirin
12:30 Îranê 3 çalakvan bi dar ve kir
12:05 Li Girtîgeha Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz
11:59 Li Meletiyê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
11:45 Îfadeyên şahidan ên paşve hatine kişandin weke hinceta cezayê Şîban hate nîşandan
11:40 Cenazeyên Yemen û Alici hatin veşartin
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Banka Navendî biryara xwe ya ji bo avansa neqdê betal kir
10:43 Di êrişa bi kûçikan de ji bo polîs cezayê hefsê hate xwestin
10:23 Çîftyurek: Ji bo têkbirina rejîma yek zilamî em biçin ser sindoqan
10:09 Serokê ESHÎD’ê Taştan: Dewlet ji AKP’ê re xebitî
10:05 Ozturk: Ji bo Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî
09:46 SYKP: Ji bo serketinê divê em hemû hêza xwe bixin dewrê
09:03 Ji bo sindoqê bang kir: Tekane rê guherandina îktîdarê ye
09:02 Qeyûma gazî keyayan kir: Ji bo Erdogan doza dengan kir
09:02 Çûna gundê wê lê hat qedexekirin
09:01 Ji ber ku Newroz pîroz kirin ketin ber lêpirsînê
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'YAN
08:36 YSK’ê îtîraza AKP’a Colemêrgê red kir
08:05 Cenazeyê Yemen û Alici hatin wergirtin
18/05/2023
23:59 Dolar bû 19.80 TL
20:59 Rêxistinên ciwanan şehîdên meha Gulanê bibîr anîn
18:55 Komîsyonên hilbijartinê yên YNK û PDK’ê wê sibê bicivin
18:14 Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin
17:47 Hejmara 43'yan a Demokratîk Modernîteyê derket
17:43 Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn
16:41 4 endamên Hîzbullahê hatin berdan
16:28 Bayindir: Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin û faşîzmê têk bibin
16:22 Li Colemêrgê mirina biguman a jinekê
15:43 Ji kujerê Hêlîn Şen re cezayek wek ‘xelatkirinê’ hat xwestin
15:30 Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin
14:57 Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir
14:42 Ji ber ku siviya xelet dan 18 nexweşên diyalîzê, ew rakirin nihêrîna awarte
13:44 Selma Gurkan bû Seroka Giştî ya EMEP’ê
13:44 Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin
13:40 Ferît Şenyaşar: Ez ê li serûçavên wan edaletê qîr bikim
11:58 Gergerlîoglû: AKP dixwaze parlamenteriyê ji min bistîne
11:53 Tundiya polîsan a li Bismilê di MOBESE’yê de ye: Lêpirsîn hate destpêkirin
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:15 Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin
10:40 8 roj in Deriyê Sêmalka girtî ye
10:00 Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
09:55 Qeyûm avahiya şaredariyê cara sêyemîne dide ber firotinê
09:54 ‘Wê rayek me jiyanê diyar bike’
09:03 Jinên Koçer amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Ji Behrareş şoreşgerekî nemir: Hakî Karer
09:01 Girtiyê nexweş li ser kursiya biteker dijî
09:00 18'Ê GULANA 2023'YAN
17/05/2023
23:59 Polîsan êrişî Orakê HDP'î kir: Gaza îsotan reşandin çavê wî
19:59 Qeyûm bi kuştinê gef li rojnamevan Kanbal xwar
19:02 Li Îtalyayê lehî rabû: 8 kes mirin
18:58 Li ber NY’yê çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan'hat lidarxistin
17:29 Li Sîlopiyayê kesek hat kuştin
17:09 Li Wanê daxuyaniya ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
16:54 Li Manîsayê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatin nivîsandin
16:34 Tifaqa Milet civiya
16:09 ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike
15:37 ‘Em bi xurtî tev li hilbijartina 28’ê Gulanê bibin’
15:12 Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê
14:46 Piştî hilbijartin bo tûra duyemîn ma, dest bi belavkirina komirê kirin
14:42 YSK'ê ji bo hîleyên di hilbijartinê de got 'îdiayên bêbingeh'
14:31 HPG’ê têkildarî Bestayê daxuyanî da
13:38 Li Mêrdînê çinîna ceh dest pê kir
13:01 Di topbarana li Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûn
13:00 Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin
12:51 ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin
12:33 Li Silopiyayê wesayîta zirxî li zarokekî da
12:29 HDP û Partiya Çepên Kesk: Me faşîzm da sekinandin, dikarin dawî lê bînin
11:52 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 10’emîn diyar bû
11:42 CHP: Me tespît kir ku daneyên 7 hezar û 94 girtekên sindoqan hev nagirin
11:28 Li Mêrdînê ray ji AKP-MHP’ê re zêde ji Çepên Kesk re kêm hatine nivîsandin
11:23 Bajar û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk herî zêde deng lê girtî
11:17 Lîstika ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû’ diçe Stenbol û Kocaeliyê
11:03 Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin
10:57 Ji bo îtîrazên li YSK’ê îro roja dawî ye
10:55 Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin
09:33 Ozturk: Çirûska demokratîkbûnê hate vêxistin
09:24 Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
09:01 Li Îranê pêlên serhildaneke nû xuya dikin
09:00 9 meh derbas bûn hê jî îdianameya kujerê 3 zarok û dayika wan nehatiye amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'YAN
08:32 Kesên li ber YSK’ê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:31 74 dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsîn hatin îadekirin
16/05/2023
23:59 Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin