'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'

  • rojane
  • 09:05 20 Gulan 2023
  • |
img
WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye û got ku divê ev yek piştî hilbijartinê di nava rojevên sereke de be. 
 
Zêdetirî 2 sal in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û got ku hilbijartin ji bo rakirina vê tecrîdê vebijêrkeke girîng e. 
 
Karakaş diyar kir ku tecrîda ku bûye pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê her diçe didome û got ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî tecrîd e. Karakaş wiha axivî: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1999'an ve girtî ye û ji sala 2010'an ve jî bênavber tê tecrîdkirin. Ev, rastiyek e û ji aliyê civaka Tirkiyeyê ev tê zanîn. Tecrîd, binpêkirina mafê jiyanê ye. Halî hazir heya niha ne hikumet ne jî hêzên navneteweyî di vî warî de tu gav neavêtine. Ev tenê ne ji bo birêz Ocalan, ji bo hemû girtiyan jî pisgirêkeke mutleq e. Bidawîkirina wê wekî tiştekî ne pêkan dihat dîtin, lê hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan ev yek guherand. Bingeha van pirsgirêkan, meseleya kurd e. Tecrîd encamek bû, lê di heman demê de bû sedemek jî. Hilbijartinên ku çend roj berê çêbûn, hêviya ku dê dawî li tecrîdê bê jî peyde kir." 
 
'BÛ CIHÊ HÊVIYÊ'
 
Karataş, destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê bûn cihê hêviyê û îşaret bi tûra duyan a hilbijartinên serokkomariyê kir ku dê di 28'ê Gulanê de çêbibe. Karataş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tûra duyan li pêşiya me ye. Di warê çareserkirina maf û azadiyên bingehîn de du vebijêrk hene. Barekî mezin dikeve ser milê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê. Bêdengiya li dijî rêveberiya faşîst, zîndekirina hêviyê ye." 
 
‘KURD DIKARIN HEMÛD DERDORAN TÊXIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'
 
Karataş bibîr xist ku hilbijartinên 28'ê Gulanê ji bo kurdan pir girîng in û got: "Gel dibîne ku bi salan e çi tînin serê kurdan. Lewma divê mirov wê hêla kurdan bibîne ku mekanîzmayê çawa dixin nava liv û tevgerê. Kurd, di vî warî de divê ji bo maf û azadiyên bingehîn hemû derdoran têxin nava liv û tevgerê. Ji bo tûra duduyan a hilbijartinê divê her kes hesas be."
 
Karataş destnîşan kir ku divê meseleya tecrîdê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke ya Tirkiyeyê. Karataş bal kişand ser "Mafê Hêviyê" ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jê bêpar tê hiştin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mafê hêviyê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye qebûlkirin û hatiye diyarkirin ku divê tu kes heta hetayê di girtîgehê de neyê hiştin. Ji ber ku di warê destûra bingehîn de em jî girêdayî DMME'yê ne, divê ev biryar bê pêkanîn. Em ê beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî ji bo vê têbikoşin. Di tûra duyan de divê her kes biçe ser sindoqan û em xwedî li sindoqan derkevin." 
 

Sernavên din

23/05/2023
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin