Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin

  • rojane
  • 09:02 22 Gulan 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Girtiyê nexweş Sînan Tûtmaz ê li Girtîgeha Duzce ya Tîpa T’yê tê ragirtin, tevî ku destek wî nîne jî di hucreya yek kesî de tê hiştin. 
 
Li navçeya Akdenîza Mêrsînê di 28’ê mijdara 2011’an de teqînek rû dabû û Sînan Tûtmaz di teqînê de bi giranî birîndar dibe. Tûtmaz ê li nexweşxaneyê tê tedawîkirin, destê wî çepê tê jêkirin û piştî ji nexweşxaneyê tê derxistin tê girtin. Her wiha felca rû derbas dike û perdeya guhê wî diteqe. Di encama darizandinan de derbarê Tûtmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 25 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Tûtmaz herî dawî sewqî Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T’yê tê kirin û wî xistine hucreya yek kesî. 
 
25 SAL CEZA LÊ BIRÎNE 
 
Bavê Tûtmaz, Edîm Tûtmaz anî ziman ku di sala 2011’an de dema lawê wî ji dawetekê vedigere cismek li pêşiya xwe dibîne radike di destê wî de diteqe û destê wî jê dibe û ji ber bandora teqînê laşê wî xesar dibîne. Tûtmaz diyar kir ku piştî bûyerê teqînê dixin stûyê lawê wî û bi îdiaya “endamê rêxistinê” tê girtin û got: “Lawê ne xesarê daye kesî û ne jî kesî kuştiye lê belê 25 sal ceza lê birîn. Hemû laşê wî xesarek zêde dît. Gelek caran ji girtîgehan hat sirgûnkirin. Ji Mêrsînê birin Sîlîfkeyê, ji wir jî şandin Îskenderûnê û ji wir jî herî dawî sirgûnî Duzceyê kirin.” 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN SÎSTEMATÎK 
 
Tutmaz anî ziman ku piştî pirsgirêkên kurê wî yên tenduristiyê zêde bûne serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û tevî hemû nerazîbûnan jî Saziya Tiba Edlî (ATK) xemsar maye. Tutmaz da zanîn ku kurê wî û girtiyên din li girtîgehê bi binpêkirinên sîstematîk re rûbirû dimîne û wiha axivî: “Di rêveberiya girtîgehê de maf û edalet tune. Elektrîk û ava zarokên me qut dike. Tundiyê li ser girtiyan dikin û zilmê li wan dikin. Wan di nizama leşkerî de dihêlin û di yek rêzê de jimareya rawestayî ferz dikin. Hevdîtina rû bi rû û bi telefonê qedexe dike. Zarokên me li dijî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê dikin. Vê carê jî bi hinceta ku dest bi greva birçîbûnê kirine cezayê hucreya yek kesî li wan tê birîn. Tevî hemû nexweşiyan jî kurê min Sînan xistin hucreya yek kesî."
 
COTSTANDARTIYA BO GIRTIYAN 
 
Tûtmaz destnîşan kir ku lawê wî li gel hemû pirsgirêkên tenduristiyê jî xistine hucreya yek kesî û wiha domand: “Li girtîgehan poşmantiyê li girtiyên siyasî ferz dikin. Zextan li wan dikin. Dixwazin wan bikişînin ba xwe. Zarokên me di têkoşîna xwe de bi bawerin û paşve gavan navêjin. Ew dibêjin kurd in û mafên xwe dixwazin. Binêrin ji bo endamên Hîzbûllahê û kesên di serdema 28’ê Sibatê de ceza girtine, efû tên derxistin. Lê tenê kesek jî ji girtiyên me bernadin û dê bernedin jî. Çimkî tenê daxwaza zarokên me aştî û edalet e.” 
 
Tûtmaz diyar kir ku tevî hemû nexweşiyên lawî wî jî ragirtina di hucreya yek kesî de binpêkirina mafên mirovan e û got: “Neheqiyên li ser girtî û gelê me rakin. Girtiyek ku destek wî nîne, guhek wî nabihîze û çavek wî nabîne dixin hucreyê. Gelo wîjdanê mirov viya qebûl dike?” 
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

23/05/2023
09:03 Bi germbûna hewayê re mexdûrên erdhejê nikarin di konan de bimînin
09:02 Bi SÎHA’yan êrişî gundê Şengalê kirin
09:01 Dozger xwest 8 sal ceza li parlementera HDP'ê ya berê Irmak bê birîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN
08:53 Rojnamevan Delal Akyuz hat binçavkirin
08:22 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
08:18 Hunermend Şêrko Kanîwar hat binçavkirin
22/05/2023
23:16 Jinan ji bo Mexmûrê bang li NY'yê kir
20:23 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga ji bo çûna ser sindoqê
19:00 Ciwanên ku ji ber govendê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:54 OHD: Em li dijî êrişên nijadperest li cem gelê kurd in
18:02 Sînan Ogan dê di tûra duyemîn de piştgiriya Erdogan bike
17:07 Cenazeyê Yalçinkaya piştî 73 rojan radestî malbata wê hate kirin
17:05 Dorpêça li ser Mexmûrê didome: Xelkê wargehê li ber xwe dide
16:59 Li Şirnexê ji bo hilbijartinê serdana dikandaran hate kirin
16:39 Ferît Şenyaşar: 28’ê Gulanê em ê bi desthilatê bidin windakirin
14:59 Ji bo ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin daxwaza girtinê
14:59 Li Ewropayê çûyîna ser sindoqan zêde bû: Hêj her tişt xelas nebûye
14:58 Alimên Olî: Em dikarin vê feraseta zordar bi hev re ji holê rakin
14:07 Li Wanê xebatên tûra duyemîn: Em ê di 28’ê Gulanê de bi ser kevin
14:03 Ji bo 28’ê Gulanê banga çûna ser sindoqan kirin
13:47 15 sal cezayê hefsê dan Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer
13:25 Baroya Amedê bersiv da gefa Soylu: Em vî zimanî qebûl nakin
13:11 Ceylan: Herin ser sindoqan, AKP'ê bişînin, sindoqan biparêzin
12:28 Li Hezexê jinên ku qeza şermezar kirin rê li trafikê girtin
11:34 Komeleya Oy ve Otesî: Hejmara dilxwazan ji 200 hezaran derbas bû
11:20 Giliya dengbêj Axîn Biro yê hatibû derbkirin bi neşopandinê encam bû
10:56 Di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin
10:50 Aksoyoglû: Di nava hefteyekê de li Tirkiyeyê nêzikatiyên siyasî tam berevaj bûn
10:05 Ciwanên ji ber gerandina govendê rastî tundiya polîsan hatin sewqî edliyeyê kirin
09:48 Dolarî rekorên hemû deman derbas kir
09:41 Gora Jîna Emînî dîsa hate texrîbkirin
09:36 Sirri Sakik: Divê her kes biçe ser sindoqê û vîna xwe nîşan bide
09:02 Girtiyê nexweş ku destek wî nîne di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:02 Otlû: Em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan gotinên xwe bibêjin
09:01 Wezîrê berê yê îzlandayî: Îmrali dikare bibe laboratuvara aştî û demokrasiyê
09:01 ‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2023'YAN
21/05/2023
23:04 Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê: Divê artêşa Iraqê demildest ji Mexmûrê vekişe
21:31 Polîsan êrişî ciwanên kurd ên govendê gerandin kir
21:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê şehîdên meha gulanê bi bîr anîn
20:23 Li Enqereyê panela zimanê kurdî: Zimanê zikmakî hêmana sereke ya mirov e
18:36 Dag û Er: Îşkence li me tê kirin
16:20 Li Edeneyê bi mezinahiya 4,9 erdhej çêbû
16:03 Li Îzmîrê bîranîna ‘Şehîdên Meha Gulanê’
15:54 Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin
15:04 Zaroka 2 salî ya destdirêjî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
14:55 Hevserokê CDK-F’ê Olmez: Kurd dê rê nedin dîktator
14:33 Hejmara hilbijêrên li derveyî welat dengê xwe dayîn bû çend?
14:04 Cenazeyên endamên HPG/YJA Starê li nexweşxaneyê tên sekinandin
13:30 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome
13:22 HDP: Divê Qirkirina Çerkesan bê naskirin
12:27 Welatparêzê kurd Armûtlû li Amedê hate definkirin
12:12 Sê xwîşk û birayên girtiyê hatibû darvekirin hatin girtin
12:10 Li midûriyeta nifûsê hate derbkirin, li qereqolê rastî lêgerîna tazî hat
11:36 Wesayîta karkerên çandiniyê qeza kir: Kesekê jiyana xwe ji dest da
11:36 HDP: Tifaqa Cumhur ku propagandayeke qirêjî dike dê hesabê bide
11:27 Mizrakli: Bêhêvîtî li me nayê, em ê bi ser kevin
11:26 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Tûra 2’yemîn têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye
10:37 George Aslan bang li hilbijêrên derveyî welat kir ku biçin ser sindoqan
10:24 Berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê di roja 2’yan de didome
10:20 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:19 Îran û Iraqê ji bo tesfiyekirina hêzên kurd lihev kirin!
10:10 Rêjeya çûyîna ser sindoqan a li Swîsreyê zêde bû
10:10 Mexmûr li dijî dorpêçê li ber xwe dide
09:55 Nas: Di hilbijartinê de hilbijêrên kurd dê diyarker bin
09:27 Prof. O’Hearn: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nekarin çareseriyekê peyda bikin
09:16 Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe
09:07 Şemzînanî: Ji bo 28'ê Gulanê çi ji destê me bê em ê bikin
09:04 Ûysal: Em ê bi heman moralî biçin ser sindoqê
09:03 Li Semsûrê çandina tûtinê dest pê kir
09:03 Adalet Kaya: Me di tûra ewil de ew hejandin, em ê di tûra duduyan bi wan bidin windakirin
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2023’YAN
20/05/2023
19:41 Li Mêrdînê banga ji bo hilbijartinê
19:17 Di êrişa li ser Mexmûrê de welatiyek birîndar bû
18:24 13 kesên ku li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:08 Akil: Heke ziman azad bibe civak jî dê azad bibe
16:48 Li Dêrazorê êrişî QSD hate kirin
16:25 Li Erdîşê panela Cejna Zimanê Kurdî: Têkoşîna ziman pirsgirêkeke exlakî ye
16:24 Tecawizkar Musa Orhan doz li lîstikvan Farah Abdullah vekir
16:19 Artêşa Iraqê li Mexmûrê kesekî birîndar kirin
16:17 Bertek nîşanî tundiya polîsan dan: Biryara ‘binpêkirinê’ ya AYM’ê nayê nasîn
15:52 Saziyên sivîl serdana MKGP û DFG'ê kirin: Em ê piştevaniyê bidomînin
15:49 Jiyana girtiya nexweşa penceşêrê Ak di xetereyê de ye
15:26 Ji bo bîranîna windayan qerenfîl avêtin behrê
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Kudîn banga berdanê hat kirin
14:37 TJA: Herkesê vedixwînin ku di 28'ê Gulanê de faşîzmê rawestînin
14:09 22 salî ket girtîgehê 52 salî jê derket
14:04 Li aqûbet û kujerên 7 welatiyan hat pirsîn
13:13 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê îradeya xwe teslîm nekin
12:49 Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin
11:50 Li Îranê 3 kes hatin darvekirin gel daket kolanan çalakî lidarxistin
11:40 Leşkeran li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kirin
10:51 Li derveyî welat û gumrikan deng dayîn dest pê kir
10:48 Li Hezexê dîsa wesayît li zarokekê qelibî û birîndar bû
10:27 Gotina dawî ya Kirtay: Xwedî li girtiyên nexweş derkevin
10:26 Li Hatayê bandorên erdhejê didomin
09:25 Hevserokên HDP'a Şirnexê: Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve
09:05 'Tecrîd divê piştî hilbijartinê bibe rojeva sereke'
09:03 Li Semsûrê 4 gund ji ber bendavê tên valakirin