Amedî: Ji bo ku em yek zilamî têk bibin em ê biçin ser sindoqan

  • rojane
  • 14:38 26 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Hilbijêrên amedî diyar kirin ku dê di hilbijartina serokkomariyê de yek zilamî têk bibin û anîn ziman ku ew ê biçin serdiqan û dengê xwe ji bo guhertinê bidin. 
 
Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê dê di 28’ê gulanê de bên kirin. Têkildarî hilbijartinê me li navçeya Yenîşehîr a Amedê mikrofon dirêjî welatiyan kir. Welatiyan anîn ziman ku di tûra duyemîn de dîktator sekinandin û wê di tûra duyemîn de wî bişînin û guhertinê pêk bînin.   
 
‘JI BO ERDOGAN BIÇE…’ 
 
Yek ji hilbijêrên ciwan Erkan Kaya (20) yê anî ziman ku wê di 28’ê Gulanê de biçe ser sindoqan wiha got: “Ji bo ku Erdogan biçe ez ê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû. Tabloya 10 salan di holê de ye, ne karek heye ne jî mirov dikarin xwe bi awayekî rihet bînin ziman. Ji bo dibe ku bibe hêviyek ez ê dengê xwe bidim. Guhertin şert e, di tûra ewil de min dengê xwe da Kiliçdaroglû, ez ê di tûra duyemîn de jî bidim wî.” 
 
Azad Metîn jî diyar kir ku ji bo ev hilbijartin gelek girîng e li bajarên kurdan piştgiriya Kiliçdaroglû hate kirin û wiha got: “Em ê di tûra dûyemîn de jî piştgiriya Kiliçdaroglû bikin. Partî û namzetên din li gorî berjewendiyan aliyên xwe diguherînin lê Partiya Çepên Kesk an ku kurd bêyî ku di bin maseyê de hesabekê bikin ji bo guhertinê wê dengê xwe bide. Ez difikirim ku ji hin aliyan ve ferqa Kiliçdaroglû ji Erdogan nîne. Ji bo guhertina kesê 22 sal in welat bi rê ve dibe were guhertin di çarçoveya konjonkturê de em ê dengê xwe bidin wî. Kî were hilbijartin bila were hilbijartin rêya derketina ji krîza welat bi rûniştina ser maseyê çareserkirina pirsgirêkan e.”
 
‘EM Ê GUHERTINÊ PÊK BÎNIN’ 
 
Yek ji hilbijêran Berat Yanar jî diyar kir ku di hilbijartinên wekiliyê de ji ber polîtîkayên partiya wan meşandin encamên ku dixwestin bi dest nexistine û wiha got: “Me di tûra ewil de rejîma yek zilamî sekinand. Di tûra ewil de me piştgiriya kîjan namzetî kiribe, em ê careke din piştgiriya wî bikin. Divê em piştgiriya Kiliçdaroglû bikin, pergala yek zilamî têk bibin û guhertinê pêk bînin.”
 
Ji hilbijêran Yûsûf Çeçen jî wiha got: “Rewşa aboriyê di holê de ye. Ez di mehekê de 8 hezar û 500 lîreyan distînim, ez ê li xwe binêrim, dayik û bavên xwe binêrim, êdî bes e. Bila Erdogan biçe, mirov ditirsin ku biaxivin, êdî bes e. Heta ku derê dê bitirsin?”
 
‘EM DÎKTATORÎ BIŞÎNIN’ 
 
Yek ji welatiyan Denîz Devrîm, destnîşan kir ku heke Erdogan qezenc bike ne tenê li gelê kurd wê li hemû gelên Tirkiyeyê zext bê kirin û wiha got: “Heke Erdogan qezenç bike, dê gengeşiyeke navxweyî derkeve. Dibêje ‘xwişk û bira’ lê qeyûm tayînî vîna ku min hilbijartî dike. Ji bo ku zimanê dayika xwe diaxivin an tên binçavkirin an jî tundî li me tê kirin. ji bo ku li Stenbolê stranên kurdî gotin û govend gerandin mirov li gel Sirûda Mehter tên binçavkirin. Van mirovan cihek dagir kir? Çiye ev nefre. Yekane tişta ku em li dijî van bikin yekitî û hevrebûn e.”
 
‘BILA HERKES BIÇE SER SINDOQÊ’
 
Devrîm, ê polîtîkayên du alî yên desthilata AKP’ê yên li ser gelê kurd û zimanê kurdî rexne kir wiha got: “Ez dixwazin li her derê zimanê xwe yê dayikê biaxivim, dixwazim bibim welatiyekî wekhev. Tê Amedê dibêje ‘kurd hene’ diçe Enqereyê dibêje ‘nînin’. Ji bo ku bibe desthilat û civakê kontrol bike her rêyê ji xwe re neguneh dibîne. Ez ji xizmên xwe yên dengê xwe didin AKP’ê re heqê xwe helal nakim. Ez ê roja qiyametê ji wan gazinker bim. Bila herkes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkeve. Bila xwedî derkeve ku em vî dîktatorî bişînin.”
 
Yek ji welatiyan Rêber Zana jî bal kişand ser krîza aborî û polîtîkayên Erdogan wiha rexne kirin: “Dibêje ez ekonomîst im, ev ekonomîstiyeke çawa ye. Pêxember dibêje ‘dem li gorî we tevnagere, hûn li gorî demê tev bigerin’. Rêgeza bazirganiyê heye, heke tu wê pêk neînî nabe. Heke li vî welatî kargeh nekevin meriyetê, bacên çandiniyê neyên kêm kirin, pêkane ku li vir biha bikeve? Heke ku baceyên pîvaz, gübre, derman û sotemeniyê kêm nekin wê maliyet çawa kêm bibe?”
 

Sernavên din

29/05/2023
18:34 Partiya Çepên Kesk, HDP, HDK, KCD û DBP dê civînekê pêk bînin
18:02 Li Enqereyê jinek hat kuştin
17:57 OHD, têkildarî îşkenceya li Geverê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin
17:27 Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî
17:11 Partiyên siyasî serdana reveberê DBP’ê ku mala wî hatibû gulebarankirin kirin
16:30 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me wê bi biryardarî bidome
16:24 Encamên teqez ên tûra duyemîn dê di 1’ê Hezîranê de bên aşkerekirin
15:20 Wêneyê tundiya polîsan: Bijîşk rapora ‘serêşê’ da
14:50 Xwebûn bi manşeta ‘Kurdan Erdogan red kir’ derket
14:21 Zema ji bo benzînê di rê de ye
14:10 Noxteyên Hîzbûllahê hatin bombe barandin
14:00 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde
14:00 Oy ve Otesî pergala xwe ya şopandina girtekan vekir
13:50 Tirkiye di bikaranîna tiryakê de di nav 5 welatên ewil de ye
11:24 Îmamoglû: Her tişt ji nû ve dest pê dike
11:07 TIR û dolmîş li hev qelibîn: 4 kes mirin
11:02 Rojnamevan Hekîmoglû: Kurdan tişta kete berê wan kir
10:45 Wî xistin odeyê û îşkence lê kirin: Em hatine ku kurê te bikujin
10:18 YSK dê encamên hilbijartina parlamenteriyê diyar bike
10:04 Piştî hilbijartinê dolar, euro û zêr zêde bûn
10:02 Li Mêxmûrê berxwedan didome
09:54 Li Geverê serdegirtinên malan: Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin
09:53 Binpêkirin û bêrêbaziyan mohra xwe li tûra duyemîn a hilbijartinê da
09:00 Wezareta Dadê daneyên girtiyên nexweş parve nake
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN
28/05/2023
23:10 HDP û Partiya Çepên Kesk: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
22:57 YSK'ê Erdogan wekî serokkomar îlan kir
22:01 Kiliçdaroglû: Meşa me didome, em li vir in
21:33 Li Efrînê pîrozbahiya ji bo Erdogan: Zarokek hat qetilkirin
21:28 Li Girtîgeha Amedê encamên hilbijartinê
21:23 Li Wanê cerdevanekî mala rêveberê DBP'ê guleberan kir
20:25 YSK’ê daneyên dawî eşkere kir
19:47 YSK: Ji sedî 54,60’ê dengan hatin hejmartin
19:33 Kiliçdaroglû li Roboskiyê bi rêjeyek zêde deng girt
19:00 YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me
18:37 AA’yê dîsa xwe şaş nekir: Erdogan li pêş nîşan da
18:36 Li Girtîgehên Şirnex û Mêrdînê ji Kiliçdaroglû re dengekî zêde derket
18:35 Li Sîsê ji bo Erdogan deng tune ne!
18:15 Qedexeya weşanê hat rakirin
18:07 Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwarin: Hûn ê hînî me bibin
17:56 AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
17:33 Grûbek AKP’ê li şûna hilbijêrên neçûne dengdayînê bi komî deng bikar anîn
17:29 Ji Serokê YSK’ê daxuyaniya ewil: Tu rewşên neyînî çênebûn
17:24 Di tevahiya rojê de li Rihayê binpêkirin hatin kirin
17:18 Parêzvanên şaredarê AKP’yî êrişî muşahîdan kirin
17:00 Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi dawî bû
16:41 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
16:40 Êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kirin
16:23 Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin
16:14 Polîsan li Cizîrê êrişî welatiyên li baxçeyê dibistanê bûn kir
16:11 HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
16:09 Li Herêma Egeyê pûsûlayên ji bo Erdogan hatine mohrkirin didin hilbijêran
15:59 Kujerê Vezîre Erturk hat girtin
15:42 Binpêkirin didomin: Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin
15:32 Polîsan bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengê xwe dan
15:28 Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye
15:26 Îdiaya ku li gundê ser sînor deng bi komî hatine dayîn: Êrişî parêzeran û wekîl kirin
15:15 ‘Tirkiye îxrackirina petrola herêmê li dijî Bexdayê weke amûra zextê bi kar tîne’
15:08 Li Hezexê qeza çêbû
14:59 Li Amedê pûsûlayên dengan ên sexte
14:46 Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin
14:43 Li Seyhanê polîsan kirariya dengdayînê da sekinandin
14:42 CHP’ê li dijî bêrêbaziyan serî li desteya hilbijartinê da
14:24 Di zerfê de pûsûleya bi mohra Erdogan hate tespîtkirin
14:10 AKP’iyan erişî şaredarê CHP’î kirin
14:02 Li Hatayê muşahid hatin derbkirin
14:00 Leşker ji muşahîd re got, ‘Ev der cihê Ak Partiyê ye, nikarim mudaxile bikim’
13:55 Li Stenbolê dê 28 hezar û 96 kes nekarin dengê xwe bidin
13:53 Li Sêrt, Mûş û Edeneyê binpêkirina dengdayînê
13:35 Piştî gotina ‘me pêvajoya xist sarincê’ cara ewil çû ser sindoqê
13:23 AKP’iyan ji keya û cerdevanan re got: Wêneyên dengên xwe bikişînin û bişînin
13:22 Cerdevan û AKP’iyan êrişî peywîrdarên sindoqan kirin
13:09 Serokê YSK’ê: Hilbijartin wê zû encam bigire
12:58 Posterên Erdogan di roja hilbijartinê de jî nehatin rakirin
12:52 Erdogan dengê xwe da: Dê pir lez biencam bibe
12:49 Komkujiya Roboskê di meha 137’emîn de ye
12:48 Kiliçdaroglû: Ji bo demokrasiyê em biçin ser sindoqan
12:42 Onder: Hindik ma, eks jî miradek e
12:37 Parlamenterê Partiya Çep a Almanya li Amedê ye: Ji bo mafê mirovan divê her kes biçe dengdayînê
12:26 Îmamoglû: Gelek tiştên em li hev helal bikin hene
12:23 Sancar: Bila herkes biçe ser sindoqan
12:22 HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
12:15 Li Stenbolê cedwelên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin
12:07 Li baxçeyê dibistaneke Cizîrê wesayîta bêplaka hate dîtin!
11:38 Wekîlê ku li dijî dayîna dengan a li şûna jinan derketî rastî êrişê hat
11:32 Prz. Ekîncî: Biryara Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê siyasî ye
11:23 Li Mêrdînê polîs ji bo AKP’ê muşahîdan kom dikin: Bi komî ray tên bikaranîn
11:14 Buldan: Dengek gelek tiştan diguherîne
11:03 Demîrtaş bang kir: Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin
10:56 Emîne Şenyaşar dengê xwe da: Dê guherîn çêbibe
10:56 Li Yalovayê gelek zerf ji derve anîn dibistanê
10:40 Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê: Bi binpêkirinan dest pê kir, bi binpêkirinan bi dawî bû
10:05 Hevberdevkên partiya Çepên Kesk dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:49 Mexdûrên erdhejê di konteyniran de dest bi dengdayînê kirin
09:25 Gelaliyê YNK'î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike
09:02 ‘Heya tecrîda li Îmraliyê bidome dê aborî baş nebe'
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN
08:00 Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê dest pê kir
27/05/2023
21:25 Bi hezaran kes li Xabûrê hatine sekinandin
20:05 Li Wanê Şukru Koçak jinekê qetil kir