Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin

  • rojane
  • 15:53 30 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - KCD, HDK, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê piştî civîna nexşerêya heyama nû daxuyanî da û gotin: “Em rê nadin tu bêmoraliyê, bêtaqetiyê, qelsiyê, destûr nadin tu operasyonê. Em ê encaman bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh binirxînin. Em berxwedana xwe mezin bikin û bi pêş bixin.” 
 
Hevserok û hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk (Yeşîl Sol Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo encamên hilbijartinan binirxînin û nexşerêya heyama nû ango dema bê diyar bikin civîn li dar xistin. 
 
Piştî civînê daxuyanî hat dayîn. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Em wekî Hevserokên Giştî û Hevberdevkên Giştî yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin cem hev û li ser encamên hilbijartinê û xebatên dema pêşiya me, me nirxandin kir. 
 
Li gor vê yekê, 
 
* Li gel konsepta têkbirin û tasfiyekirinê ku di salên dawî de li hemberî Tevgera Kurd ya Siyasî tê meşandin me bi hev re têkoşîn û berxwedaneke esasî meşand û em dimeşînin. Li gel darbeya bênavber ku li hemberî israra azadiya gelê Kurd tê meşandin, gelê me li Kurdistanê bersiva herî girîng û eşkere di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de da. Em vê helwesta gelê Kurd ku li hemberî bêstatubûnê û inkara pergalê, bi daxwaz û têkoşîna xwe ya azadiyê israr dike, li hemberî zulmê tu tawiz nade bi rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber vê helwestê ditewînin. Em soz didin ku em ê vê helwesta gelê xwe di xebatên xwe yên pêşiya me de jî esas bigirin û bi awayekî bi bandor di siyaseta xwe de pêk bînin. 
 
* Her wiha em helwest û sekna gelên Tirkiyeyê sişav dikin ku li hemberî desthilata faşîst a ku hemû derfetên dewletê bi kar anî, hemû komplo, defik, derew û dezenformasyon wekî rêbazeke siyasî pêk anî. Di vê hilbijartinê de ji 2 kesan kesek li hemberî pergala qesrê derket; ev yek ji bo me sedema mezinkirina têkoşîna civakî ya şoreşger û demokratîk e. 
 
* Em qebûl dikin ku di hilbijartinê de em negihîştin hedefên xwe û li gor van hedefan em bi ser neketin. Lê belê em bang li wan kesan dikin ku li ser encamên sandoqan bandor û diyarkariya têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê dinirxînin; Em her tim bi awayekî siyasî pêş ketin û bûne hêviya bindestan. Di dema nû de jî bandora me ya diyarkirinê dê di warê rêxistinî, polîtîk û civakî de bidome. Vê rola me jî herî zêde derdorên ku dibêjin 'bi aqlê dewletê tevgeriyane' baş dizanin. Em ê bi înad û israr rola xwe ya têkoşîna demokrasiyê hîn zêdetir mezin bikin û hîn bihêztir bibin pêşengê doza azadiyê. 
 
* Em soza xwe ya serkeftina doza demokrasî û azadiyê ji nirxên xwe re, ji heval û hogirên xwe re didin ku li zindanan, li sirgunê û li her qada têkoşînê berdêl û ked didin.
 
* Em rê nadin tu bêmoraliyê, bêtaqetiyê, qelsiyê, destûr nadin tu operasyonê û her wiha bi baweriyeke mezin em ê di rojên pêş de bi pêkhate û saziyên xwe re bi gelên xwe re bi awayekî berfireh encamên ku derketine holê binirxînin. Em ê ji van encaman para xwe derxin û li gel vê pergala neyarê ked, azadî, aştî, xweza, jin û ciwanan berxwedana xwe mezin bikin û bi pêş bixin. 
 
Serkeftin dê bibe ya gelên ku li hemberî faşizmê têkoşîn dide!”
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/06/2023
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’