Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re

  • rojane
  • 10:18 31 Gulan 2023
  • |
img

STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 27 meh in tu agahî jê nayên girtin. Hat zanîn ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re biryareke din a qedexeya hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re hatiye dayîn. 

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê re hate girtin û ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe re axivî bû lê telefon hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve jî tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re gelek caran serlêdan kirin lê ev serlêdan yan bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayê disiplînê” hatin redkirin. 
 
JI BO ÎTÎRAZÊ REDA BÊHINCET
 
Li dijî qedexeya hevdîtina bi malbatê re parêzeran herî dawî di 23’yê kanûna 2022’yan de serî li 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan hate redkirin. Têkildarî naveroka biryara redkirinê tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin. Tenê hat gotin ku “cezayê disiplînê” heye. Parêzeran ji bo rakirina biryarê di 10’ê çileyê de serlêdana îtîrazê ji bo 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê kirin. Dadgehê di heman rojê de bi heman hincetê îtîraza parêzeran red kir. 
 
QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE YA NÛ
 
Parêzeren piştî erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê ku bandoreke mezin li gelek bajaran kir, ji bo hevdîtina parêzer û malbatan careke din serlêdan kir. Parêzer hîn bûn ku di 21’ê kanûna 2022’yan de ji bo 3 mehan derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de biryara qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan de hatiye dayîn û biryara qedexeyê di 10’ê çileya 2023’yan de teqez bûye. Parêzeran tevî vê yekê jî ji bo hevdîtina parêzeran hefteyê du caran û ji bo hevdîtina bi malbatan re jî hefteyê carekê serlêdan kirin. 
 
Parêzeran di 6’ê nîsana 2023’yan de cuda cuda ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serlêdan kirin. Serlêdan hewaleyî 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hatin kirin û dadgeriyê di 12’ê nîsanê de serlêdana ji bo hevdîtinê û îtîrazên parêzeran red kir. Li gel ku biryara qedexeyê ya berê hêjta ne qediya bû jî dadgeriyê destnîşan kir ku di 15’ê adarê de ji bo qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re biryareke din dane, biryar di 30’ê adarê de teqez bûye û bi vê sedemê jî serlêdana ji bo hevdîtinê red kiriye. 
 
Parêzeran, di 14’ê nîsanê de ev biryar bi 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê. Dadgehê îtîraza parêzeran di 30’ê nîsanê de red kir û biryar teqez bû. Bi vê yekê re derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah de biryareke nû ya hevdîtina qedexeya bi malbatê re hate dayîn. 
 
QEDEXEYA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE YA NÛ
 
Her wiha tevî ku biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 27’ê cotmeha 2022’yan de teqez bûbû bi dawî bû jî, ne dozgeriyê û ne jî rêveberiya girtîgehê tu bersiv nedidan serlêdanan. 
 
Parêzeran ji bo hevdîtinê bi parêzeran re di 27’ê nîsana 2023’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Lê belê dadgeriyê bersiv neda serlêdanê. Li şûna dadgeriyê, 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê teblîg ji parêzeran re şand. Di teblîgê de cih da biryara 3’yemîn Dadgeha Cezayan a Bursayê. Di biryara teblîgê de hat destnîşankirin ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryareke nû ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn. 
 
Hat zanîn ku parêzeran li dijî biryarên qedexeyê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdanên şexsî kirine. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

05/06/2023
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’