Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin

  • rojane
  • 09:21 7 Hezîran 2023
  • |
img
ANTALYA - Li ser gefên Emniyeta Antalyayê, ofîsa emlaqê peymana kirêyê ya bi xwendekarên kurd re betal kir. Xwendekaran got ku ev du sal in di bin zexta polîsan de ne û dan zanîn ku dê giliyê polîsan bikin. 
 
Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê li xwediyê ofîsa emlaqê ya ku xwendekarên kurd mal jê kirê kiribû geriya, gef lê xwar ku malê nedin xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin. Ji xwendekarên zanîngehê Botan A. û B.Y. ji bo xwe li Taxa Ahlatli ya navçeya Kepezê malek dît û ji bo kirêkirinê peyman îmze kir. Lê belê ofîsa emlaqê 3 saet piştre li xwendekaran geriya û jê re got ku polîsên Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyeta Antalyayê li wan geriyane û gef lê xwarine. Xwediyê ofîsa emlaqê li ser gefên polîsan, peyman betal kir. Xwendekaran da zanîn ku dê ji ber mexdûriyeta xwe giliyê polîsan bikin. 
 
‘MALAN NEDIN TERORÎSTAN’
 
Ji xwendekaran Botan A. diyar kir ku mafê wan ê hewînê hatiye xespkirin û wiha domand: “Piştî ku bo xwe mal girtî, me heqê wê da û peyman îmze kir. Dema em ber bi malê ve diçûn, emlakfiroş li min geriya û got ji TEM’ê polîsekê bi navê Hakan li wî geriyaye û jê re gotiye; ‘ev terorîst in, malan nedin van kesan.’ Gef lê hatiye xwarin. Piştre jî emlaqfiroş li me geriya û got ku dê malê nede me. Pereyê mayî li me vegerand lê pereyê me ji bo malê, alavên paqijiyê, tiştên malê û neqliyetê xerc kirin li me venegerand.” 
 
EV DU SAIL IN JI HÊLA POLÎSAN VE TÊN ŞOPANDIN
 
Botan A., got ku polîsan di demên berê de jî ji cîranên wan û xwediyê mala lê diman re îdiayên bêbingeh kirine û wiha pê de çû: “Ji ber zextan em neçar man ku malê vala bikin. Em biçin kîjan malê, polîs piştî me diçin bi xwediyê malê yan jî bi emlaqfiroşan re peywendiyan datînin û me reş dikin. Ev 2 sal in em bi van pirsgirêkan re rû bi rû ne. Heta nahêlin em bo xwe malê jî bigirin. Li dibistanê jî her tim me dişopînin. Em bi kîjan xwendekarî/ê re biaxivin, piştre diçin pê re diaxivin û jê re dibêjin ‘ew terorîstin’ û zextê lê dikin ku bi me re neaxivin.” 
 
‘JI BER KURDBÛNA ME VÊ ZEXTÊ DIKIN’ 
 
Di berdewamê de Botan A. anî ziman ku di 22’yê sibata 2022’yan de rastî êrişa komeke nîjadperest hatine û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber vê êrişê derheqê me de lêpirsîn dan destpêkirin. Ji ber ku em tev li daxuyaniyên çapemeniyê dibin, bursên me birîn û ji wargehê hatin avêtin. Tekane sedema van zextan, kurdbûna me ye. Yên rastî êrişê hatin em in lê lêpirsîn derheqê me de hate vekirin. Têkildarî vê mijarê em ê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin. Dixwazin bi van hewldanan me bitirsînin û bêzar bikin. Lê em ê her tim li dijî neheqiyê derkevin, mafê xwe biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
MA / Dîlan Akyol
 

Sernavên din

11/06/2023
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn