Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin

  • rojane
  • 10:02 7 Hezîran 2023
  • |
img
ÊLIH - Karkerê bi navê Nûrî Aydin li Şaredariya Êlihê ya ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin bêsîgorte hatiye xebitandin û jiyana xwe ji dest da. Di rapora SGK’ê de hat gotin ku Cîgirê Şaredarê Êlihê Metîn Gurbuz di mirina Aydin de ji sedî 100 biqisûre. Her wiha derket holê ku Gurbuz karên li dijî Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê kirine. 
 
Derket holê ku Cîgirê Şaredarê Êlihê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye Metin Gurbuz bêyî ku tevdîran bigire û bêyî sîgorte karker dane xebitandin û bûye sedema mirina karkerekî. Hostayê înşaetê Nûrî Aydin dema di karê tadîlata navenda kargehan a ji hêla Midûriyeta Karên Çand û Civakê ya Şaredariya Êlihê ve hatibû kirêkirin de dixebitî, di 8’ê tîrmeha 2021’an de qeza kir û jiyana xwe ji dest da. Derheqê mirina Aydin de lêpirsîn hatibû destpêkirin lê belê ji ber ku qeyûmê Şaredariya Êlihê û Waliyê Êlihê Ekrem Canalp destûr neda, 2 salan derheqê Cîgirê Şaredarê Êlihê Metîn Gurbuz de tu kirarî nehatin kirin ku di bûyerê de qisûra wî heye. 
 
Ji ber ku qeyûm destûra lêpirsînê nedida, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê li 6’emîn Dadageha Îdareyê ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kir. Dadgehê ev îtîraz qebûl kir û biryara “destûrnedayîna lêpirsînê” betal kir. 
 
PEYWIRA XWE XERAB BI KAR ANÎ
 
Dadgeha Îstînafê diyar kir ku delîlên xurt hene ku Gurbuz sûcên weke “peywira xwe xerab bi kar anî”, “sûcên li dijî jêbaweriya rêveberiya cemaweriyê û rêvebirina wê kiriye”, “Ziyandayîna saziya cemaweriyê” û “xebitandina karkeran a bêsîgorte û bêyî tevdîrên ewlehiyê yên kar û ji ber xemsariyên di asta qesdî de bûye sedema mirina karkeran” kiriye. Dadgehê cih da rapora kesê pispor ku di raporê de Gurbuz ji bûyerê ji sedî 100 biqisûr tê dîtin. Li ser biryarê, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê lêpirsîn domand. 
 
BÊSÎGORTE XEBITANDIN 
 
Ajansa me xwe gihand Rapora Lêkolînê ya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) ya di dosyaya lêpirsînê de cih digire û bêusuliyên şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de vedibêje. Di raporê de derket holê ku Aydin ê jiyana xwe ji dest dayî û 3 kesên din bêsîgorte hatine xebitandin. Di raporê de tê gotin ku li gel Aydin, kurê wî Mûrat Aydin jî bêsîgorte hatiye xebitandin û ji bo tenduristiya kar û ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin. 
 
BI 20 HEZAR TL’AN NIFTE TESLÎM KIRIN 
 
Di raporê de derheqê pêvajoya kirêkirina Yildizlar Çayevî de agahî hatine parvekirin ku qeza li vir çêbûbû. Hat gotin ku kesê ev kargeh ji bo şaredariyê kirê kirî tu peyman û belge îmze nekiriye û li hemberî 20 hezar TL’an nifteya kargehê radestî Metîn Gurbuz kiriye. 
 
TESPÎTA ‘KARÊ NEFERMÎ HATE KIRIN’ 
 
Di encama rapora SGK’ê de jî ev tespît hatiye kirin: “Nûrî Aydin, di 8’ê tîrmehê de li cihê lê dixebitî kete erdê û wefat kir. Weke ‘qezaya kar’ hatiye hesibandin. Di bûyera qezayê de kardar ji sedî 100 biqisûr e. Di mijara Yildizlar Çayevî ya aydê şaredariyê de divê kesên karker bêsîgorte digirtin kar bên cezakirin, li cihên ji hêla Serokatiya Şaredariyê ve hatine kirêkirin li dijî Qanûna Îhaleyan kar hatiye kirin, pere bi dest hatine dayîn û meqamên edlî xelet hatine agahdarkirin. Ji bo li gorî van tespîtan kirarî bên kirin, hewceye Wezareta Karên Hundir were agahdarkirin.” 
 
METÎN GURBUZ KÎ YE?
 
Metîn Gurbuz hevjînê Adîle Gurbuze ku Cîgira Serokê AKP’a Êlihê yê berê bû û di hilbijartinên 2015’an de bûbû namzeta parlamenteriyê ya AKP’ê. Gurbuz, bi rêya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet bêyî bikeve ezmûnê, li şaredariyê hate bicihkirin. Piştî ku Alî Osman Bîlgîlî ku bi nelirêtiyên xwe ji rojevê dernediket tayînî Osmaniyeyê hate kirin, Gurbuz di 12’ê tîrmeha 2022’yan de weke Midûrê Çand û Karên Civakî yê Şaredariyê hate peywirdarkirin. Piştre jî bû Midûrê Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re. 
 
Gurbuz, herî dawî jî bû Cîgirê Şaredarê Êlihê. Midûriyeta Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re, Midûriyeta Karên Agahdarkirinê, Midûriyeta Çand û Karên Civakî, Midûriyeta Karên Werzîşê, Midûriyeta Temamkirin, Lênihêrîn û Temîrkirina Makîneyan, Midûriyeta Zabiteyan, Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê û Midûriyeta Çavkaniyên Mirovan û Perwerdeyê jî girêdayî Gurbuz hatin kirin. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

11/06/2023
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn