Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!

  • rojane
  • 10:14 12 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Derbarê karkerên kurd ên li navçeya Sîlîfkeyê ji aliyê kesên gotin “ev terorîst in” ve hate xwestin bên lînckirin de bi îdiaya “Birîndarkirina hesan a biçekê” doz hate vekirin. 
 
Di 12’ê îlonê de li Taxa Sokun a navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê Bûrhan Avci bi traktorê li wesayîta karkerên kurd ên li ser îskeleya serayê dixebitiyan da. Ajokarê traktorê Burhan Avci piştî qezayê hewl da ji cihê bûyerê bireve. Karkerên kurd jî hewl dan ajokarê traktorê bidin sekinandin û li ser vê yekê ajokar Avci berê traktorê da karkeran û xwest wan bipelçiqîne. Avci piştre jî çû meydana gund, qêriya û bi gotina “Ev terorîst in, dê min bikujin” alîkarî xwestibû. Li ser vê bangê, şêniyên gund li meydana gund kom bûn û xwestin karkerên kurd lînc bikin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Sîlîfkeyê lêpirsîna xwe ya têkildarî bûyerê temam kir. Dozger, derbarê karkerên kurd, Îdrîs Îder, Mehmet Îder, Mûstafa Îder, Nûrettîn Erez û Ramazan Erez ên ji aliyê Avci ve hate xwestin bên lînckirin de bi îdiaya ““Birîndarkirina hesan a biçekê” îdianame amade kir. Îdianame, ji aliyê 5’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Sîlîfkeyê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil wê di rojên pêşiya me de bê dîtin.
 
FERQ NEKIRIYE KU LI WESAYÎTÊ DAYE!
 
Di îdianameya ku karker weke bersûc, gundî jî weke muştekî tê de cih digirin de hate diyarkirin ku Avci bi deriyê traktorê li wesayîta karkeran a bi markaya Volkswagen Transporter a bi pîleqeya 31 KJJ 088 daye, ji cihê bûyerê reviya ye û karker li pey traktorê çûne li ber qehwexaneya gundê Sokun bi Avci, bavê wî Metîn Avci û Mûstafa Tok re şer kirine. Avciyê ku di îdianameyê de cih da îfadeya wî îdia kir ku bi traktorê silaja garisan dibir ji ber dengê traktorê ferq nekiriye ku deriyê piştê li mînîbusê ketiye û rêya xwe berdewam kiriye. Avci îdia kir ku mînîbus bi piştê ve nêzî wî bûye û kesan ji nava wesayîtê bi çakûçên serê wan plastîk avêtinê û îdia kir ku şêniyên gund ji bo bikevin navbera şer hatine cihê bûyerê. Bavê Avci, Metîn Avci jî îdia kir ku piştî hîn bû ku li kurê wî hatiye xistin çûye ber deriyê qehwexaneya gund û karkeran li wî jî daye. 
 
ÎFADEYÊN KARKERAN
 
Karkeran di îfadeyên xwe de sûcdariya derbare wan de qebûl nekirin û dan zanîn ku Avci li wesayîta wan daye, reviyaye çûye qada gund û li wir ji gundiyan re gotiye ‘ev terorîst in dixwazin min bikujin’. Yek ji karkeran Îdrîs Îder got ku Avci ji gundiyan re got “ev terorîst in dixwazin min bikujin” û kesên li wir jî ji wan re gotine “Ev der bajarê me ye hûn ji ku hatibin herin wir”. Îder, da zanîn ku pişt re êriş li wan hatiye kirin û li dijî êrişê xwe parastine.
 
Di îdianameyê de hate îdiakirin ku kamerayên li cihê bûyerê û derdora wê naxebitin. Di îdianameyê de bal hate kişandin ku rapora derbê hatiye wergirtin û çakûçê serê wî plastîk weke çek hatiye hesibandin. 
 
Di îdianameyê de hate gotin ku “(…) gilîkar hatine derbkirin, raporên dawî yên bijîşkan li gorî îfadeyên kesên gilîkarin, gumanbaran bi daxwaza beşdariyê tevgeriyan e û ji ber vê encamê hemû weke sûcdarên hevpar berpirsyar in, baş nehatiye tespîtkirin ku kê li glîkaran xistiye û li gorî hikmên darazê divê gumandar 2 caran ji ber sûcê jê tên sûcdarkirin bên cezakirin.”
 
Di îdianameyê de derbarê Mehmet Îder, Bûrhan Avci, Îdrîs Îder, Ramazan Erez, Nûrettîn Erez û Mûstafa Tok de ji ber sûcên “heqaret” , “birîndarkirina biqestî” û “gefan” biryara neşopandinê hate dayîn. 
 
Her wiha hate hate zanîn ku lêpirsîna derbarê Metîn Avci de tê birêvebirin berdewam dike. 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

17/06/2023
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje