Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin

  • rojane
  • 10:38 12 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan HDP’ê weke “partiya sosyalîzma demokratîk” pênase dike û wiha dibêje: “Bi hestiyar tevnegerin, xwe birêxistin bikin û pêş bixin. Ji rexneyan netirsin. Darekî bifikirin, ma ew dar tenê bi yek şaxê dibe? Gelek şaxên wê darê hene.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinên serokkomarî û yên giştî dest bi pêvajoya jinûvesazkirinê kir. Di vê pêvajoyê de HDP dê bi gel re hevdîtinan bike, pêvajoya rexne-xwerexnekirinê bide destpêkirin û bi biryara nîhaî ya gel re dê kongreya xwe ya mezin li dar bixe. Sedema bingehîn a destpêkirina pêvajoya jinûvesazkirinê ya HDP’ê jî rexneyên hilbijêrên wê ne. Bi taybet jî hilbijêrên HDP’ê têkildarî stratejiya hilbijartinê û pêvajoya diyarkirina namzetan gelek rexne kirin. Yek ji mijara din a rexneyan jî dûrketina ji fikriyata Rêya Sêyemîn bû. 
 
HDP di 15’ê cotmeha 2012’an de bi mebesta ku hemû derdorên bindest û keda wan tê xwarin di bin heman sîwaneyê de bicivîne hate avakirin. Fîkriyata HDP’ê rêveberiya gel esas digire û avakerê vê fîkriyatê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Li gel fîkriyata partiyê, her wiha Ocalan di hevdîtinên navbera salên 2013-2015’an ên li Girtîgeha Îmraliyê bi Şandeya Îmraliyê re de jî derheqê partiyê de pêşniyar dikir û HDP’ê kir kirdeya siyaseta Tirkiyeyê. Ocalan, HDP weke “tevgera siyaseta demokratîk” pênase kir û digot ku tekane projeya ku dê sazmendiya demokratîk pêk bîne ye. 
 
Ocalan ji hêlekî ve bi pêşniyarên xwe kir ku fîkriyata HDP’ê pêş bikeve û li hêla din jî gelek caran rexneyên xwe yên têkildarî kêmanî û xeletiyên di mijara Rêya Sêyemîn anî ziman. 
 
Ocalan, ji sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Lê ev zêdetirî 2 sal in tu agahî jê nayên girtin. Me jî nirxandinên Ocalan ên di demên berê de ji bo HDP’ê kirine dane ber hev. 
 
'DIVÊ MECLISÊN GEL BÊN AVAKIRIN’
 
Ocalan, gelek caran ji bo HDP’ê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêşniyara avakirina “Meclisa Gelan” kir. Ocalan digot ku ji bo vê divê partî xwedî plan be û birêxistinkirî be û diyar dikir ku divê HDP di nava gel de baweriyê ava bike. Abdullah Ocalan destnîşan dikir ku divê HDP elewiyan birêxistin bike û ev nirxandin dikir: “Divê partiyeke pratîk a wisa hebe ku ji Edîrneyê heta Colemêrgê bibe dengê her kesî. Firsendê nedin tu kesî ku vê valahiya çêdibe dagirin. Divê mirov firsendê nede neteweperweran, CHP û MHP’ê. Bi şovenîzmê nekevin.” 
 
TEVGERA SOSYALÎST A DEMOKRATÎK
 
Di gelek nirxandinên xwe de Ocalan HDP’ê weke tevgereke demokratîk û sosyalîst pênase dike û wiha dibêje: “Ji bo me tevan rêxistineke hevpar hewce dike. Ji salên 70’ê heta niha daxwaza me ev e. Rêxistinên neteweperest her tim pêşî li vê girtin. Projeya HDK-HDP’ê projeyeke rast e. Navên wan jî di cih de ne. Lê karîger nîne. Qada meclisê teng dimîne, hemû kesan nagire nav xwe. HDP dikare kongreyeke awarte li dar bixe û xwe jinûve birêxistin bike.” 
 
‘DIVÊ TEV LI SIYASETA DEMOKRATÎK BIBE’
 
Ocalan, nîqaşên li ser hevserokatiya HDP’ê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo ku mirov bandorê li tevgerekê bike hewce nake mirov ileh li ser serê wê be. Bila hinek ji xwe bawer bin. Hûn jî ji xwe bawer bin, heke hûn birêve nebin jî dikarin bandorê lê bikin. Bila kesek nekeve nava şovenîzma partiyê. Ya girîng ew e ku mirov li gorî ruhê dîrokê bixebite û ruhê xwe bide rêxistinê. Heta ez jî li vê derê ji çepa Tirkiyeyê bêhtir yekitîparêzim. Bêyî ku bibêjin ew elewî ye, jin e, tirk e, çerkez e, divê her kes tev li bibe. Li gorî ruhê demê dikarin weke partiyeke nû gavekî biavêjin. Divê kedkarên tirk jî bên birêxistinkirin. Tê gotin ku komeke rexneyan a nûwaze heye. Li dijî van baldar bin. Xemsar  tevnegerin. Jê re bibêjin were di partiyê de bixebite. Taktîkeke bi hostane bikin û van derdoran tev li pergala demokratîk bikin.” 
 
Rêberê PKK’ê têkildarî rexneyên li HDP’ê tên kirin ev pêşniyar kirin: “Bihestiyar tevnegerin, xwe hinek birêxistin bikin, ji rexneyan netirsin. Hemû dinya min jî rexne dike lê dîsa jî ez muxalefetê digirim hundir û xwe mezintir dikim. Min bo xwe weke mînak bigirin.” 
 
AMÛRA VEGUHERANDINA CIVAKÊ
 
Her wiha Abdullah Ocalan dibêje ku divê jin rola xwe ya pêşengtiyê pêk bînin û wiha dibêje: “Hejmareke zêde ya jinan heye. Meclisên we yên jinan hene. Gelek xebatan bimeşînin. Jin, ji zîhniyeta mêrê serdest hatin dûrxistin. Kadroyên we jî hene. Tecrûbe û zanebûna we jî heye. Divê jin di nava civakê de cihê xwe bibîne. Em ê xwe ji jinê nedin paş. Jin, amûreke veguherandina civakê ye.” 
 
PARTIYA KONGREYA DEMOKRATÎK
 
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku berpirsyartiyên wan li hemberî derdorên çep û sosyalîst hene û divê HDP bibe partiyeke Tirkiyeyê û dibêje; “Dikare bibe Partiya Kongreya Demokratîk.” Rêberê PKK’ê wiha didomîne: “Yên ku dixwazin bixebitin, yên dilxwaz, yên hêza wan a taktîkî heye bigirin Meclisa Partiyê. Gelemperî li ser gihandina kadroyan û xurtkirina sazûmaniyê bisekinin. Bi vê yekê re dê hemû wekîl bibin wekîlên Tirkiyeyê. Dê  tenê nebin wekîlên kurdan.” 
 
‘JIHEVCIHÊKIRINA TIRK-KURD TALÛKE YE’
 
Rêberê PKK’ê dibêje ku divê pirsgirêk êdî bên çareserkirin û wiha didomîne: “Weke mînak ji bo avê H2O lazim e. Di destê we de çiqas hîdrojen û oksîjen hebe jî heke hûn nekarin du hîdrojen û oksîjenekê bînin ba hev, av jê çênabe. Min HDP ji bo vê pêşniyar kir. Ji bo çareserkirina ewqas pirsgirêkan hewcehî bi kadroyên baş heye. Weke partiya tirk an jî kurd ji hev cihê nekin. Partiyeke Tirkiyeyê ya bi modêla nû ye. Partiya Tirkiyeya neteweya demokratîk e ku gelan, herêman û çandan di hundirê xwe de dihewîne. Gelek girîng e. Neteweya tirk heye û ev rastiyeke. Baş e lê dema tevî gelê kurd bû dê çi bibe? Em dikarin bibêjin neteweya Tirkiyeyê. Ev partî dê pêşengtiya vê bike.” 
 
Ocalan, ji bo vê jî pêşniyareke wiha dike: “ESP, BDP, EMEP, Çepên Kesk, misilman, femînîst, hawirdorparêz û her kes bila hebe. Antîkapîtalîzm bi tena serê xwe dikare tevekan di bin heman sîwaneyê de bîne ba hev. Sê çar rêgezên giştî bes in. Divê herî zêde jî EMEP di pratîkê de bixebite. Bila cidî nêzî her kesî bibin. Hewcehî bi kariyerîzmê, çavnebihûriye nîne. Ciwanên xwedî wesf bigihînin, partiyê xurt bikin.” 
 
BAL KIŞAND SER SOSYALÎZMA DEMOKRATÎK
 
Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku wî bi sempatîzaniya Mahîr Çayan dest pê kir ku mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan diparast û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min, bi wê hêza wî daye min dest bi têkoşînê kir. Ev 40 sal in li ser xeta wî me û heta îro hatim. Min ev emanet ji Mahîr Çayan girt û dewrî wan dikim. Sempatîzaniya min a 40 salan û tecrûbeya min, dê bi tecrûbeyeke mezin li ser navê gelên Tirkiyeyê bibe xebateke mezin. CHP û MHP partiyên sosyal-faşîst in. Valahiyeke pir mezin a muxalefeteke sosyal heye. Van, gel bi temamî bêalternatîf hiştin, xelk neçarî AKP’ê kirin. Em ê vê valahiyê bi sosyalîzma demokratîk û siyaseta demokratîk dagirin. Li gorî min paşxistina vê û vehêlandina wê rast nîne. Divê pir bi lez bikevin nava tevgerê. Divê hîn bêhtir bikevin pêvajoya pratîkî.”
 
GIRÎNGIYA HEVKARIYA KURD Û TIRKAN
 
Abdullah Ocalan bal kişand ser hevkariya kurd û tirkan û ev nirxandin kir: “Xizmeta herî baş a ji bo kurdayetiyê ew e ku heta rewşenbîr jî hevkariya bi tirkan re ye. Gelek modêlan, hemwelatiya xurt a li ser bingeha demokrasiyê esas bigirin û xebitin. Dê di Destûr Bingehîn a nû de pênaseya neteweyê, komarê û xisûsên ku rayeyê dewrî herêman dikin biguherin. Ermen, suryan, jin, femînîst û hwd. dikarin xwe weke yekîneyên demokratîk birêxistin bikin. Sosyalîzm di esasê xwe de ev e.” 
 
‘HEKE PÊŞNIYAR HEBIN PÊŞKEŞ BIKIN, HEKE NEBIN XWE TEVÎ NEKIN’ 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku divê HDP bibe navenda hemû derdorên civakî û wiha didomîne: “Partîtiya dewletê yek ji astengiyên herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna vê civakê ye. Divê êdî xwe ji vê xelas bikin. Heke hûn nekarin vê bikin wê demê hûn dê nekarin siyasetmedariya gel bikin. Ji bo xwedîderketina li hiqûqa gel divê hûn berxwedaneke mezin raber bikin.” 
 
Ocalan, balê dikişîne ser girîngiya projeya HDP’ê û wiha dibêje: “HDP projeyeke girîng e.Deriyên wê ji bo her kesên dixwazin hêz bidinê vekirî ye. Hem kurdên sunî hem jî komên çepên tirk bi zanebûn li dij derdikevin. Li cem me jî neteweperestên burjuva û rewşenbîrên sexte li dijî vê ne. Heke rexne û pêşniyarên wan ên îdeolojîk, siyasî hebin bila bikin. Nexwe bila xwe tevî nekin. Ev pêvajo nayê wateya dûrketin ji temsîliyeta kurd. Ev, hemleyeke stratejîk e. Ji bo xwişk-biratiya kedkaran projeyeke girîng e. Gotina ji herêmê dûr dikevin gotineke pir xelete. Bêyî ku nirxandina neteweya demokratîk bizanin diaxivin, divê neaxivin. Heta ku nas nekin divê nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd nebin. Em ê wekî berê saf û bêhelwest nemînin. Heke rexneyên wan hebin û bixwazin hêz bidin partiyê, derî vekirî ne. Lê heke hewl bidin asteng bikin, wê demê em ê xwe biparêzin.” 
 
PARTIYA SOSYALÎZMA DEMOKRATÎK
 
Abdullah Ocalan got ku HDP “Partiya sosyalîzma demokratîk e” û wiha got: “Bila kesek vê mijarê îstîsmar neke, ji bo avakirina qada xwe hewl nede bi kar bîne. HDP partiyeke girseyê ye, partiya sosyalîzma demokratîk e. Em hewl didin çepa Tirkiyeyê ya ji hev belav bûyî dîsa komî ser hev bikin. Di navendîbûnê de sosyalîzma demokratîk çiqas girîng be, rêxistiniya ber bi civakê ve û şaxdayîn jî ewqas girîng e. Darekî bifikirin, ma bi tenê şaxekî dibe? Gelek şaxên wê darê hene. Ciyewazî tiştekî gerdûnî ye. Rêgeza monolîtîk jî faşîzm e. Em ê bi lîstikên tu kesî nexapin. Mafê tu kesî nîne ku hewl bide me bi kar bîne. Vaye HDP jî tevgera demokrasiya azadîxwaz e. Tekane ronahiya demokrasiyê ye. Divê her kes jidil be. Bi qasî hûn difikirin sed qet zêdetir em partiyeka cidî ne. HDP partiyeke demokratîk, ekolojîst û femînîst e. Ev kes niha jî hewl didin HDP’ê bixeniqînin. Divê hûn rêxistineke rast, venihêrîneke rast bikin. Ev kar bi têkiliyên nas-hevaltiyê nabin. Min ji bo HDP’ê gotibû. Min gotibû ku tecrûbeya 40 salan heta tecrûbeya ji Mûstafa Suphiyan heta niha me gihand van rojan. Divê hûn bi vê ferasetê nêz bibin.” 
 
‘SIYASETA DEMOKRATÎK HEWCEYE KARÎGER BIBE’
 
Ocalan, destnîşan kir ku divê siyaseta demokratîk li ser bingeheke rast were karîgerkirin û ev nirxandin kir: “Em ne karekî erzan ê mîna Heso Hiso dikin. Ev kar bi xeyîdînê, xwe avêtina erdê, bi girînê nabe. HDP niha gihiştiye qonaxeke gelek krîtîk. Hûn neçarin ku vê mezin bikin. Ji destpêkê heta niha ez ji we re dibêjim; ‘heke hûn tu tiştekî nekin, ji min re pêncî ciwanan bibînin, bila her tiştê xwe bexşî vê bikin.’ Min ji we re got ku heke hûn bikarin vê bikin, ez ê her tiştî çareser bikim. Heke hûn pêdiviyên vê pêk bînin, wê demê em ê bikarin li dijî helwesta antîdemokratîk a Erdogan bisekinin. Dema ez dibêjim hewceyî bi hestiyariyê, xeyîdînê heta nexweşbûnê nîne, ez qala vê dikim.” 
 
‘DIVÊ DEST BI PÊVAJOYA XWEBIRÊXISTINKIRINÊ BIKIN’
 
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku divê kêmaniyên heyî bên temamkirin, partî xwe jinû e birêxistin bike û wiha dibêje: “HDP bi navê sosyalîzma demokratîk derketiye. Mîna Partiya Demokrat e ku di sala 1946’an de derket. CHP’ê ev felc kir. Erdogan ji bîr bikin, firsendê nedin wî ku civakê ji hev parçe bike. Hewl bidin xwe li Ewropayê pir zêde birêxistin bikin. Amadekariyeke mezin bikin. Hûn neçarin ku li her deverê heman tiştan bikin. Hûn neçarin ku li tevahiya Tirkiyeyê vê bikin. Hûn mecbûr in bi ser kevin. Hedefa me ew e ku hemû gel û bawerî bibin xwedî statûyeke demokratîk. Em ê Tirkiyeyê ber bi demokrasiya herêmî ve bibin. Her wiha em ê bikin hemwelatiya azad. Em ê hemwelatiyê jinûve pênase bikin. Em ê ne hemwelatiyê xulamê dewletê lê hemwelatiyên azad pênase bikin.” 
 

Sernavên din

17/06/2023
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje