Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê

  • rojane
  • 14:47 26 Tîrmeh 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Li Rûbarokê wêne û qeyda dengên 4 ciwanên ji aliyê polîsan ve bi lêdanê re rûbirû man derketin holê. Di qeyda deng de leşker heqaretên giran li ciwanan dikin û tê xuyakirin ku li ciwanan didin. 
 
Li gundê Bêruhê yê li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê, ciwanên ku pezên xwe birin ser avê, leşkeran êrişî wan kir. Serhat T. yê 16 salî piştî ku pezê xwe bir ser avê, leşkerên Qereqola Yeşîltaşê jê re gotine "Çi karê te li vir heye? Hûn li vir çi dikin?" û êrişî wî dikin. 
 
Xizmên Serkan T., Ercan O. û Selah T. yên li cem Serhat T. ji ber ku gazî leşkeran kirine ku li ciwanan nexin û ji ber ku tiştên qewimîn tomar kirine, leşkeran li her 4 ciwanan xistin û ew kirin binçavan. Leşkaran di binçavan de dest danîn ser telefonên ciwanan. Leşker ji ber ku di telefonekê de wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dîtin, heqaret li Demîrtaş û ciwanan kirin. Ciwan li Qereqola Leşkeriyê ya Rûbarokê tên ragirtin. 
 
Di wêneyên Serhat T. De tê xuyakirin ku germila wî reş û şîn bûye û ji ber pitşa wî birîndar bûye tê tedawîkirin. Ji bo îfadeya ciwanan bê girtin dê wan bibin navçeya Şemzînanê. 
 
QEYDA DENG DERKET HOLÊ 
 
Di kêliya êrişê ango bûyerê de qeyda dengên leşkeran derket holê. Di qeyda deng de tê bihîstin ku leşker bê navber heqaret û çêran li ciwanan dikin. Di dîmen de tê bihîstin ku leşker dibêjin, “Wek terorîstan tevger nekin.” Ciwan jî dibêjin, “Qey gelo em şivaniyê jî nekin, em pezê xwe jî neçêrînin?” Piştî van gotinan leşker êrişî ciwanan dikin û hin leşker dikevin navbêr hewl didin rewşê aram bikin. 
 
Piştre ciwanan dibin baregeha leşkerî. Di dîmen de tê bihîstin ku û leşkerek (tê gotin fermandar e) qîr dike ciwanan. Di deng de tê bihîstin ku tu çêrek (dijûn) nemaye ku leşker bi ciwanan nekin. Çi tê ber devê an dibêjin. Ew “fermandar” dibêje, “ez ê vê dinyayê li we teng bikim. Ez ê dev û pozê we tije xwîn bikim.” Paşê jî dengê qajîn û qêrîna ciwanan tê bihîstin. 
  
Qeyda deng ji 58 deqîqeyan pêk tê û hin beşên heqaret û muameleya xerab ku li ciwanan hatiye kirin wiha ne: 
 
Leşker: We li wir çidikir. Ji rûyê we ve zilamek min nexweş ket. (heqaret û çêr) 
 
Ciwan: Çima ji rûyê me ve bûye, em li vir şivaniyê dikin. Me çi kiriye. Ma qey em şivaniyê jî nekin? 
 
Leşker: Şivaniya çi law, zilam ta we ji ku anî? 
 
Ciwan: Em her roj li wir pezê xwe diçêrînin .
 
Leşker: Zilamê me di rûyê we de nexweş ketiye, tu hatiyî ji min re qala şivaniyê dikî. 
 
Ciwan: Zilam nexweş ketiye, ma qey me kiriye? Çi sûcê me heye, me çi kiriye? 
 
Leşker: Ji rûyê we ve wisa bû, wexta li pey we dibeziya wisa bû. 
 
Ciwan: Qey ez ji bo xêra bavê xwe li vir im, ez mecbûr im bixebitim. 
 
Leşker: Law tu ne xêra bavê xwe, ewqas cî heye çima diçî cihê qedexe? 
 
Ciwan: Çimkî tiştek ku sewalên me li vir bixwe tune ye. 
 
Leşker: Gelo çi kare we li herêma qedexe heye? 
 
Ciwan: Me nizanibû ku qedexe ye. Kesî ji me re negot ku qedexe ye. 
 
Leşker: Hemû gund dizane, ma hûn nizanin? 
 
Ciwan: Duh jî ez li wir bûm, Çima weduh vê muameleye nekir? 
 
Leşker: Me çi ne kiriye law?
 
Ciwan: Duh ez li wir bûm. 
 
Leşeker: Duh yên ku kevir avêtin leşekran jî hûn bûn? 
 
Ciwan: Me kevi neavêtiye leşkeran. Kare me şivanî ye, em wek din xwe tev li  tiştekî din nakin. 
 
Leşker: Ez ê te bikujim, te fêm kir? 
 
Ciwan: Hûn ê hesaba tiştên we li me kirin bidin
 
Leşker: Ne axive len bimeşe
 
Ciwan: Kes ne xulamê bavê te ye, tu dê hesaba van tiştên te li me kirî bidî
 
Leşker: Ji min re artîstiyê neke, ez ê li te bidim û te bikujim, fêm dikî? (Dengê dehf danê û qêrînê)
 
Ciwan: Dê hadê li min bide de li min bide
 
AXAFTINÊN PIŞTÎ GIHIŞTIN BAREGEHA LEŞKERÎ
 
Fermandar: Kuçikno ew zilam ji ber we dimir, rast bisekine len rast bisekine. Derxîne çenteyî. Leşkerê min ji ber we dimir len. Heywanên heywan. (xeber û heqaret)
 
Ciwan: Fermandarê min weleh me tiştek nekiriye, em şivantiyê dikin. 
 
Fermandar: Tu dê çîroka şivantiyê ne ji min re ji hin kesên din re vebêjî len. Kuçikno ji terorîstan zêdetir bi we re mijûl dibim. 
 
Fermandar: Len li wir giya nîne, hûn çawa şivantiyê dikin ûlen. 
 
Ciwan: Fermandarê min weleh em şivantiyê dikin. 
 
Fermandar: Bila tiştek bi wî zilamê min were (xeber, heqaret) we bihîst len? Bila tiştek bi wî zilamê min were ez ê feleka we şaş bikim. Derbasî vir bibe derbas be. Kar û xebata min nîne ez ê bi we re mijûl bim dewarên dewar. Bila tiştek bi wî zilamî were kî de hesaba vê bide ûlen. Ew zilam îşev venegere ez ê ji we re bibim jehr. Xwedê bela min bide ez ê ji we hemûyan re bibim jehr. Ev du sal in ez bi vî zilamî re dixwim û vedixwim. Temam? Bila tiştek bi vî zilamî were ez şîrê dayika we di difina we de bînim.
 
Leşkerekî din: Kesê li vê herêmê bêhnê bi we bide standin…(heqaret)
 
Fermandar: Ji wan kûçikên ku dê bên vir re bêjin, ez ê…..(heqaret) ka bila tiştek bi wî zilamê min were. 
 
 
 

Sernavên din

01/08/2023
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê