Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê

  • rojane
  • 15:24 26 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan têkildarî tecrîda li Îmraliyê li ber Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek çapemeniyê ya lezgîn li dar xist. Di daxuyaniyê de ji bo bidawîkirina tecrîdê bang hate kirin ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê.
 
"Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji bo Abdullah Ocalan" ku navenda wê li Îngilistanê ye, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê civîneke çapemeniyê ya lezgîn lidar xist.
 
Li gorî nûçeya ANF'ê; Rêveberên kampanyayê ku gelek sendîkayên bi milyonan endamên wan hene di nav de cih digirin, hate bibîrxistin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in di hucreyê de tê ragirtin, du nava du salên dawî de bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Amadekarên kampanyayê yên li qada navneteweyî kar dikin, fikarên xwe yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman. Her wiha diyar kirin ku ji ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) li ser mijarê agahiyê nade, ji bo dawî li vê rewşa metirsîdar bê anîn, wan civîneke lezgîn a çapemeniyê lidar xistine.
 
Di civîna çapemeniyê de li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hiqûqa navneteweyî agahî hatin dayin.
 
Li qada Luksembûrg a li pêşberî parlamentê li ber pankartên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî hate dayin.
 
Her wiha nûnerên kampanyayên ji bo azadiya Ocalan ên li bakur û rojava û başûrê Kurdistanê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bang li Yekitiya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê.
 
Nûnera Nobeda Daîmî ya ji bo Abdullah Ocalan nivîskar Sarah Glyyn di dema daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku îzolasyon li dijî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Glyyn got, heta ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî nebe pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û demokratîk çareser nabe.
 
Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya Unîte the Ûnîon (ÛNÎTE) ya Îngilistanê Sîmon Dûbîns jî ragihand ku tecrîdkirina girtiyên li Îmraliyê nayê qebûlkirin û işaret bi rola girîng a Ocalan ji bo çareseriya meseleya kurd kir.
 
Ji CÛP People's Ûnîon a Îtalyayê Antonîo Amoroso jî bal kişand ser girîngiya vê konferansê û destnîşan kir ku ji bo çareseriya aştiyane azadiya Abdullah Ocalan girîng e.
 
Ji Navenda Lêkolînan a ji bo Demokrasiyê (CRED) Mîhaela Arrîcale bêdengiya CPT rexne kir.
 
Şaredarê 8'emîn ê Romayê Amadeo Cîaccherî bang li Îtalya û Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo sererastkirina şert û mercên girtina Abdullah Ocalan zextê bikin.
 
Ji saziya Îtalyayê ARCÎ nûnera Brukselê Laûra de Bonfîls jî xwest binpêkirina mafên mirovan a li hemberî Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
 
Ji Baskê nûnerê LAB'ê Vîcente Jose Rekondo got, Abdullah Ocalan garantorê çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya kurd e.
 
Serokê Skoçyayê yê Sendîkaya Trade Ûnîon Congress (STÛK) Mîke Arnott piştgiriya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan û gelê kurd anî ziman û ji CPT xwest agahiyê li ser rewşa Abdullah Ocalan bide.
 
Ji Skoçyayê endama Meclîsa Glasgowê Rosa Salîh got, tecrîd meseleyeke mafên mirovan e û ji Parlamenta Ewropayê xwest ku zextê li hikumeta Tirk bike.
 
Herî dawî ji Koma Kesk a Bakur û Çep a Yekbûyî ya Ewropayê Jûrgen Klûtte ragihand ku ew ji ber bêdengiya saziyên Ewropayê li hev kom bûne û xwest Abdullah Ocalan azad bibe.
 
Amadekaran her wiha metna çapemeniyê xwendin û fikarên xwe yên ji ber nameyên gefxwarinê û terîda li ser Abdullah Ocalan anîn ziman.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan bandoreke neyînî li ser hewldanên çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd dike û hate gotin, "Ji ber vê yekê bandorê li aramî, ewlehî û mafên mirovan ên li herêmê jî dike. Lewma em dixwazin pêşniyarên polîtîk ên li jêrê hatine kirin tavilê bêne qebûlkirin."
 
PÊŞNIYAR Û BANG
 
Di daxuyaniyê de gelek pêşniyar hatin kirin. Li gorî vê yekê:
 
"Ji hikumeta Tirkiyeyê re:
 
Pêşniyarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê bêyî dereng bikeve bi cih bîne. Li gel van xalan:
 
* Mafê rêxistinbûnê yê mehkûman
* Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re yê mehkûman
* Rêyên xurt ên qanûnî ji bo îtiraza li şert û mercên girtîgehê û hwd.
* Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê rakirin
 
Ji Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê re:
 
* Helwesta hikumeta Tirkiyeyê ya bicihneanîna pêşniyarên CPT nîqaş bikin
* Gavên li hemberî hikumeta Tirkiyeyê bi rengekî bingehîn destnîşan bike
 
Ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT):
 
* Têkildarî serdana dawî ya komîteyê ya li Îmraliyê
a) Bi daxuyaniyeke taybet eşkere bike ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hatiye kirin yan na
b) Agahiyên berfireh ên hevdîtinê jî di nav de agahiyên şênber bidin
 
Aktorên siyasî yên navneteweyî û herêmî yên pêwendîdar:
 
* Ji bo Abdullah Ocalan karibe di danûstandinên çareseriyeke siyasî, demokratîk, adîl û mayinde ya pirsgirêka Kurd de bi rola xwe rabe, ji bo berdana Ocalan bixebitin."
 
Yên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:
 
Central Unitaria de Trabajadores (CUT), Cosatu, Cenfederacion Intersindical Galega (CIG), LAB, Steilas, Confederazione Unitaria di Base, CGT, Cobas, Confederacion Intersendical, Intersindical Alternativa de Catalunya (IAC), General Federation of Trade Unions (GFTU), Intersindical Valenciana, STUC, Euskal Sindikatua (ELA), CRED, CSI, SAT, Arci, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (PEPS), TUC, France-Kurdistan.

Sernavên din

01/08/2023
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê