Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne

  • rojane
  • 15:29 26 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Marmarayê eşkere kir û da zanîn ku li 11 girtîgehan 968 binpêkirinên mafan qewimîne. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora 3 mehî ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê qewimî ne bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. Rapora aydî meha nîsan, gulan û hezîranê û bi navê “Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Herêma Marmarayê” hat parvekirin. 
 
Endamên Komîsyonê tev li civînê bûn. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî raporê xwend. 
 
JI 11 GIRTÎGEHAN 30 SERLÊDAN
 
Yolerî da zanîn ku rapor ji faks, name, serlêdanên girtiyan, malbatan û nûçeyên di çapemeniyê de belav bûne pêk tê û di her sê mehan de li 11 girtîgehan bi giştî 30 serlêdan hatine kirin. Yolerî got ji van serlêdanên bo komeleya wan 3 heb jê edlî ne û 27 serlêdar jî girtiyên polîtîk in û di her serlêdanê de gelek binpêkirin têde hene. 
 
968 BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Yolerî diyar kir ku di meha nîsanê de 298 binpêkirin qewimîne, di meha gulanê de 186 binpêkirin qewimîne ve di meha hez3iranê de jî 242 binpêkirin qewimîne û bi giştî 726 binpêkirinên maf qewimîne. Yolerî got 242 binpêkirin bi rêya çapemeniyê hatine ragihandin û di her sê mehan de bi giştî 968 binpêkirinên mafan qewimîne. 
 
4 KES MIRIN E 
 
Yolerî anî ziman ku li girtîgehên Herêma Marmarayê gelek binpêkirinên ku qewimîne rêz kir û got 4 girtî jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Di rapora ku Yolerî xwend de hat destnîşankirin ku 29 agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin nayê girtin û di raporê de serlêdanên parêzeran ên tên redkirin jî cih digirin. Di raporê de hat gotin 35 serlêdanên parêzeran ên di sê mehan de ku hatine redkirin cih digirin. 
 
Yolerî anî ziman ku qawîşên girtîgehan tije bûne û ev yek rê li ber binpêkirinên gelek mafan vedike. Yolerî da zanîn ku di serî de girtiyên nexweş û mafê tevahiya girtîgehan nayê parastin û li girtîgehan her ku diçe rêjeya girtiyên nexweş zêde dibe û mirinên bi guman jî zêde dibin. 
 
GIRTIYEK JIN ÎNTÎHAR KIRIYE 
 
Yolerî destnîşan kir ku M.Ş., Z.K., H.K û M.R.A. yên li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê tên ragirtin di serlêdana xwe ya 1’ê nîsanê de diyar kirine ku girtiyek nexweşiya şîzofrenê ku jin e întîhar kiriye. 
 
BINPÊKIRINÊN DI XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ DE DIQEWIMIN 
 
Yolerî diyar kir ku di hemû serlêdanan de binpêkirina mafên tedawî û tenduristiyê heye û wiha got: “Daxwaza sewqa nexweşxaneyê an qet nayê kirin an jî dereng tên kirin, nebûna bijîşkên pispor a li revîra girtîgehê, ferzkirina mûayeneya bi kelemçe, di odeya mûayeneyê de hebûna leşkeran, nedayîna dermanan a birêkûpêk, girtî û malbata wî têkildarî tedawiya wî nayên agahdarkirin, şertên neyînî yên qawişên girtiyan ên li nexweşxaneyan, tedawînekirina diranan, raporên neyînî yên ATK’ê yên têkildarî girtiyên nexweş, pêkneanîna daxwazên xwarina diyetê, di rewşên lezgîn de jî şûna ambûlansê girtiyan bi rîngê dibin, li nexweşxaneyê tevgerên li dijî mirovahiyê yên li dijî girtiyan, ferzkirina lêgerîna tazî, bi sedyeyê ve kelemçekirin ne pêkanînên li gorî etîka pîşeyî ya peywîrdarên tenduristiyê ye û di her astê de jî pirsgirêk didomin.   
 
DAXWAZ  
 
Yolerî diyar kir ku li girtîgehan zext û îşkence bûne rûtîn û bal kişand ser lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev, belavbûna mûameleya nebaş, xeber û heqaret. 
 
Yolerî di berdewama axaftina xwe de têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha got: 
 
“*Berpirsyarî ya dewletê ye ku li gorî hiqûqa navxweyî, Destûra Bingehîn, Rêziknameya Standarta Asgarî ya Neteweyên Yekbûyî ya Têkildarî Mûameleya Girtiyan (Rêziknameya Mandela) û belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî, pirsgirêkan bi awayekî mayînde çareser bike.  
 
* Di serî de girtiyên nexweşên giran ji bo mafê tenduristî û jiyanê yên hemû girtiyên di koma rîskê de bên parastin divê bi lezgînî tedbîrên parastinê bên girtin û bi berdana wan re ji bo parastina mafê wan ê tedawî û jiyanê gavên lezgîn bên avêtin.  
 
* Divê polîtîkaya tecrîdê ya ku her diçe berbelav û mayinde dibe were terikandin û îşkence, mûameleya nebaş, qedexe û pêkanînên kêfî demildest werin rawestandin.”  
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ   
 
Yolerî ya diyar kir ku berpirsyariyên dewletê bi bîr dixin, bal kişand ku bi rapora amade kirine re ew dixwazin pêşî li binpêkirina mafan bigirin û bala raya giştî bikişînin ser pirsgirêkên li girtîgehê û destnîşan kir ku armanc dikin pêşî li binpêkirinên mafan bê girtin.  Yolerî têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê banga hestiyarî û hevgirtinê kir.    
 

Sernavên din

01/08/2023
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê