CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye

  • rojane
  • 09:00 27 Tîrmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12 salan de 49 caran serî li CPT'yê hatiye dayîn. Lê CPT xwe li ker û lalîtiyê daniye. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ê di Girtîgeha Îmraliyê de tê tecrîdkirin ev 29 meh in tu xeber nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin. Herî dawî derket holê ku car din "cezayê dîsîplînê" hatiye birîn û ev ceza di 18'ê Tîrmehê de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve teblîxî parêzeran hat kirin. 
 
Li qada neteweyî û navneteweyî bertekên li dijî vê tecrîdê girankirî ya li Îmraliyê didomin. 
 
SERLÊDANÊN LI CPT'YÊ
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 24 salên girtina li Îmrlaiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, bi dehan caran li dijî binpêkirina azadiyan û muameleyên dijmirovî serî li Komîteya PÊşîgirtina li ÎŞkenceyê ya Ewropayê (CPT) dane. Ev serlêdanên parêzeran ên ku piştî rêyên hiqûqa navxweyî temam bûn hatin kirin, hatin kirin. 
 
DI 12 SALAN DE HERÎ KÊM 49 SERLÊDAN
 
Serlêdanên li CPT'yê hê jî didomin. Bi taybetî jî piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an ku qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dest pê kir, heya niha binpêkirinên li Îmraliyê veguherîne binpêkirineke pir giran. Ji sala 2011'an heya 2023'yan parêzera ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê û ji bo CPT mekanîzmayên xwe yên kontrolkirinê tê xwe dewrê, ji bo mafê parastinê, rêza li jiyana taybet a malbatê, pêwendîdanîn û rejîma Îmraliyê daxilî nava hiqûqê bê kirin herî kêm 49 caran serî li CPT'yê hatiye dayîn. 
 
Parêzer di sala 2011'an de 8 caran, di sala 2012'an de 7 caran, di sala 2013'an de 4 caran, di sala 2014'an de carekê, di sala 2015'an de 2 caran, di sala 2016'an de 3 caran, di sala 2017'an de 4 caran, di sala 2018'an de 4 caran, di sala 2019'an de 3 caran, di sala 2020'î de 5 caran, di sala 2021'ê de 4 caran, di sala 2022'yan de 3 caran û di sala 2023'yan de carekê serî li CPT'yê dan. 
 
ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ HAT REXNEKIRIN
 
CPT, di navbera 28-29'ê Nîsana 2016'an de çû Îmraliyê. CPT, di rapora xwe ya kurt de ya der barê Îmraliyê de diyar kir ku Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ji Nîsana 2016'an ve 5 sal in hevdîtinê bi parêzerên xwe re nekirine û 18 meh in jî hevdîtin bi malbatên xwe re nekirine. Di raporê de hat destnîşan kirin ku divê girtiyên li Îmraliyê mehê herî kêm du caran sûdê ji mafê hevdîtinê bi rêya telefonê bigirin. 
 
SERLÊDANÊN AWARTE
 
CPT, ji bo gelek serlêdanên awarte jî xwe li ker û lalîtiyê daniye. Di 15'ê Tîrmeha 2016'an de ji ber "hewldana darbeyê" têkildarî tenduristiya Abdullah Ocalan serî li CPT'yê hat dayîn, lê belê CPT'yê xwe li nebihîstinê danî û serdana Îmraliyê nekir. 
 
PIŞTÎ 3 SALAN ÇÛ ÎMRALIYÊ
 
PIştî 3 salan CPT'ê bi şandeyeke ji 6 kesan pêkhatî, di sala 2019'an de serdana Îmraliyê kir. Rapora xwe ya der barê vê serdanê de piştî serdanê bi salekê daxuyand. Di raporê de diyar kir ku ji sala 2016'an ve şert û mercên girtîgehê nehatine başkirin û divê "pergala li girtîgehê" bi temamî di ber çavan re bê derbaskirin. 
 
SERDANA 2022'YAN FIKARAN ZÊDETIR KIR
 
Piştî ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji Abdullah Ocalan nehat girtin û raya giştî bertek nîşan da, CPT di 20-29'ê Îlona 2022'yan de serdana Îmraliyê kir. Lê belê bereksê daxuyaniya CPT'yê, hat diyarkirin ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nehatiye kirin û ev yek fikar zêdetir kirin. Lê belê CPT hê jî rapora xwe ya der barê vê serdanê de eşkere nekiriye. 
 
Parêzer herî dawî ji ber ku Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nikarin hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbatên xwe re bikin û ji bo dawî li vê nexebergirtinê bê di 9'ê Gulana 2023'yan de serî li CPT'yê dan. 
 
Parêzeran di vê serlêdana xwe de bang kirin ku demildest divê CPT ji bo encmagirtinê helwestekê nîşan bide. 
 
Lê belê hê jî serlêdana parêzeran nehatiye bersivandin.
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

01/08/2023
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê