Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?

  • rojane
  • 11:19 27 Tîrmeh 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Avahiya Ata Opak ê li navçeya Rişmîlê, tevî ku biryara dadgehê di destê wî de bû hatiye xerakirin, Şaredar Hayrettîn Demîr bi gotina "Li gorî hêza dewletê ya daye pişt xwe tevdigere, her tiştî dike" sûcdar kir. Şaredar Hayrettîn Demîr jî Opak derewand û ji bo xerakirina avahiyê hinceta "Veguherîna Bajêr" nîşan da.  
 
Destaya Wezîran ji bo taxên Gul û Tepebaşi yên li navçeya Rişmîla Mêrdînê di sala 2016'an de biryara "qada bitalûke" derxist. Piştî biryarê li herêmê "Veguherîna bajêr" hate destpêkirin. Piştî demekê projeya ji bo herêmê hatiye amadekirin ji ber sedema "ne gorî tevna bajêr e" hate betalkirin. Lê belê xebatên di çarçoveya "Veguherîna bajêr" de hatibûn destpêkirin nesekinîn. 
 
Tevî malbata Opak komeke şêniyên taxê ji bo biryara "qada bitaluke" îtiraz kirin. Dadgeha Şûrayê biryara Desteya Wezîran ji ber sedema "li dijî qanûnê ye" biryar betal kir. Piştî biryarê Şaredariya Rişmilê ya di bin rêvebirina AKP'ê de ye 2 tax weke "qada rezervê" îlan kirin. Şêniyên taxê îtîrazî vê biryarê jî kirin û berê xwe dan dadgehê. Piştî vê yekê Serokkomariyê, di sala 2022'yan de derbarê her du taxan de biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" da. 
 
DOZ JÎ QEZENC KIR LÊ XANÎ ÇÛ
 
Malbata Opak ji biryara Serokkomariyê re îtiraz kir û biryar bire dadgehê. Dadgeha Şûrayê malbat mafdar dît û biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" li dijî kanûnê dît û betal kir. Lê biryara dadgehê jî pêşî li xerakirina avahiya Opak negirt. 
 
Şaredariya AKP'î piştî biryara dadgehê ji bo xaniyê malbata Opak tê de dijî bi hinceta "bêrûxsat e" biryara xerakirinê derxist. Ji ber giliya şaredariyê Şîrketa Anonîm ya Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceyrana avahiyê birî. Di 25'ê tîrmehê de jî şaredariyê tevî polîsên hatine, dîwarên avahiya Opak xerakirin. Di van kêliyan de destûr nedan malbatê ku tiştên xwe ji xanî derbixin. Piştî daxwaza malbatê xerakirina malê ji bo ku malbat tiştên xwe derxe derve, hate sekirinandin. Roja paştir tîmên şaredariyê tevî polîsan hatin û tiştên malê ji malê derxistin. Malbatê li ser vê yekê ji bo ku xerakirin bê sekinandin serlêdaneke nû li Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê kir.
 
MALBAT MEXDUR BÛ
 
Têkildarî tiştên hatine jiyîn ji ferdên malbatê Ata Opak pêvajoya dadgehê vegot û anî ziman ku piştî biryara Dadgeha Şûrayê avahiya wî hate xerakirin. Opak, destnîşan kir ku tapoya zeviya wî heye, avahî wek "xaniyê kargir" derbas dibe û di pêvajoya çêkirinê de jî ji şaredariyê belge stendiye û ev tişt gotin: "Dema ku ez li Mêrdînê bûm hatine. Dema ku zar û zêçên min, hemû tiştên min di malê de bûne li avahiyê min xistin. Tiştên min ên di hundir de herimî ne. Pişt re bi tîmên şaredariyê hatine û hin tiştên di xaniyê min de derxistine û hin tişt jî di hundir de hiştine. Niha em nizanin bê ka em ê çi bikin."
 
HÊZA DEWLETÊ GIRTIYE PIŞT XWE
 
Opak, destnîşan kir ku beriya niha Şaredar jê re gotiye "bila xuyakirina mizgeftê nexweş nebe" û wî jî li ser gotina şaredar xwe bi deyn xistiye û dîwarê xaniyê xwe bi keviran xemilandiye û diyar kir ku piştî ku wî avahî temam kiriye biryara "Veguherîna bajêr" jê re hatiye teblîxkirin. Opak, bi lêv kir ku wî jî piştî vê yekê pêvajoya serlêdana dadgehê daye destpêkirin û ev tişt gotin: "Veguherîna bajêr hate betalkirin, Serokkomariyê biryara giştîkirina lezgîn derxist. Dadgehê ev biryar jî betal kir. Niha jî dibêjin avahî "qaçax e". Ger qaçax be ji sedî 80 avahiyên li taxa Rişmîlê qaçax in. Ka bila wan avahiyan xera bikin da em bibînin. Bi qasî ku ez pê dizanim kî biçe serlêdanê bike ji wan re dibêjin tu here dest bi avahiyê xwe bike êm ê piştre rûxsetê bidin. Hêza dewletê girtiye pişt xwe û çi dixwaze wê dike."
 
ŞAREDAR OPAK SÛCDAR DIKE
 
Têkildarî geşedanan me bi Şaredar Hayrettîn Dêmîr re axivîn û Demîr tiştên ku malbatê anîne ziman derewand û ev tişt gotin: "Ev zilam serê xwe xwariye û derewan dike. Teklîf û pêşniyarên min ji wî re kirine, min ji kesekî din re nekiriye" Opak projeya "Veguherîna Bajêr" parast û anî ziman ku dema Opak avahî çêdikir wî jê re gotiye ku avahî "qaçax" e ji Opak xwestiye ku çêkirina avahî bide sekinandin. Demîr, bi lêv kir ku tevî vê yekê Opak çêkirina avahiya xwe nesekinand û diyar kir ku xerakirina xaniyê Opak di çarçoveya projeya "Veguherîna Bajêr" de jê hatiye xwestin. Demîr anî ziman ku di heman navçeyê de avahiyên cudatir jî hene, wan bi xwediyê xaniyên din re li hev kirine û da zanîn ku xwediyên xaniyên din ji vê yekê bextewar bûne û got ku wan ji tu kesê re cihêkarî nekirine. 
 
MA / Ahmet Kanbal 
 

Sernavên din

01/08/2023
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê