Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin

  • rojane
  • 15:27 11 Tebax 2023
  • |
img
RIHA - ÎHD, OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya têkildarî girtiyên nexweş eşkere kirin û gotin ku divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin û mercên li gorî rûmeta mirovan bên avakirin.
 
Baroya Rihayê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî girtiyên nexweş ên li girtîgehên Rihayê raporek amade kirin. Rapor, li eywana konferansan a li avahiya xizmetê ya baroyê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel da zanîn ku wan li Girtîgehên Hejmar û Hejmar 2 yên Rihayê û li Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê xebat meşandine. Oncel, wiha dom kir: “Hejmara girtiyên li girtîgehan tên ragirtin bi ser kapasîteya girtîgehan re ye. Lewma gelek girtî li erdê radizên. Divê şert û mercên li gorî rûmeta mirovan li girtîgehan bên avakirin.” 
 
HERÎ KÊM 279 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE 
 
Bi domdarî Oncel anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê 76 girtiyên nexweş ên rewşa giran û nexweşiyên wan ên kronîk hene û wiha pê de çû: “Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê jî ev hejmar 3 girtiyên nexweş hene. Hejmara girtiyên ku nexweşiyên wan kronîk in zêdetirî 200 kesan e. Dema em li daneyên rayedaran jî dinihêrin, fêm dikin ku hejmareke zêde ya girtiyên nexweş heye.” 
 
‘JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E’ 
 
Di berdewamê de Oncel got kul di çarçoveya raporê de bi 29 girtiyên nexweş re hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Ji van 24 jê girtiyên nexweşiya wan giran bûn. Di hevdîtinan de hat fêmkirin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên giran ên girtî Emîn Guler, Huseyîn Arslan, Cafer Cengîz, Fevzî Arslan, Mehmet Durak Karak, Serdar Altaş, Şervan Muhammed, Mehmet Turkmenoglû, Yûsûf Yorulmaz, Mehmet Beşîr Dal, Îsmaîl Kaplan, Hasan Kiliç, Îsmaîl Hakki Tursun, Mehmet Akîl Karadaş, Fevzî Yavûz, Mûrat Kalkan, Îzzettîn Akil, Eyûp Kudîn, C.E., M.A.M., H.Î., H.P., B.D. û M.R. hene. Emîn Guler, ji sedî 94 astengdar e. Nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne.” 
 
‘DIVÊ MEKANÎZMAYÊN SERBIXWE BÊN AVAKIRIN’ 
 
Herî dawî jî Oncel wiha got: “Astengkirina tedawiya girtiyên nexweş, binpêkirina mewzûatên navxweyî û navneteweyî ye. Dema derfetên tedawiyê hatin astengkirin, ev yek rê li ber binpêkirina mafê jiyanê vedike. Ji bo avakirina mekanîzmayên venihêrînê yên serbixwe banga me ji bo rayedarên dewletê û Saziya Tipa Edlî (ATK) ew e ku li gorî etîka hiqûq û tipê biryaran bidin û di vê çarçoveyê de xebat bên destpêkirin. Her wiha ji bo binpêkirinên giran ên li dijî girtiyên nexweş, banga me ji Komîteya Pêşîlêgiretina Îşkenceyê (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ew e ku bi berpirsyartiya xwe rabin.” 
 

Sernavên din

17/08/2023
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin