Hevdîtinên tecrîdê yên bi CPT Û OHCHR’ê re: Tiştên ku me gotin pejirandin

  • rojane
  • 09:00 12 Tebax 2023
  • |
img
RIHA - Hevberdevkê Înîsiyatifa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îdrîs Saîd diyar kir ku rayedarên CPT'yê yên ku wan pê re hevdîtin kirine gotine ku ew ê di navbera xwe de têkildarî tecrîda li ser Îmraliyê civînekê pêk bînin û anî ziman ku heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were ew ê têbikoşin
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, ji 25’ê adara 2021’an û vir ve tu agahî jê nayê girtin. Daxwazên malbat û parêzeran ên hevdîtinê jî bi hincetên “cezayên dîsîplînê” nayên bersivandin. Bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze hatin komkirin. Îmzeyên ku radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) a li bajarê Strasboûrg ê Fransa û Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin kirin, di navbera 22’yê çile û 13'ê adara 2023'yan de bi pêşengtiya Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin komkirin.
 
Hevberdevkê Înîsiyatifa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îdrîs Saîd da zanîn ku di serî de li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarên weke Heleb û Şamê derî bi derî geriyan û îmze hatine komkirin û têkildarî kampanyaya îmzeyê, hevdîtinên bi CPT û NY OHCHR’ê ku îmze radestî wan kirin re hatin kirin û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan didome ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî. 
 
‘DIXWAZIN JI GEL VEQETÎNIN’ 
 
Saîd, diyar kir ku li Îmraliyê tu qanûnên hiqûqê nayên bicihanîn û wiha got: “Qanûnên li Tirkiyeyê jî li Îmraliyê nînin. Sedema nebicihanîna qanûnan bi pirsgirêka kurd re têkildar e. Serok Apo ji bo azadiya kurdan barekî giran hilgirt ser milê xwe. Bi rêya tecrîdê dixwazin felsefeya Serok Apo ji gel dûr bixin. Dixwazin têkoşîna azadiyê ya kurdan a li Îmraliyê biqedînin . Dixwazin Serok û gel ji hev veqetînin.”
 
‘SEROK APO LI BER XWE DIDE’ 
 
Saîd, destnîşan kir ku tiştên li Îmraliyê diqewimin li dijî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a NY’yê û Rêziknameya Nelson Mandela ye û wiha got: “Serok Apo ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Li Îmraliyê lêgerîna şikandina vînê heye. Lê belê li dijî vê berxwedaneke bi heybet heye. Serok Apo li ber xwe dide. Ne tenê li ser navê xwe, li ser navê bi mîlyonan kurdan jî li ber xwe dide. Li hemberî yek hişmendiyê barekî pîroz hilgirtiye ser milê xwe. Li Îmraliyê şerekî mezin heye. Serok Apo vî şerî ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn dimeşîne.”
 
‘DERÎ BI DERÎ GERIYAN’ 
 
Saîd, behsa avakirina Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û axaftina xwe wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin konferans hatin lidarxistin û Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Hemû kêmnetew di înîsiyatîfê de cih digirin. Di nava însiyatîfê de komîte hatin avakirin û ev komîte derî bi derî geriyan. Nêzî du mehan 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze hatin komkirin. Kesî negot ku îmzeyê naavêje. Her kesên ku gihiştinê bê teredût îmze kirin. Her çend ji nêrîneke cuda ya nava gel be jî ji bo Serok Apo îmze kirin, xwest tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî pêk were. Ji bo Serok Apo hemû nêrînên cuda bûn yek.”
 
‘TIŞTÊN  ME VEGOTIN PEJIRANDIN’ 
 
Saîd, diyar kir ku hevdîtinên bi CPT û OHCHR a NY re erênî derbas bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me weke şandeyê di 8’ê tebaxê de bi rayedarên CPT’yê re hevdîtin kir. Me îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de hatin komkirin û nameyek ku rewşa Serok Apo vedibêje radestî rayedaran kir. Em bi wan re li ser tecrîda Îmraliyê axivîn. Me ji rayedaran re got, ‘tenê hevdîtin û pêşniyarên we têrê nake’. Yek ji rayedarên CPT’yê ku tev li hevdîtinê bûyî, yek ji wan kesan bû ku berê çûbû Îmraliyê û bi Serok Apo re hevdîtin kiribû. Me got bi Serok re hevdîtin kiriye û nameyên ji Îmraliyê tên her tim li ser aştî û çareseriyê ne. Tiştên me gotin pejirandin. Me ragihand ku kurd êdî tehamula wê nakin. Rayedarên CPT'yê diyar kirin ku ew jî xemgîn in û ew ê di navbera xwe de li ser mijarê civînekê pêk bînin.”
 
‘HER DU HEVDÎTIN JÎ ERÊNÎ DERBAS BÛN’ 
 
Saîd, diyar kir ku wan îmze û name di 9’ê tebaxê de radestî rayedarên ONCHR NY’yê kirine û wiha têkildarî hevdîtinê wiha got: “Me Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Peymanên Cenevreyê û Rêziknameya Nelson Mandela anî bîra wan. Me destnîşan kir ku ew bi xwe jî aliyên peymana ne, îmze kirine lê li Îmraliyê pêk naînin. Me xwest şandeyekê bişînin Îmraliyê. Her du saziyan jî anîn ziman ku kurd di têkoşîna xwe de mafdar in. Her du hevdîtin jî erênî derbas bûn. Her tiştê ku diviya bû bibêjin me gotin. Me hest û fikrên 2 milyon û 646 hezar û 211 kesên îmze avêtin ji wan re ragihandin.” Saîd da xuyakirin ku ji bilî tecrîdê wan binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji rayedarên CPT û OHCHR'ê re ragihandine û wiha pê de çû: “Me vegot ku dewleta tirk zilmeke çawa dike. Hevseroka Înîsiyatîfa Hiqûqnasên Sûriyeyê Xanim Ayo ku di nava heyetê de cih digirt ji Sêrekaniyê ya dagirkirî ye şahidiyên xwe vegot. Tiştên me gotin bal kişandin û gotin dê eleqedar bibin.”
 
BERTEK NÎŞANÎ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DAN
 
Saîd, bal kişand ku hêzên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe ji êriş û tecrîdê re çavên xwe digirin û wiha pê de çû: “Di qanûnên NY û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de qala mafên mirovan tê kirin, lê tenê di gotinan de dimînin. Ji bo berjewendiyên xwe hem ji êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî ji tecrîdê re çav û guhên xwe digirin. Qetilkirina mirovên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, wan aciz nake. Wê rojek were û dîrok dê wan darizîne. Weke kurdan me zilm li kesî nedikir. Me cîhan ji belaya DAÎŞ'ê rizgar kir. Bi vî rengî dewam nake. Em ê li her qadê têkoşînê bidomînin. Azadiya Serok Apo azadiya mirovahiyê ye. Ji bo vê divê hemû gel rabin ser piyan.”
 
‘EM NE BI TENÊ NE’
 
Saîd ê got ku “Weke înîsiyatîf heta ku azadiya fîzîkî ya Serok Apo pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin” axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo belavkirina bîrdoziya Serok Apo em ê her tim di nava xebatan de cih bigirin. Em ê li her qadê di nava têkoşînekê de bin. Em ne bi tenê ne. Em bi milyonan in ku ji Serok Apo re hez dikin. Em ê bi hev re zincîrên zilmê bikşînin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

17/08/2023
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin