Astengkirina Dayikên Şemiyê hat protestokirin: Qada Galatasarayê ya me ye

  • rojane
  • 14:21 12 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parastvanên mafên mirovan astengkirina Dayikên Şemiyê û binçavkirina wan protesto kirin û wiha gotin: “Qada Galatasarayê ya me ye.” 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li gelek bajaran astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û binçavkirina wan protesto kir. Daxuyaniya li Enqereyê li pêşiya Peykerê Berfo Ana hate kirin. 
 
‘DEWLET LI BERPIRSYARTIYÊN XWE RANABE’
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç anî ziman ku ji bo hînbûna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin ev 28 sal in têdikoşin û wiha got: “Lêpirsîna binpêkirin komî û yên giran, darizandina faîlên sûcan û cezakirina wan, peywira dewletê ye. Lê dewlet li vê berpirsyartiya xwe ranabe. Îktîdar biguherin jî siyaseta înkar û necezakirinê naguhere. Her wiha nahêle malbatên windakiriyan û parastvanên mafên mirovan jî heqîqetê derxînin holê.”
 
‘BILA BI BIRYARÊN DMME Û AYM’Ê BIKIN’
 
Bi domdarî Saraç ev tişt anî ziman: “Tenê heke Tirkiye bibe dewleteke hiqûq û demokratîk dikare daxwazên me pêk bîne. Lewma dewlet vê têkoşîna me asteng dike. Di hefteya 959’an de em careke din bang li rayedarên dewletê dikin; tunehesibandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tê wateya binpêkirina hiqûqê û valakirina hundirê wê. Ev jî mezintirîn xerabiya li civakê ye. Dawî li vê xerabiyê bînin. Tevî her cureyên zilma we em careke din vê dibêjin; ev 28 sal in me li her santîma Qada Galatasarayê hafizeya heqîqetê neqş kir û ew qad a me ye. Em ê windakiriyên xwe ji bîr nekin.”
 
Piştî daxuyaniyê jî beşdaran qurnefîl danîn ber peykerê Dayika Berfo. 
 
LI EDENEYÊ ASTENGKIRIN Û BINÇAVKIRIN 
 
Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî xwest li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide. Lê belê walîtiyê bi hinceta “heta astegî rêya xelkê û wesayîtan digire, li ser aramiya cemaweriyê xetereyê çêdike û azadiya welatiyan bisînor dike” asteng kir. Endamên ÎHD’ê yên li Parka Înonuyê kom bûn, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Piştre jî parastvanên mafên mirovan derb kirin û binçav kirin. Parastvanên mafên mirovan jî bi dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Biji berxwedana dayikan" protesto kirin.
 
Di heman demê de polîsan, welatiyên li parkê rûdiniştin jî bi darê zorê derxistin. Polîsan, hewl dan Serokê komîsyona Mafên Parêzeran a Baroya Edeneyê Volkan Huseyîn Ertem jî bi zorê ji parkê derxînin. Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik ku hefteya berê hatibû binçavkirin, anî ziman ku sedema qedexeyan, bêtehemûliya îktîdara siyasî ye. 
 
39 KES HATIN BINÇAVKIRIN
 
Navên 39 kesên di dema êrişê de hatin binçavkirin wiha ne: “Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş, rêveberên ÎHD’ê Havîn Olmez, Osman Fîlîztek, Teberdar Elîk, Belgîn Işik, Azîz Sar, endamên ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, parêzer Tugay Bek, rêveberê ÇHD’ê Onur Can Gurbuz, Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya, Hevserokên HDP’a Seyhanê Şukran Efeturk û Taylan Çelîk, rêveberên HDP’ê, Osman Guven, Nîmet Tekîn, Saniye Seçkîn, Nûran Ozdeş, Aydin Varol, Nezîr Algel, Ahmet Akdogan, Zekî Sekîn, Hamît Çelîk, Çetîn Eye, Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Huseyîn Kaya, Serokê Şaxa Tum Bel-Sen a Edeneyê Mehmet Çelîk, Hevserokê Şaxa SES’a Edeneyê Dr. Murşît Enîs Akyuz û Ahmet Kaya û Osman Polat.”
  
LI WANÊ POLÎS HATIN PROTESTOKIRIN
 
Astengkirina Dayikên Şemiyê li Wanê jî hate protestokirin. Walîtiya Wanê ji bo du rojan biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan dabû. Polîsan jî ev biryar weke hincet nîşan dan û nehiştin daxuyanî bê dayîn. Polîsan, pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’a Wanê girtin û nehiştin kes û xebatkarên çaemeniyê derkevin. Li ser vê yekê jî ÎHD’ê û endamên rêxistinên civaka sivîl di ketina avahiya şaxê de deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û qedexe protesto kirin. 
 
LI GELEK BAJARAN DAXUYANÎ HATIN DAYÎN
 
Têkildarî mijarê şaxên ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Mêrsînê li Parka Ozgur Çocuk; Şaxa ÎHD’a Rihayê li avahiya komeleyê; Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li pêşiya Sumerbank a Kevin daxuyanî dan. 
 

Sernavên din

17/08/2023
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin