Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

  • rojane
  • 12:01 9 Cotmeh 2023
  • |

AMED - Li Amedê bi pêşengiya KCD, TJA, DBP û MED TUHAD-FED’ê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, hat şermezarkirin. Girseyê dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anî ziman û xwestin demildest tecrîd bê rakirin 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê hat derxistin. Komployê 25 sal li pey xwe hişt. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî di encama vê komployê de hat dîlgirtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji sala 99’an vir ve di Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de tê ragirtin. 31 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û sê girtiyên cem wî nayê girtin. 
 
Li bajarê Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” daxuyanî hat dayîn û komplo hat şermezarkirin.
 
Ji bajarên wek Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Wan, Riha, Erzirom, Colemêrgê siyasetmedar û welatî tev li çalakiya protestoyê bûn.
 
Girseya ku li Dortyola navçeya Rezanê kom bû, di nav girseyê de parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Serhat Eren û Halîde Turkoglû jî hene. Girseyê xwest ber bi Parka Koşûyolû ve bimeşe, lê polîsan pêşiya girseyê girt.
 
GEL LI KOŞÛYOLÛYÊ KOM BÛ 
 
Di heman kêliyan de Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan, Sirri Sakik, Bêrîtan Guneş, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Ceylan Akşa jî di nav de girseyek qelebalix li Parka Koşûyolû kom bûn. Polîsan girseyê û siyasetmedaran dorpêç kir û gotin ku ew ê destûrê nedin çalakiyê. Hincet jî biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiya Amedê nîşandan. Li seranserî parkê girseya ku hat dorpêçkirin bênavber berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" olan dan. 
 
OMER OCALAN: ÇARESERÎ LI CEM BIRÊZ OCALAN E 
 
Parlamenter Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî astengî û êrişên polîsan da û got: “Kes nikare vê zilmê, îşkenceyê û zextan bi me bide qebûlkirin. Dewleta ku di salên 2013-2015’an de şandeya rayedaran dişand cem birêz Abdullah Ocalan, îro li Amedê çalakiya protestoyê asteng dike. Em li vir in, em ji her demê bêtir xurttir in. Yên ku îşkence li gelê me dikin, pitşevanê DAIŞ’ê ne. Em li dijî qetlîaman in, em alîgirên çareseriyê ne. Rêya çareseriya di ba birêz Ocalan de derbas dibe. Dewlet jî viy baş dizane. Hûn wekîlên vî gelê dorpêç dikin lê hûn li pişt qetlîamkeran in. Em di siyaseta demokratîk de israr dikin. Em ê her li vir bin.” 
 
LI NAV KUÇEYAN MEŞ Û ÇALAKÎ
 
Girseya li ser Cadeya Koşûyolû kom bûbû bi lêdana çepikan dorpêç û komployê şermezar kir. Girseyê bênavber dirûşmên wek “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseya li vir paşê li nava kuçeyên taxa Kayartepeyê belav bû û dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
BINÇAVKIRIN 
 
Di çalakiyê de nêzî 50 kesî hatin binçavkirin. Ciwan û dayik û welatiyên extiyar jî di nav binçavkiriyan de hene. 
 
LI TAXA 5 NÎSANÊ MEŞ 
 
Li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê welatiyên li hev kom bûn, pankarta nivîsa “Em dê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin” vekirin û dest bi meşêk irin. Meşê ji ser cadeya Nukhet Coşkûn dest pê kir û welatî û dikandaran jî destek da meşê. Di meşê de dirûşmên wek “Bijî berxwedana Îmrali”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin. Welatiyan ji pencere û şaneşînên mala xwe destek da meşê. Meş li ber Nexweşxaneya Taybet a Baglarê bi dawî bû. 
 
POLÎSAN GIRSEYA BISMILÊ ASTENG KIR 
 
Li aliyê din girseya ku xwet ji navçeya Bismilê were Parka Koşûyolû li ser rêya Bismilê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Polîsan biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiyê nîşan da û destûr neda ku girse ji Bismilê bê Amedê. 
 
Li Parka Koşûyolûyê heya ku daxuyanî hat dayîn, dorpêçkirina girseyê berdewam kir. 
 

Sernavên din

12/10/2023
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e