Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin

  • rojane
  • 09:02 12 Hezîran 2024
  • |
COLEMÊRG - Rêveberên DEM Partî ji bo mitînga dê li Qada Otogarê ya Colemêrgê bê lidarxistin bang kirin û gotin ku li dijî tunehesibandina vîna gelê Colemêrgê li Qada Otogarê dengê xwe bilind bikin.
 
Xebatên mitînga "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" ya ku di 13'ê hezîranê de li Qada Otogarê li dijî tayînkirina qeyûm bê lidarxistin, dewam dikin. Xebatên mitînga ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partiyê û gelek kes dê beşdarî bibin bê navber berdewam dikin. Beşek rêveber û parlamenterên DEM Partiyê li navçeyên Colemêrgê “Meşa Demokrasiyê” dan destpêkirin û beşek jî li navenda Colemêrgê mal bi mal gel digerin û gel vedixwînin mitîngê.
 
Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin a li bajêr ji bo mitîngê dixebite û Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn gel vexwendin mitîngê.
 
Bêrîtan Guneş diyar kir ku gelê kurd û dostên xwe 10 roj in li kolan, qadan û meclisê li dijî pêkanînên qeyûman li ber xwe didin. Guneş wiha got: “Em dizanin ku 100 sal in înkar bi navên cuda tê meşandin. Qeyûm yek ji van pêkanînan a dawî ye. Bi polîtîkayên qeyûman hewl tê dayîn nasnameya Kurd bê tunekirin û pergala hevserokatiyê ji holê bê rakirin. Ji ber ku gelê me qeyûman baş nas dike, desteserkirina vîna xwe qebûl nake. Ji ber vê em li ber xwe didin û ev berxwedan wê bidome. Di warê hiqûq, edalet û yekitiyê de cihê van polîtîkayan nîne. Tenê armancek van polîtîkayan heye, ew jî dijminatiya kurdan e. Li herêmê hen di qada navneteweyî hem jî neteweyî polîtîkayên durû tên meşandin. Li Kurdistanê hiqûq nayê sepandin. Em ê heta dawiyê dengê xwe li dijî qeyûman bilind bikin.”
 
DIJMINATIYA AKP-MHP’Ê YA LI DIJÎ KURDAN
 
Guneş da zanîn ku Colemêrg 3 welatan digihîne hev û li ser xetek stratejîk e û got ji ber vê sedemê li vir tayînkirina qeyûm xwedî cihekî taybet e. Guneş ziman ku Erdogan xwe têkilî hilbijartinên Rojava û Başûr jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê naxwaze kurd mafê xwe yê hilbijartinê li 4 parçeyan jî pêk bîne. Colemêrg bi ziman û çanda xwe heye û dixwazin vê tine bikin. Herwiha tiştek din jî amadekariyên şerê li ser sînor e. Tê zanîn ku desthilatdariya AKP’ê li ser sînor çiqasî zêde bibe, di şerê li dijî kurdan jî ewqasî xurt bibe. Ji bo vê yekê jî Colemêrgê ji bo qeyûm tayînkirinê hat hilbijartin. Hikûmeta ku ji bo doza ev 10 sal in tu tiştek nekiriye, dema mijar dibe îradeya gelê kurd dozê vedike û qeyûm tayîn dike. Dewletê ev hesab kiriye.”
 
BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ KIR
 
Guneş bal kişand ser girîngiya mitînga ku dê 13’ê hezîranê li dar bixin û got: “Ev mitîng wê bibe dengê hemû Kurdistan û Tirkiyeyê. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî polîtîkayên qeyûm û yên ku kurdan paşguh dikin dengê xwe bilind bikin.”
 
‘VÎNA XWE BIPARÊZIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn jî bang li hemû kesî kir ku 13’ê hezîranê roja pêncşemê li Qada Otogarê tev li mitîngê bibin. Şahîn diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî qeyûman û desteserkirina şaredariyan bidomînin û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku vîna xwe biparêzin.”
 
MA / Bazîd Evren - Mazlum Engîndenîz 
 

Sernavên din

16/06/2024
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin