NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.”
Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Iraqê bi daxuyaniyeke piştgirî da kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku ji hêla Foruma Azadî û Aştî ya Ewropayê ve hatiye destpêkirin. Înîsyatîfê, di daxuyaniyê de diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de tê wateya azad û civaka demokratîk. Înîsiyatîfê, got: “Ev yek nîşan dide ku karê siyasî ne tenê milkê civak, netewe, partî yan jî îdeolojiyekê ye. Raman û rêbazeke ya demokratîk, azadî û aştiyê ye.”
Di berdewamê de înîsiyatîfê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan û civakan û ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebite. Înîsiyatîfê, bi domdarî bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiyeyê û destnîşan kir ku dixwaze her tiştî bi hişmendiyeke leşkerî ya xwe dispêre hişmendiya Osmanî çareser bike. Înîsiyatîfê got: “Divê Tirkiye dev ji vê kiryarên wêrankarî bîne û guh bide banga Rêber Apo.”
Bi domdarî înîsiyatîfê bal kişand ser kampanyayê û wiha bi dawî kir: “Em, piştgiriya hemû xebatên aştiyê dikin û zextê li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî biçe û Rêber Abdullah Ocalan azad bike. Em, piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ radigihînin. Em dixwazin piştrast bikin ku Înîsyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Iraqê beşeke ji têkoşîna mezintir û hevkarî li gel Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ye. Ev hewldana mezin a mirovî nasnameya civakeke şaristaniyê ya ji bo azadiya Ocalan ya ji Girtîgeha Îmralî û destpêkirina rêwîtiyeke nû ya ji bo avakirina civaka demokratîk e.”