Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin

img
AMED / MÊRDÎN - Malbatên girtiyan di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Amed û Mêrdînê de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û daxwaza azadiya wî ya fizîkî kirin. 
 
 
Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya du hefteyan carekê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya malbatên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Amedê pêk tê li ber AZC Plaza ya Semta Ofîsê hat lidarxistin. Ji bilî gelek malbatên girtiyan rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. 
 
Çalakvanên ku pêşmalkên li ser “Deng bide azadiyê” dinivîsandin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. 
 
Malbata girtiyan Nazîme Boltan bi bîr xist ku bi mehan e di çalakiyê de ne û ev tişt got: “Daxwazên zarokên me bi cih bînin. Zarokên me azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Em çawa bi zarokên xwe re hevdîtinê dikin bila Abdullah Ocalan jî hevdîtinê bike. Em naxwazin zarokên me tu çalakiyên din bikin.”
 
‘HEKE TECRÎDA LI SER ABDULLAH OCALAN RABE…’
 
Yek malbateke din a girtiyan Rabîa Ataş jî çalakiya girtiyan a ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha got: “Heke tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Ez hefteya borî çûm girtîgehê. Dema zarokên me hatin hevdîtinê lêgerîna tazî kirin. Keça min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Em vê zilmê qebûl nakin.”
 
Nûray Abay, anî ziman ku bi salan e nêviyê xwe yê dîl girtî nedîtiye û diyar kir ku ev yek zilm e û xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya bi dirûşmeyan hate lidarxistin bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN
 
 
Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li Mêrdînê bi banga “Deng bide azadiyê” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Girseya ku li Parka Karayollari hate gelhev, pankarta “Tecrîdê bi dawî bikin” vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibûca, diyar kir ku heta tecrîd were rakirin dê dengê xwe derxînin, li kolanan û qadan bin. Acibûca wiha berdewam kir: “Em hemû jî dizanin ku ev tecrîd bêhiqûqî ye, zilm e, neheqiyeke mezin e. Em bi tecrîdê dizanin ku girtiyên siyasî bi bêhiqûqiyan di bin zilmê de tên ragirtin. Em ji vir bang li desthilata AKP’ê û MHP’ê dikin. Hûn bi israrin ku vê pergala xwe ya qirêj li ser girtian bidomînin. Em jî dibêjin ku heta ku ev tecrîd neyê rakirin, em jî nasekinin û serî natewînin. Em tecrîda li girava Îmraliyê rakin. Rakirina tecrîdê dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî bibe rêyek.”
 
‘YEKANE KESÊ KU AŞTIYÊ DIXWAZE OCALAN E’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî bi lêv kir ku tecrîda li ser Ocalan li tu dera cîhanê nîne û anî ziman ku tecrîd ne tenê di şexsê Ocalan de li girtîgehan, li kolanan li her deran tê pêkanîn. 
 
Tanhan, bi lêv kir ku bi tecrîdê daxwaza kurdan tê paşguhkirin û wiha berdewam kir: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser gel û civakê tê pêkanîn e. Îro li Rojhilata Navîn li her derê şer heye. Li her derê ji bo şer hewl tê dayîn. Lê yekane kesek heye ji bo aştiyê hewl dide. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekane kesê ku aştiyê dixwaze birêz Ocalan e. Heke hûn bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin mûxatab birêz Ocalan e. Fikrên wî ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê girîng e. Ji ber van sedeman divê hûn bêyî deqîqeyekê bisekinin tecrîdê bidawî bikin û pêşiyê li vî şerî bigirin. Bila dengê aştî û demokrasiyê bilind bibe.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

17/09/2024
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin