Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin

  • rojane
  • 09:34 10 Îlon 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Windakirin û qetilkirina Narîn Guran carek din zarokên ku hatine windakirin û nehatine dîtin anî bîra mirovan. Balkêş e ku TUÎK bi salan e der barê zarokên windayî de daneyan parve nake. 

Li gundê Çulî yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve di 21’ê tebaxê de Narîn Guran a 8 salî hat windakirin û piştî 19 rojan 8’ê îlonê cenazeyê wê li Newala Silmê ya li bin gund hat dîtin. Tevî ku du sê caran li wê newalê lêgerîn hatibû kirin jî lê cenaze Narînê nehatibû dîtin. Walîtiya Amedê roja 8’ê îlonê daxuyanî da û diyar kir ku Narînê piştî hatiye kuştin cenazeyê wê birine danîne devê newalê û waliyê Amedê ji ber biryara “veşarî” ya li ser dosyeyê bersiva pirsên rojnamevanan neda. 
 
GIRTEKA DOZGER 
 
Dozger di girteka karûbarên otopsiyê de gotiye, “Li ser laşê Narînê şûna amûrên birînê û guleyên sîlehê nîne, di nav û dilê wê de û di mêjiyê wê de jî nûveya xwîna hundirîn nehatiye dîtin.” Dozgeriyê diyar kir ku ji ber laşê Narînê deforme-riziyayî bûye nehatiye diyarkirin ku sedemê mirinê û kengê miriye zelal nekirine û lewma nimûne ji cenaze girtine û ji bo lêkolînê şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. 
 
APÊ WÊ HAT GIRTIN, 24 KES DI BINÇAVAN DE NE 
 
Di karûbarên pêşotopsiya Narînê de derket holê ku li derdora qirika wê lezyon û di lingê wê de şikestin heye. Tê texmînkirin ku şûna cenaze hatibe guhertin û ev yek jî tê lêkolînkirin. Apê Narînê, Salîm Guran (mixtarê gund) di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvebirin, 2’yê îlonê hat girtin. Roja ku cenazeyê Narînê hat dîtin, dayika wê Yuksel Gurna, bavê wê Arîf Guran, kekê wê Enes Guran û sê apên wê jî di nav de bi giştî 24 kes hatin binçavkirin. 
 
8 SAL IN DANE NAYÊN PAVEKIRIN 
 
Bi qetilkirina Narînê re careke din çav û awir zivirîn ser mirina zarokan. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku ragihandibû di navbera salên 2008-2016'an de li Tirkiyeyê bi giştî 104 hezar û 531 zarok hatine windakirin. TUÎK’ê ji sala 2016’an ve tu agahî û dane der barê windakirin û mirina zarokan de parve nekiriye. Herî dawî li gorî daneyên di rapora "Amarên Zarokên Hatine an jî Anîne Yekîneya Ewlekariyê" ya 2’yê tebaxa 2023’yan hatiye weşandin di sala 2022’yan da hejmara bûyerên ku zarok tev li bûne 601 hezar û 754 bûyer in. Di raporê de 259 hezar û 106 jê zarok wek mexdûr, 206 hezar û 853 kes ango zarok jî xistine nava sûcan. Ji bo 100 hezar û 490 zarok jî serlêdana agahiyê hatine kirin û 16 hezar û 499 kes jî bi şiklê winda cih girtin e. 
 
ZAROKÊN HATINE QETILKIRIN Û DARAZ 
 
Gelek bûyerên windabûnê yên wek Narînê û paşê bi şiklê qetilkirî hatine dîtin  qewimîne. Piraniya darizandinên li ser van bûyeran bi bêcezabûnê encam bûn. Bûyerên Samî Yûsûf Karpenter ê di sala 2018'an de li Bedlîsê winda bû, paşê cenazeyê wî hat dîtin û Ufuk Tatar (6) ê ku li navçeya Hassa ya Hatayê kuştî hat dîtin, bêyî ku doz bê vekirin jî ser bûyeran hat girtin. Bi salane agahî ji Mustafa Demîr (2) ku di sala 2004'an de li Surmena Trabzonê hat windakirin, Yusuf Kazdal ê di 2009'an de li navçeya Ofê ya Trabzonê hat windakirin û Ecrîn Tunç (5) ya di sala 2015’an de li gundê Harmanliya bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve ji bo kirîna şekir çûbû dikanê û winda bû, agahî nayên wergirtin. Bi sedan zarokên mîna Ecrîn Tunç bi salan e agahî ji wan nayê. 
 
Me hin bûyerên windakirin û qetilkirina zarokan û encamên darizandina kujerên wan berhev kir: 
 
* Medîne Memî (16): Li navçeya Kolika Semsûrê di kanûna 2009’an de winda bûbû û piştî 40 rojan li hewşa mala wan veşartî hat dîtin. Bawê wê Ayhan Memî û kale wê Fethî Memî ji ber kuştina zarokê hatin girtin û cezayê mubeda girankirî li wan hat birîn. 
 
* Gîzem Akdenîz (4): Di nîsana 2014'an de li taxa Tellîdere ya Edeneyê dema dilîst winda bû û piştî 36 saet şûn ve cenazeyê wê hat dîtin. Apê wê Suleyman Akdenîz ji kuştina biraziya xwe bepirsiyar hat dîtin û cezayê muebeda girankirî lê hat birîn. 
 
* Mert Aydin (9): Li taxa Îstasyonê ya Qersê di nîsana 2014’an de winda bû û rojek piştî winda bû bi awayek mirî hat dîtin. Kujerê wî Aykut Balk bû û cezayê muebeda girankirî lê hat birîn. 
 
* Irmak Kupal (4): Li navçeya Alaşehîra Manîsayê di cotmeha 2016’an de dema li ber malê dilîst winda bû. Cenazeyê hefteyek şûn ve li nav darên mêwan hat dîtin. Hîmmet Akturk kujerê Irmakê bû û cezayê muebeda girankirî û 51 sal cezayê hepsê lê hat birîn. 
 
* Eylul Umutlu (6): Di 31’ê gulana 2017’an de li navçeya Çinarcik a Yalovayê winda bû û dotira rojê bi awayek qetilkirî hat dîtin. Mûrat Şahîn Akyuz ji kuştina zarokê hat darizandin û cezayê muebeda girankirî û 18 sal cezayê hepsê lê hat birîn. 
 
KUJERÊN LEYLAYÊ HATIN BERAETKIRIN 
 
* Leyla Aydemîr (4): Di 15’ê hezîrana 2018’an de li gundê Bezirxanê yê bi ser Agiriyê ve li mala kalikê xwe winda bû. Cenazeyê wê 18 roj şûn ve 2 kîlometre dûrî gund li benda rûberekî biçûk di nav daran de hat dîtin. Der barê kuştina Leyla Aydemîr de der barê 7 kesan de doz hat vekirin. Di dozê de cezayê muebeda girankirî li apê Leylayê, Yusuf Aydemîr hat birîn. Bersûcên din jî hatin beratkirin. 
 
* Eylul Yaglikara (8): Di 22’yê hezîrana 2018’an de li navçeya Polatli ya Enqereyê winda bû. Cenazeyê 7 roj şûn ve li taxa Yuzukbaşiyê li ber dîrekê ceyranê ku hatibû veşartin, hat dîtin. Kujerê wê Ûgûr Koçyîgît li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat darizandin û cezayê muebeda girankirî û ji sûcên cuda bi dehan sal ceza lê hat birîn. 
 
* Ecrîn Kurnaz (1,5): Di 7’ê gulana 2019’an de li navçeya Vezîrkopruyê ya Samsûnê winda bû û piştî 20 rojan 6 kîlometre dûrî nokteya lê winda bûbû, bi awayek qetilkirî hat dîtin. Jinbava bavê wê Hacer Kurnaz, zirbavê wê Denîz Kurnas û her wiha Hasan S. û Mesût Y. ji kuştina vê pitikê hatin darizandin. Bersûc hatin girtin û paşê hatin berdan. Ji dozê berat wergirtin. 
 
* Îkranûr Tîrsî (7): Li navçeya Bulancak a Gîresûnê di 26’ê hezîrana 2020'an de winda bû. Piştî 4 rojan li Newala Adakoy bi awayek qetilkirî hat dîtin. Apê wê S.T. û meta wê A.Ç. ji kuştina wê berpirsiyar hatin dîtin. Li apê zarokê S.T. her çiqas ceza hatin birîn jî lê ji ber temenê wî biçûk bû hat berdan. 
 
* Muslume Yagal (3): Li navçeya Gulnar a Mêrsînê di 10’ê mijdara 2021’an de ku malbata wê yoruk in, dema konê xwe vedidan, winda bû. Cenazeyê wê di 19’ê mijdarê de li çoltera navçeyê hat dîtin. Kalê wê Hasan Yagal ji dozê hat darizandin û 45 sal ceza lê hat birîn. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

17/09/2024
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'