19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide

  • rojane
  • 09:07 11 Îlon 2024
  • |

STENBOL - Ji Platforma Malbatên li Pey Edaletê parêzer Eren Can ê ji bo dayik û bavê xwe yê di erdhejê de jiyana xwe ji deste dane, têkoşîna edaletê dide, bertek nîşanî 19 meh in amade nekirina îdianameyê û ropora pispor da. 

Bi ser erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereş bû, 19 meh derbas bûn. Li gorî daxuyaniyê fermî 53 hezar û 527 kes jiyana xwe ji dest dan. Lê belê dema yên kû bêyî qeydkirin hatine veşartin, winda û yên malbatên wan nehatine dîtin, berçav tên ragirtin, tê payîn ku ev hejmar gelek zêdetir jî be. Di erdhejê de yek ji bajarên herî zêde bandor bûye Hatayê, herî kêm 80 hezar û 323 avahî hilweşiyan û xesar dîtin. Lê belê tevî ku gelek dem bi ser bûyerê derbas bû jî derbarê kesên di van hilweşîna avahiyan de berpirsyariya wan hene de, tu lêpirsînên bibandor nehatin meşandin.  
 
Mexdûrên erdhejê bi mehan e ji bo xizmên xwe yên di erdehejê de jiyana xwe ji dest dane, têkoşîna edaletê didin meşandin. Ji Platforma Malbatên li Pey Edaletê parêzer Eren Can ê dayik û bavê xwe di erdhejê de jiyana xwe ji deste dane, yek ji van kesan e. Can ê li Stenbolê dijî derbarê têkoşîna xwe ya edaletê didomînin de axivî. 
 
‘XEBATA LÊGERÎN Û XELASKIRINÊ NEBÛ’
 
Can diyar kir ew di nava 24 saetan de xwe gihandine xirabeya ku dê û bavê wî di bin de maye û anî ziman ku ew li bajar li tu cihan rastî xebata lêgerîn û xelaskirinê nehatiye. Can bi bîr xist ku gel tenê û bêçareserî hatibû hiştin û wiha got: “Em neçar man ku bêyî alav û amûr, di bin xirabeyên cuda de me mirov derxistin. Jixwe şebekeya telefonan tune bû. Bi tengkirina bandê re me kanalên ragihandinê jî winda kirin. Tu caran me nekarî xwe bigihînin tîmên AFAD’ê. 
 
19 MEH IN TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIDE
 
Can da zanîn ku ew ji roja erdhej çêbûye heya niha têkoşîna edaletê dide û bi bîr xist ku wekî ku mudaxile li darizandinên erdhejê hatiye kirin rewşek heye. Can diyar kir ku hemû raporên pisporan ji Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê hatine amadekirin û bilêv kir ku ev yek jî vê gumanê xurt dike û wiha pirsî: “Ma qey li Tirkiyeyê beşa endezyariya înşeatê nîn e ku hemû rapor, wekî ku hatine xwestin, ji yek zanîngehê hatin dayîn?”
 
‘EM NEÇAR IN TÊBIKOŞIN’
 
Can bi bîr xist ku di dozên têkildarî hilweşîna apartmanên Fûrkan û Ezgîyê de raporên ku hatine amadekirin, bersûc bêyî kisûr hatin dîtin. Can bi bîr xist ku mutehidê Sîteya Palmiyeyê Alî Babaoglû ku sîte di erdheja Mereşê de hilweşiya û 150 kes tê de jiyana xwe ji dest dan, dema çû li noterê nehat girtin û axaftina xwe wiha domand: “Desthilata Tirkiyeyê demekî aboriyê bi ser aboriya înşeatan bi rê ve bir. Hemû kesên di demên dawî de mutehîdî kirine, kesên ku têkiliya wan bi desthilatê re hene ne. Ev kesên ku dewlemend bûne, hem di hêla siyasî de hem jî di hêla aborî de bandora wan heye. Tevî ku derbarê mutehidê xaniyên EmlakBankê Mehmet Ozat de biryara girtinê heye, li derve serbest digere. Dema ku mexdûrên erdhejê ew nas kirin, hate girtin. Ev yek jî nişan dide ku em neçar in ku têkoşîna edaletê bidin.” 
 
‘DESTÛRÊ NADIN HIN DOSYEYAN’
 
Can bi bîr xist ku dewlet personelê xwe diparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo darizandina personelên raya giştî, destûra walîtiyê hewce ye û got ku rayedar van pêvajoyan jî gelek dirêj kirin. Ji bo kêm dosyeyan, destûr hate dayîn û dosyeyên ku destûr nehatine dayîn jî hene. Ji bo dosyeyên destûr nehatine dayîn, serdanên dadgeha îdarî didomin. Hêj jî gelek dosye hene ku bersiva wan nehatiye dayîn. Bi zanebûn van pêvajoyan dirêj dikin ku di vê hêlê de dixwazin zexta raya giştî û hêza têkoşîna mirovan lewaz bikin. Sûcdar jî vê demê sûd digirin.” 
 
‘RAPORA PISPOR NÎN E, ÎDIANAME NÎN E’
 
Can bi bîr xist ku mexdûrên erdhejê li şûna ku bikevin xema êşên xwe, neçarê domandina têkoşîna edaletê mane, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li sala nû ya edlî dinêrin, em dibînin ku gelek doz nehatine vekirin, îdianame nehatine amadekirin, pirsgirêkên sereke yên bajar nehatine çareserkirin. Ez bi ser xaniyê me mînak bidim; tevî ku 19 meh bi ser derbas bûne hêj rapora pispor nehatiye, îfadeya tu bersûcan nehatiye girtin, îdianameyek nehatiye amadekirin. Darizandinekî ku pêş nakeve heye. Li Antakyaya ku di navenda bajar de gelek avahî hilweşiyane de rewş wiha ye. Rewşekî bêcehiştinê ya bizanebûn heye.”
 
‘EM Ê JI BO BERPIRSYAR WERIN DARIZANDIN TÊBIKOŞIN’
 
 
Can di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku malbatên di bin banê platformê de hatine cem hev hem ji hev re êşên xwe parve dikin hem jî têkoşîna edaletê didin wiha derbirî: “Em ji sempozyûmê heye têkoşîna hiqûqî; ji daxuyaniya çapemeniyê heya weşanên têgînî, di gelek kanalan de têdikoşin. Em ê ji bo erdhej neyê jibîrkirin, ji bo serê dozên erdhejê neyên girtin, berpirs û rayedarên raya giştî werin darizanin dê têbikoşin.”
 
MA / Yeşîm Tukel

Sernavên din

17/09/2024
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin