Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'

  • rojane
  • 10:06 11 Îlon 2024
  • |
WAN - Di lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan de 4 sal in biryara "nepenîtiyê" nehatiye rakirin. Parêzer Hamît Koçak got: "Mekanîzmayeke dewletê ya ku sûcdaran diparêze heye."
 
Li navçeya Şaxê ya Wanê 2 gundî ji helîkopterê hatibûn avêtin. 4 sal di ser bûyerê re derbas bûn. Leşkerên ku derketibûn operasyonê di 11'ê Îlona 2020'î de bavê 7 zarokan Servet Tûrgût (55) û bavê 8 zarokan Osman Şîban (50) binçav kiribûn. Piştî bûyerê bi 2 rojan hat hînbûn ku Tûrgût û Şiban di beşa lênêrînê ya giran a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê de ne.
 
CEZA LI ŞÎBAN HAT BIRÎN
 
Ji gundiyên ku hat diyarkirin ji helîkopterê hatine avêtin Tûrgût, di 30'yê Îlona 2020'î de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Osman Şiban jî demeke dirêjhatibû dermankirin. Piştî bûyerê der barê Şiban û rojnamegerên ku bûyerê şopandin de doz hatibû vekirin. Li Şiban di 11'ê Nîsana 2023'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû birin. 4 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê ku bûyerê ragihanadibûn raya giştî jî, di 9’ê Cotmeha heman salê de hatibûn girtin. Rojnamegerên ku salekê girtî man, di doza ku dihatin darizandin de beraat kiribûn.
 
Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan jî hê wekî berê ye. Di çarçoveya lêpirsînê de tenê îfadeyên leşkeran hatine girtin. 
 
 
Di îfadeyên ku MA xwe gihand wan de, derketibû holê ku têkildarî bûyerê şandeyek hatiye avakirin û îfadeya 40 leşkerên derketibûn perasyonê hatiye girtin. Leşkeran di îfadeya xwe de diyar kiribû ku Şîban û Turgut bi saxlemî li helîkopterê hatine siwarkirin, lê berî ku helîkopter dakeve pîstê ew avêtine nava bi sedan leşkerî û hatine lînçkirin. 
 
Parêzer Hamît Koçak
 
Tevî ku 4 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî biryara "nepenîtiyê" ya li ser dosyeya lêpirsînê nehatiye rakirin. Di vê pêvajoyê de 4 dozgerên ku li dosyeya lêpirsînê mêze dikirin hatin guhertin. Ji serlêdanên parêzeran ên li dijî biryara "nepenîtiyê" tu encam nehatiye girtin.
 
BIRYARA 'NEPENÎTIYÊ' DIDOME
 
Parêzerê gundiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin Hamît Koçak diyar kir ku ji ber biryara "nepenîtiyê" ew nizanin dosya di kîjan astê de ye. Koçak anî ziman ku tevî ku her hefte serî li dozgeriyê dide jî heya niha agahiyek bi dest nexistiye û wiha got: "Lêpirsîn bi dizî tê kirin. Lêpirsîneke fermî heye, lê di rastiyê de tiştek nayê kirin. Ji ber ku dewlet bi xwe lêpirsînê nake. Bûyerek di nava dewletê de ye. Lewma ez ne li bendê me ku ev bûyer bi hemû hûrgiliyên xwe eşkere bibe. Ev bûyer bûyereke siyasî ye û bi serê kurdekî de hatiye û dewlet naxwaze 'sicîla' xwe xera bike."
 
Koçak diyar kir ku ji bo darizandineke bibandor pêk nehatiye dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. 
 
Koçak bal kişand ku 2 gundî di binçavan de rastî îşkenceyên giran hatine û wiha got: "Derbkirin di destpêka bûyerê de dest pê dike û di helîkopterê de dewam dike. Li vir rewşeke birêxistinkirî heye. Dema 2 gundî tên girtin û cendirme wan bi helîkopterê tînin, li jêrê bi sedan leşker kom dibin û wan ji helîkopterê davêjin nava leşkeran û lînçkirin dest pê dike."
 
Koçak got: "Mekanîzmayeke dewletê ya ku sûcdaran diparêze heye."
 
Koçak diyar kir ku dixwazin di hemû serlêdanan de bûyer bê ronîkirin û got ku di dosyeyê de "mudaxaleya siyasî" heye. Koçak got: "Daxuyaniyên Suleyman Soylu hebûn. Dîsa fermandarê ku operasyonê bi rê ve bir, hat pêşiya ATK'ê ya otopsiyê lê hat kirin. Me ji dozger pirsî, lê got ku agahiya wan jê tüne ye. Ew kes ne ji bo çavtirsandinê be çima tên wir? Wer xuya ye fermandar ji wê çaxê ve nexwestiye sûcdar eşkere bibin." 
 
Koçak diyar kir ku Servet Tûrgût û malbata wî hê jî di travmaya bûyerê de ne û wiha got: "Rewşa malbata Şenyaşar li ber çavan e. Bi salan e li ber xwe didin, lê negihaştine encamekê. Gelek bûyer hene ku dewlet di nav de ye, lê eşkere nabin. Ger ev dewlet dewleta hiqûqê be, divê van bûyeran zelal bike. Ji ber van bûyeran malbat û kurd ji hesta aîdiyetê dûr dikevin. Em dizanin wê di dawiyê de biryara neşopandinê bê dayîn an jî kesek du kes bên darizandin. Axirê wê dosye bê girtin. Hemû pêvajo vî tiştî nîşan didin."
 
MA / Adnan Bîlen 

Sernavên din

17/09/2024
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin