STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurd, NÇM û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo dê di 25’ê Gulanê de bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyê li dar bixe.
Komeleya Lêkolînên Kurdî, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo dê di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, di 25’ê Gulanê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoy a Stenbolê şahiyekê li dar bixe. Di şahiyê de dê lîstik û fîlm bên pêşandan, stran bên guhdarîkirin. Her wiha dê dengbêj jî derkevin ser dikê. Di şahiyê de dê balê bikişînin ser polîtîkayên pişaftinê.
BANGA JI BO TEVLIBÛNA ŞAHIYÊ
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alpaslan diyar kir ku di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de daxwaza ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî bêhtir derdikeve pêş û got: “Li ser Kurdî zext hene û li dijî vê jî berxwedanek heye. Xebatên ji bo Kurdî didomin. Gelê Kurd li ber xwe dide. Gel bi awayekî xwedî li zimanê xwe derdikeve. Belê raste bandora pişaftinê heye û ev tê dîtin. Bi taybet jî ji ber perwerdeya bi zimanê Tirkî zarok hînî zimanê xwe nabin û ji bîr dikin. Kurd lewma daxwaza statuya ziman dikin.”
Remziye Alpaslan, diyar kir ku mebesta wan a ji şahiyê hevdîtineke çandî ye û got: “Di heman demê de em dixwazin balê bikişînin ser daxwazên bo Kurdî. Ji bo malbat bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin em ê çendek tiştan bibêjin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku tev li şahiyê bibin.”
BERNAMEYA ŞAHIYÊ
Xebatkara NÇM’ê Zelal Suyu jî got ku divê her kes ji polîtîkayên pişaftinê re bibêje “bes e” û ev tişt anî ziman: “Pêşxistina Kurdî berpirsyartiya her kesî ye. Her wiha jixwe cewhera ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ jî ew e ku dîsa bi civakê re bên gel hev. Em jî bi vê boneyê tên gel hev.”
Zelal Suyu, da zanîn ku dê şahiya wan bi atolyeya zarokan dest pê bike, piştre dê xebatên Egîdê Cimo MA’yê hebin û got: “Koroya zarokan a NÇM’ê û Koma Gulên Mezra Botan dê derkevin ser dikê. Koma Vejînê ya di bin sîwana NÇM’ê de dê stranan bibêje. Dê dengbêj derkevin ser dikê û piştre jî dê skeçên bi Kurdî bên pêşkeşkirin. Dê kurtefîmên bi Kurdî bên nîşandan. Em bang li her kesî dikin ku bi cil û bergên Kurdî, bi xwarinên malê û tevî zarokên xwe tev li bibin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû