ENQERE - DEM Partiyê têkildarî hevdîtinên bi CHP û YRP’ê re daxuyanî da û got: “Em, li ser gavên dê jib o aştî û çareseriyê bên avêtin axivîn.”
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi CHP û Partiya Yenîden Refahê (YRP) re pêk anîn, daxuyaniyek nivîskî da.
DI HEVDÎTINAN DE LI SER ÇI HATE AXAFTIN?
Di daxuyaniyê de li ser mijarên ku di civînan de hatine nîqaşkirin agahî hatin dayin û wiha hate gotin: “Di hevdîtinan de li ser mijarên rojane danûstandin hatin kirin û pir berhemdar derbas bûn. Di her du serdanan de, siberoja demokratîk a Tirkiyeyê, hevdîtina dawî ya di navbera birêz Abdullah Ocalan û şandeya partiya me de pêk hat û biryarên kongreya PKK’ê ya ku di 12’ê Gulanê de hatibûn ragihandin hatin nirxandin. Her wiha xurtkirina diyaloga di navbera partiyên siyasî de û gavên ji bo aştî û çareseriyê yên di bin banê Meclisa Tirkiyeyê de werin avêtin hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de, li ser girîngiya komîsyonek bi rayeya tam a li Meclisa Tirkiyeyê were avakirin û rêbaza ku hemû partiyên siyasî beşdarî vê pêvajoyê bibin danûstandin hatin kirin."
Tê payîn ku serdanên şandeya DEM Partiyê wê roja înê di 23’yê Gulanê de bi Partiya Gelecekê berdewam bikin.