BALIKESÎR - Şahin Altun piştî 31 sal cezayê girtîgehê hat berdan.
Şahin Altun ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ya Balikesirê girtî bû, piştî 31 salan serbest hat berdan. Altûn ê di sala 1994'an de li Agirî hat girtin, li ber girtîgehê ji aliyê rayedarên navçeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî ) û malbata wî ve hat pêşwazîkirin. Di axaftina kurt a li vir de diyar kir ku hê gelek hevalên wî di girtîgehê de ne û got, "Gelek spas dikim. Ji ber ku ez gelekî bi heyecan im niha nikarim tiştekî bêjim."
Altûn piştre tevî malbata xwe ber bi bajarê xwe Agirî ve bi rê ket.