NAVENDA NÛÇEYAN - Di metna hevpar a di 23’yemîn Kongreya Asayî ya KNK’ê de hat xwendin, wiha hate gotin: “Em bang li hemû hêzên Kurd dikin ku bi konferanseke neteweyî em hêzên xwe bikin yek.”
Kongreya 23'yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û kesayetên serbixwe yên ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê dewam dike. Di civata giştî de rewşa li Kurdistanê û herêmê bi berfirehî hate nirxandin û li ser yekitiya neteweyî, pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk nîqaşên berfireh hatin kirin. Di encama van nîqaşan de jî deklarasyoneke hevpar hate qebûlkirin. Deklarasyona hevpar jî ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ve hate xwendin.
Deklarasyona hevpar bi vî rengî ye:
"Bi munasebeta Civata Giştî ya KNK’ê, ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat nûnerên dehan partî û saziyên Kurdistanî û gelek kesayetên serbixwe, li gel endamên KNK’ê beşdarê civînê bûn û li ser rewşa Kurdistan û cihanê nîqaşên berfireh hatin kirin. Civîn bi hemû astî bû şêwireke neteweyî û bi navê vê şêwirê vê deklerasyonê ji reya giştî re pêşkêş dike.
Civata Giştî ya 23’yan a KNKê di demekî wisa da kom bû ku li herêma Rojhilata Navîn bûyerên mezin diqewimin, şereke dijwar li seranserê herêmê berdewame û hingî diçe ev şer germtir dibe. Di encama vî şerî de gelek guhertin di herêmê de çêbûn û rejîma Baasê ya Sûriyeyê têk çû. Li aliyê din li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê, nîqaşên germ ên çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin û di vî warî de lêgerîn, diyalog û bang hene.
DÎROKA BANG Û DANEZANÊ
Ev demeke li girava Îmraliyê di navbera birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd mûzakere têne kirin. Di encama van hevdîtinan de birêz Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bangek kir. Li ser vê bangê, PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk anî. 12’ê Gulanê jî encamên kongreyê bi daxuyanek ji raya giştî re hat eşkerekirin. Gorî daxuyaniyê, PKK’ê rola xwe ya dîrokî lîstiye û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û diyalogê bê çareserkirin, Tevgera Azadiya Kurdistanê hêdî bi navê PKK’ê kar nake û li hember dewleta Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî radiwestîne.
Hem banga birêz Abdullah Ocalan hem jî encamnameya kongreya PKK’ê, gavên dîrokî ne. Vê bang û encamnameyê di raya giştî ya Kurd û cîhanê da dengekî mezin veda. Di asta saziyên sereke yên navneteweyî û di asta hêzên cihanî de, bi awayekî pozîtîf hatin pêşwazîkirin û bi daxuyaniyên xwe piştgirî dan pêvajoya aştî û çareseriyê. Partî û rêxistinên Kurdistanî jî nîzîkbûna xwe ya pozîtîf dane diyarkirin û xwedî li pêvajoyê derketin. Weke tê xwestin nebe jî, rayedarên dewleta Tirk jî bi awayekî erênî pêşwazî kirin.
PIŞTGIRÎ DA BIRYARÊN PKK’Ê
Civata Giştî ya 23’yan a KNK’ê, pêvajoya li Îmraliyê ya di navbera birêz Ocalan û dewleta Tirk de, banga birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê, bi erênî dibîne û piştgirî dide. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihê encamekî baş, em ê jî weke KNK’ê ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe kar bînin. Pêvajoyek girînge û eger pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, di heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din ên Kurdistanê û yekrêziya nav mala Kurd û Kurdistaniyan jî dike.
Lê pêvajoyek weke tê xwestin heta niha ne meşiya ye. Hikûmetê heta niha gavên şênber ne avêtine, peyamên wa ne zelal in û zimanê ragihandina wan jî ne zimanê aştiyê ye. Li aliyê din heta niha jî operasyonên leşkerî berdewam in, çekên qedaxe û çekên kîmyewî jî tên bikar anîn. Ev rewş bi ti awayî nayê pejirandin.
BANG
Li ser vê bingehê:
* Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemî gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzîkî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin.
* Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd bi tenê nehêlin û ji bo serketina vê pêvajoyê têbikoş in.
* Di serî de em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên navneteweyî û hêzên cihanî dikin û dibêjin; tenê daxuyaniyên erênî têrê nakin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê ji bo serketina vê pêvajoyê pêk bînin.
* Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin, gok êdî di seha we de ye, vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe Birêz Ocalan serbest berdin, hûn jî şer rawestênin, rojekî zûtir vê pirsgirêkê bêxin rojeva Meclîsê, zemîna siyasî û hiqûqî ya çareseriyê pêk bînin.
ALIYÊN SÊYEMÎN ŞERT E
Ji bo bi awayeke baştir pêvajo pêş bikeve, divê komeke sêyemîn ya bêalî ku bikare çavdêriya pêvajoyê bike bê avakirin. Civata Giştî ya KNK’ê bang li herdu aliyan dike ku rê li ber hêzên navberkar vekin û aliyekî sêyemîn erkdar bikin. Em hêvî dikin ku hemû alî li berpisyariya xwe xwedî derkevin û di encama vê pêvajoyê da pirsgirêka Kurdî bê çareserkirin.
ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRAN
Li aliyê din jî rejîma Îranê di krîzek mezin de ye. Krîz hem aborî, hem civakî û hem jî siyasî ye. Rejîma Îranê, welat ji hemû neteweyên li Îranê, baweriyên cuda û ji jinan re, kiriye zîndanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştiye. Taybetî zext û zordariya li ser jinan, hingî diçe zêdetir û girantir dibe. Ev rewş hêdî nayê qebûlkirin û hêdî gihiştiye qonaxa serhildanê. Piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî, di pêşengiya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê de, li seranserê Îranê serhildanek pêk hat. Ev serhildan rastî êrîşên giran hat û ji ber van êrîşên hovane herçend hinekî bê deng bûbe jî, lê heta niha jî ev serhildan berdewame. Rejîma Îranê, partî û rêxistinên Kurd tewanbar dike, zext û êrîşên xwe li ser gel zêdetir dike. Di vî warî de peywendiyên Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, cihê metirsiyê ne. Di encama van peywendiyan de partî û rêxistinên Rojhilata Kurdistanê tê tengavkirin û hingî diçe ev zext zêdetir dibe.
Şerê li herêma Rojhilata Navîn, herî zêde bandora xwe li Îranê dike. Hêzên girêdayî Îranê hemû têne hedefgirtin. Di esasê de hedefa sereke Îran e. Ev şer berdewame û wê guhertinên mezintir bi xwe re bîne. Rejîma Îranê çi bike bila bike, êdî nikare pêşiya xelkê bigre. Rejîm bi vî rengî berdewam nake û Îran ber bi guhertinê ve, ber bi şoreşeke nû ve diçe. Ji ber vê ne tenê hêzên Rojhilata Kurdistanê, hemû hêzên Kurdistanê divê di nava amadebaşiyê de bin û ji guhertinan re amde bin. Li ser vê bingehê civîn, serhildana di pêşengiya jinan de ku li Rojhilata Kurdistanê destpê kir û li seranserê Îranê belav bû, helwestek rewa û pîroz dibîne û silav dike û li seranserê Îranê piştgiriya têkoşîna zadiyê dike.
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQ
Iraq niha di krîzeke mezin de ye û gelek hêzên derve jî ji bo sûdwergirtina ji vê rewşê destwerdana Iraqê dikin. Li hin deveran maddeya 140’an ku pêvajoya Erebkirinê ye li dijî niştecihên Kurd tê meşandin û li gelek deveran dest danîne ser zeviyên cotyaran û hewl tê dayîn Kurdan ji van deveran derînin. Mixabin di vê hawîrdora nediyar û metirsîdar de hêzên Kurd ne tenê yekgirtî ne, di heman demê de ji hev belav bûne.
Ev bêhtirî 7 meh in li Başûrê Kurdistanê hilbijartin hatine çêkirin, lê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin û hilbijartina serokatiya herêmê jî pêk nehatiye. Di mehên payîzê de hilbijartinên Iraqê jî pêk tên. Di pêvajoyek bi vî rengî de yekrêziya nav mala Kurd gelek girîng e. Eger em weke Kurd yekrêzî nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têk biçin. Di heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin.
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û SÛRIYE
Ev şeş meh in li Sûriyeyê rewşek nû heye, Rejîma Baes têk çûye û hêzên selefî li Şamê bûne desthilatdar. Lê hakîmiyeta wan li ser temamê xaka Sûriyeyê nîne. Pirs û pirsgirêkên Sûriya yê zêde ne. Her çendî bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Suriye yê re peymanek hatibe îmzekirin jî, lê mesele hê nehatiye çareserkirin. Li hember bawermendên Elewî komkujî pêk hatin û eger tedbîr neyêne girtin ev komkujî li hember Elewî, Mesîhî û Durziyan dê dubare bibin.
Desthilatdarên Şamê yên nû, dixwazin li ser neteweperestiya Erebî sîstemeke Îslamî ava bikin. Bîr û hizrên wan ji pîvanên demokratîk dûr in. Jin û mafên jinan di rojeva wan de nîne. Kesên sekuler û demokrat di bin zextan de ne. Ev jî rewşek ne diyar derdixe holê. Eger Suriyeyek demokratîk ava nebe, wê alozî berdewam bikin û mûmkine Suriye parçe bibe. Di vî warî de divê Kurd hişyarbin, dost û hevalbendên xwe zêde bikin. Li Rojavayê Kurdistanê, konferansa di navbera hêzên Kurdî da pêk hatî gavek erênî û serketî bû. Em vê konferansê û biryarên wê silav dikin.
REWŞA GIŞTÎ
Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel xetereyan derfetên baş jî hene eger em bikar bînin. Dewletên dagirker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Iraqê ne diyare û bê aramî zêde ye. Rewşa Sûriyeyê, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî ser hev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, ber bi guhertineke mezin ve diçe. Tirkiye, her çend xwe xurt dibîne û derfetên weke şerê Ukrayna - Rûsya û nakokiyên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û siberoja wê jî nediyar e. Şerê ku beriya 20 mehan li Filîstînê despê kirî, berdewame û berfirehtir jî dibe. Kurdistan û hêzên dagirkerê Kurdistanê her yek bi awayekî di nava vî şerî de ne. Herêm weke berê namîne û statûko diguhere.
Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêxistin bikin û yekitiya xwe xurttir bikin, em ê bikarin statuyek mayînde ji hemû Kurdistanê re çêkin. Ji bo vê yekê divê hemû hêz, partî, sazî û rêxistinên me, her wiha hemû gelê me li çar aliyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî em ê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin.
Di vê serdema hesas de bi dilxweşî em dibînin di nav hemû hêzên Kurdistanî de diyalog heye, em hêvî dikin ev diyalog bibe bingeha hevkariyek xurt û yekitiya neteweyî. Ji bo em rojekî zûtir bigihên vê qonaxa pîroz, Civata Giştî ya KNK’ê, careke din bang li hemû hêz, partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku em konferansekî neteweyî kom bikin û hêzên xwe bikin yek.”