Amed - Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut têkildarî şerê Îran-Îsraîlê ji AW’ê re axivî û got ku şer ji çar qonaxan pêk tê û ji bo rewşa Kurdan jî got: “Rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn baş e û divê Kurd bi serwextî tevbigerin.”
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku di 13’ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê dest pê kir, di roja 10’emîn de didome. Her du alî jî êrişên dijwar li dijî hev dikin û şer her ku diçe dijwartir dibe. DYA’yê jî cara ewil bi awayekî fiîlî tev li şer bû. Hêzên DYA’yê ragihand ku li tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê yên Îranê xistiye. Serokê DYA’yê Donald Trump êriş ragihand. Trump, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Niha tevahiya balafirên me li derveyî qada hewayî ya Îranê ne. Me, tesîsa Fordoyê bombebaran kir. Balafirên me li malê vedigerin.”
Pisporê Rojhilata Navîn nivîskar û dîroknas Faîk Bulut têkildarî şerê Îsraîl û Îranê, ji Ajansa Welat pirsên rojnameger Bîlal Guldem û Lezgîn Akdenîz bersivand.
‘ÇAR QONAXÊN ŞER HENE’
Faîk Bulut, diyar kir ku li gorî plana Amerîka û Îsraîlê ev şer dê 40 rojan bidome û got: “Lê belkî 50 roj bibe belkî du meh jî bidome, lê ne diyar e. Ev, girêdayî li ber xwe dane Îranê ye. Belkî di navbera 20 rojan de jî ev şer biqede. Em nizanin wê çawa bibe. Berxwedan û lêdana kê zêde be û kî bi hêz be wê ew bi ser bikeve. Lê li gorî plana Trump û Netenyahû çar qonax hene. Qonaxa yekemîn; weke tê zanîn Îran û Amerîka hatin ser masê û hevdîtin kirin. Lê li hev nekirin. Trump got lêxin. Qonaxa duyemîn; dê carek din bên ser maseyê rûnên. Heke lihevnekirin dê Îsraîl û Amerîka dîsa li Îranê bixin. Qonaxa sêyemîn; di vê qonaxê de armanca wan ew e ku Xumeynî û pasdarên Îranê bila şûn ve herin, ew reformîst jî bi pêş de werin. Yanî ev çi ye? Bila ev reformîst bi Îsraîl û Amerîkayê re li hev bikin, peymanekê-mutabeqetekê çêkin. Heke ev jî nebû yanî ev proje jî nebe, dibe ku êrişî Xumeynî bikin. Gelek payebilindên Îranê kuştin, ev li ber çavan e. Dixwazin bi kuştina van peybilindên leşkerî û pisporên atomî tesfiyeya rejîmê bikin. Dixwazin tevekan felc bikin. Ev yek li Beyrûdê jî kirin. Hîzbullah çawa çû, Hamas çawa çû, ev jî wisa ye.
QONAXA ÇAREMÎN
Îcar qonaxa çarem çi ye? Em bêjin ku ev plan jî nebûn, yanî reformînîst derneketin û li hev jî nekirin. Dîsa gotin şer û şer. Di vê qonaxê de dê lêxin, yanî vê carê dê bi hêzeke mezin ve lêxin. Dê aloziyek mezin derxin. Di nav vê aloziyê de jî dê bangî gelên Îranê bikin; çi Kurd in, çi Fars in, çi Azerî ne, çi Beluc in û her çi Ereb bin. Wê bangî van bikin; dê bêjin ji dema berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ ve navbera hikûmeta Îranê û gel nebaş e. Di vê aloziyê de milet dê rabe ser xwe û bi tevîhev dê rejîmê hilweşînin. Qonaxa pêncemîn jî qiyametek sor e, ez jî wê nizanim.”
GELO ÇI DERFET DI DESTÊ KURDAN DE HENE?
Bi domdarî Bulut bal kişand ser bandora şer a li ser Kurdan û ev nirxandin kir: “Ev şer û alozî ji bo Kurdan stratejî, firsend û derfeteke mezin e. Ev derfet ji bo Kurdan girîng e. Ji sed salî carekê derfet ketiye destê Kurdan. Çi Başûr e, çi Bakur e, çi Rojava ye û çi Rojhilat e. Niha sekinîne lê mêze dikin. Haşa hizûrê, dixwazin ‘Kuçik bibezin hevûdin’. Piştî ku kûçik beziyan hevûdin, vê carê şixûla şivana tê. Şivan kî ne? Şivan Kurd in. Wê Kurd di nava vê derfetê de bi hêzeke mezin derkevin holê. Ji vir şûn de Kurd aktor in, Kurd ne piyon in. Lêbelê bi serhişî û biserwextî, bi planî tevbigerin. Heke pirsa xwe bikin yek, planek baş deynin holê û heke tifaqekî bi hêzên mezin re çêkin û Tirkiyeyê jî bi ser aştiyê ve mecbûrî bikin, vê carê roj roja Kurdan e.”
‘REWŞA KURDAN BAŞ E’
Bulut, destnîşan kir ku ew niha li Rojhilata Navîn rewşa Kurdan baş dibîne û got: “Lê şertek heye, divê Kurd bi aqilane, bi serwextî û bi planî rabin. Belê niha talûke heye lê heke em şixûlekî nekin, wê talûke hebe. Em şixûlekî bikin em ê bi ser bikevin.”
ÇI LI BENDA TIRKIYEYÊ YE?
Bi domdarî Bulut bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo dê bandorekî zêde li ser aktorbûna Kurdan bike. Niha li Tirkiyeyê mucazat heye, mukafat heye. Xelat heye, îkramiye heye. Xelat jî heye lê wele neke talûke jî heye. Û heke Tirkiye aştiye bike jî ji bo wê xelat heye. Lê ev xelat wê bi Kurdan re parî hev bikin. Şert jî ew e yanî vê xelatê bi Kurdan re parî hev nakin, ew jî qiyamet e.”
‘ÎSRAÎL ÊRIŞÎ TIRKIYEYÊ NAKE’
Têkildarî îxtîmala ku Îsraîl êrişî Tirkiyeyê bike jî Bulut ev nirxandin kir: “Ez îxtîmalê nadim êrişeke Îsraîlê ya lidijî Tirkiyeyê. Îsraîl nikare êrişî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku Amerîka vê naxwaze. Tirkiye jî nikare êrişî Îsraîlê bike. Ji ber ku Amerîka dixwaze Tirkiyeyê deyne milekî xwe û Îsraîlê jî deyne milê xwe dinê ku plana Rojhilata Navîn temam bike. Yanî nexşeya Rojhilata Navîn nayê guherandin lêbelê dê planekê deynin holê û şiklekî bidin Rojhilata Navîn. Bê Amerîka nabe. Di serî de Amerîka, Fransiz, Ingilîz hene û Îsraîl û Tirkiye heye. Daxwaziya wan jî ew e ku Tirkiye bi Kurdan re li hev bike. Yanî dewleta Tirk bi Kurdan re aştiyê çêbike.”