QERS - Welatiyên li gundên Kişle, Çîftlîk û Zozanê Kêrsê ya girêdayî navçeya Qaxizmanê dijîn, diyar kirin ku li gundên wan pirsgirêka av, rê û ceyranê heye û hemû serlêdanên wan bê encam mane û rayedar li hemberî pirsgirêkên wan bêdeng in.
Welatiyên gundên Kişle, Zozanê Kêrsê, Çîftlîk, Ormelî, Qerebaxê, Qendîlê, Pifika Taloya, Pifika Şêxa yên girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê pirsgirêka av, ceyan û rê dijîn. Gelek gundên ku zivistanan de bi mehan rêya wan tên girtin û bê ceyran dimînin di demsala havînê de jî av lê tune. Gundiyên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin, diyar kirin ku hemû hewldanên wan ên ji bo çareseriya pirsgirêka bê encam mane.
PIRSGIRÊKA AV, RÊ Û CEYRANÊ
Yek ji van gundan Zozanê Kêrsê ye. Welatiya bi navê Arîfe Altûn wiha axivî: “Ji ber golên ava genî yên gund sewalên me nexweş dikevin. Em bi derfetên xwe ve dermanan ji sewalan re dikirin. Em dixwazin ku dewlet beytar bişîne vir. Dema sewalek dimire em zirarek mezin dikin. Berê têkildarî vê pirsgirêkê de me gelek caran serlêdan kir, lê kes li me guhdar nake. Di zivistanê de avên me yekser qut dibin. Rexmê ku çavkaniyên avê li gund hene sondaj nayê vedan. Em li serê çiya bê av dimînin. Di zivistanê de rêya me tê girtin. Em dixwazin ku golên me bê paqijkirin, avên me biherikin û rêyên me bên çêkirin.”
Mehmet Dagê ku li heman gundî şivaniyê dike jî got: “Em bi sewalkariyê û bi cotkariyê ve debara xwe dikin. Pirsgirêka me ya av û rê heye. Ji bo van bi salan e em çareseriyê dixwazin lêbelê kes dengê me nabihîse. Em dixwazin ku rayedar dengê me bibihîsin.”
SEWAL DIMIRIN
Keyayê gundê Kêrsê Sînan Dag, diyar kir ku pirsgirêka wan a mezin av e û wiha axivî: “Em bi sewalkariyê ve debare xwe dikin. Dema sewal avê ji golê vedixwe nexweş dikeve û dimire. Gundiyên ku sewalên wan dimirin ji gund bar dikin. Rêya nava gund û ya tê gund pir xirab e. Dema yek nexweş dikeve ambûlans jî nikare were vir. Ger çareseriyek nebînin em ê ji vir bar bikin.”
‘EM BI HESPAN VE DIÇIN NAVÇEYÊ’
Mehmet Dagê ku li gund dewaran xwedî dike got: “Heşt zarokên min hene. Debara min bi çêlekên min ve dibe. Ava golê vexwarin û nexweş ketin, sax nabin. Li gund ava me ya vexwarinê tune em ê çawa bidin sewalan? Em di sedsala 21’emîn de bi hespan ve diçin navçeyê.”
‘EM NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ’
Zaro Altûn ê ku li gundê Çîftlîkê dijî jî ev tişt anî ziman: "Em heqê avê didin lêbelê ji bo avê bînin gund jî em pere didin. Lewre ava me bi dînamoyê ve girêdayî ye em ji bo wê heqê ceyranê jî didin. Pirsgirêka me ya duyemîn jî rê ye, zivistanan em bi hespan ve diçin navçeyê.”
Şehrîban Altûnê ev tişt got: “Em bi keran ve avê tînin malê. Dema yek nexweş bikeve, ambulans ji ber rê nayê gund. Zarok nikarin biçin dibistanê. Ji ber nebûna av û ceyranê mamsote jî nayê gund. Em dixwazin rê bê çêkirin û av bê.”
‘BILA PIRSGIRÊKÊ ME ÇARESER BIBE’
Kiyaseddîn Altûn ê ku ji gundê Kişleyê jî got: “Nêzî gundê me çavkaniyeke avê heye. Lêbelê me nikarin bikşînin malên xwe. Me gelek caran serlêdan kir lê kesek nehat. Ez ji sewalkariyê hez dikim û dixwazim pêş bixim. Lêbelê rê û ava me tune. Sewalên me ji bê aviyê dimirin, bilar ê û ceyana bê bê çêkirin.”