NAVENDA NÛÇEYAN - Cihê merasîma ku dê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” çekên xwe lê îmha bikin diyar bû. Merasîm dê li Şikefta Casenê ya li ser sînorê bajarokê Sûrdaşê bê lidarxistin.
“Koma Aştî û Civaka Demokratîk” îro dê di çarçoveya banga 9’ê Tîrmehê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi merasîmekê çekên xwe îmha bike. Cihê ku dê merasîm lê were lidarxistin diyar bû. Li gorî nûçeya Rojnewsê; merasîm dê li Şikefta Casenê ya li sînorê bajarokê Sûrdaşê ya ser bi Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê bê lidarxistin.
Tê payîn ku demekî kin piştre komeke PKK’î di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de bi daxuyaniyekê çekên xwe îmha bikin.
Tê payin ku dîmenên têkildarî torenê di demekî kin de bên weşandin.