NAVENDA NÛÇEYAN – SOHR’ê, diyar kir ku di êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li dijî Siwêdayê de hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku heta niha hezar û 311 kes di şer û pevçûnên li Siwêdayê de hatine kuştin ku ji wan 196 kes li qadan hatine gulebarankirin.
BİLANÇOYA 7 ROJAN
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bîlonçoya 7 rojan aşkera kir. Li gorî bîlançoyê; 637 kes ji xelkê Siwêdayê hatine qetilkirin; 104 jê sivîl in ku ji wan jî 6 zarok û 16 jî jin in.
456 kes endamên Wezareta Parastinê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ne ku jê 32 kes ji eşîrên Bedewî û çekdarên Lubnanî ne.
15 endam jî ji her du wezaretên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di êrişên hewayî yên Îsraîlê de hatine kuştin.
3 kes di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî avahiya Wezareta Parastinê de hatine kuştin.
196 kes bi destê hêzên Wezareta Parastinê û Wezareta Karê Hûndir, (jê 28 jin, 8 zarok û kalemêrek) li meydanan hatin gulebarankirin.
3 kes ji eşîrên Bedewî, bi destê komên Durzan hatin kuştin.
Her wiha SOHR´ê daxwaz kir ku bi rêya komîteyeke navneteweyî ya pispor lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe veke da ku binpêkirin û sûcên li Siwêdayê hatine kirin bişopîne û ji sûcdarên ji her du aliyan hesab bixwaze.