Ayşegul Dogan: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike HATE NÛKIRIN

  • rojane
  • 13:05 21 Tebax 2025
  • |
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê li Abdullah Ocalan guhdarî bike.
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da û geşedanên di rojevê de nirxand. Ayşegul Doganê, diyar kir ku partiya wan xebatên xwe yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi biryardariyeke mezin dimeşîne û anî ziman ku ji sala 1993’yan heta niha ji bo aştiyê tevdigerin. Ayşegul Doganê, bal kişand ser civîna 5’emîn a komîsyonê û got ku li kesên yekser ji şer bibandor bûne hatiye guhdarîkirin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ ASTENGKIRINA KURDÎ DA
 
Ayşegul Doganê, diyar kir ku di komîsyonê de rewşekî veşarî nîne û girtek li her kesî vekirî e. Ayşegul Doganê, anî ziman ku di civîna duh de Dayika Aştiyê Nezahat Teke xwest bi Kurdî biaxive lê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bi gotina ‘Bi Tirkî berdewam bikin’ ew hişyar kiriye û got: “Endamên DEM Partiyê yên di komîsyonê de bi dilxwazî dibêjin dikarin wergerê bikin lê nayê qebûlkirin. Gavek berê me behsa pêşketina vê pêvajoyê kir. Me behsa sedemên pirsgirêkê kir. Heke ji bo pirsgirêkeke siyasî çareseriyeke siyasî neyê pêşxistin, wê demê çareserî jî nabe. Divê ev yek ji hêla hiqûqî ve jî were xurtkirin. Em li bendê bûn ku komîsyon jî xwedî feraset nêz bibe. Divê derfet ji Nezahat Tekeyê re bên afirandin ku bi zimanê xwe biaxive. Nezahat Tekeyê di komîsyonê de got; ‘Em di sedsala 21’emîn de lê hêj nikarim xwe bi Kurdî bînim ziman. Bi rastî jî ez êşiyam û dilê min şikest.’ Vaye yek mijarên divê were çareserkirin jî ev e.”
 
Bi domdarî Ayşegul Doganê anî ziman ku xebatên komîsyonê şefaf tên kirin, her tiştên tên axaftin tên qeydkirin û ji raya giştî xwest ku ji îdiayên behsa ajandayên veşarî dikin bawer nekin. Di berdewamê de got: “Divê siyaset, li dijî kesên hewl didin pêvajoyê jehrî bikin, berpirsyartiyê li xwe bigire. Hewceye komîsyon, daxwaza kesên dixwazin xwe bi zimanê dayika xwe îfade bikin jî qebûl bike. Ev mecbûriyeteke.”
 
‘JI BO AŞTIYÊ HEWCEHÎ BI GAVÊN WÊREK HEYE’ 
 
Di berdewamê de Ayşegul Doganê bi lêv kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê hewcehî bi berfirehbûna qada siyaseta demokratîk heye û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê divê di qanûnan de sererastkirin çêbibin. Divê gavên wêrek bên avêtin. Divê komîsyon hevgirtina civakî xurt bike û hiqûqa wekhevî û xwişk-biratiyê ava bike. Hewceye bi derdorên cuda re hevdîtin bên kirin. Kesên piştgirî dane pêvajoyê dê di dîrokê de cihê xwe bigirin. Em pêşiya siyaseta demokratîk vekin.”
 
KAMPANYAYA ‘EZ AŞTIYÊ DIXWAZIM JI BER KU’ TÊ DESTPÊKIRIN 
 
Ayşegul Doganê da zanîn ku partiya wan dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li her çar aliyên welat bi dirûşma “Deng bide aştiyê” çalakiyan li dar bixe. Ayşegul Doganê, got: “Em ê xebatên atolyeyê li dar bixin, civînan bikni û bi derdorên cuda yên civakî re hevdîtinan bikin. Her wiha em ê kampanyayeke nû ya bi navê ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku” bidin destpêkirin.” 
 
'DIVÊ KOMÎSYON LI OCALAN GUHDARÎ BIKE’ 
 
Di berdewamê de Ayşegul Doganê bal kişand ser mijara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: “Birêz Ocalan, kir ku ev pêvajoye bilez bibe. Ji bo bidawîkirina pevçûnan û aştiyeke mayinde divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike. Divê ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê be. Em behsa çareseriya pirsgirêkeke 100 sal in didome dikin. Divê gavên wêrek bên avêtin.” 
 
PIRS Û BERSIV 
 
Ji bo pirsa “Divê çawa li Ocalan were guhdarîkirin” Ayşegul Doganê wiha bersiv da: “Komîsyon dikare biryara şêweyê guhdarîkirinê bide. Di komîsyonê de temsiliyeteke xurt heye. Li dijî hewldanên provokatîf, divê bi tevdîr bin, bihêz, bibiryar û dilwêrek bin. Bêguman ev komîsyon bi tena serê xwe nikare pirsgirêkê çareser bike lê dikare rêya wê veke. Lewma jî komîsyon bi xwe dikare rêbaza axaftina bi birêz Ocalan re diyar bike. Lê divê pê re hevdîtin were kirin û li pêşniyar û nêrînên wî guhdarî bikin.”
 
Ayşegul Doganê ji bo mijara Sûriyeyê jî got: “Divê Tirkiye stratejîk nêz bibe. Ji ewil bo Herêma Federe Kurdistanê jî heman tişt dikirin lê derket holê ku gef nîne. Di mijara Sûriyeyê de jî divê bi heman awayî nêz bibin. Dewlet di vê mijarê de dikare gavekî çêker biavêje.” 
 
 

Sernavên din

15:53 Dest danîn ser nameya ji hevşaredara girtî re hatiye şandin
15:32 DEDAŞ’ê tevî leşkeran ceyrana gundiyan kontrol kir
15:31 Kesê 'îstîsmara zayendî' li zaroka 4 salî kirî hate girtin
14:33 Bultena ‘Mafê Hêviyê’ yê OHD’ê hate weşandin
14:03 Denîz Guzel û Bulent Guneş tehliye bûn
13:36 Rêya Dêrsim-Erzinganê ji bo gel veguheriye xetereyeke mezin
13:05 Ayşegul Dogan: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike HATE NÛKIRIN
12:34 Bi girseyî çûn taziyeya Huseyîn Suguç
12:04 Narîn Guran hat bibîranîn: Em ê dev ji şopandina dozê bernedin
12:02 Li Wanê xebatên mitîngê navçe bi navçe didomin
11:21 Girtiyê ku piştî 33 salan tehliye bû: Pêdiviya welat bi demokrasiyê heye
11:17 Duran Kalkan: Divê li Meclisê li Rêber Apo bê guhdarîkirin
11:15 Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî
10:53 Êrişên dagirkeriyê yên Îsraîlê: Filistînî ji Xezeyê derdikevin
10:51 11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
10:49 Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin