MÊRDÎN - Çemê Zirganê û Sûlava Xursê yên li Geliyê Xursê di dîrokê de cara ewil ziwa bûn. Tûtina Xursê ya bi sedsala ye tê çandin, êdî bi ava sondajê tê avdan.
Geliyê Xursê ku 13 gundên girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê tê de cih digirin, bi xetereyeke mezin a hişkesaliyê re rû bi rû ne. Gundê Hacî Faris, Hamzîya, Alî Paşa, Xursa Navê, Xûbas, Bavina, Xanika Herzem, Şêx Tacdîn, Kûrê, Çelêbîya, Meşkîna, Hefte Xwehan û Gundê Izêrê li vî gelî dimînin û zêdetirî 10 hezar welatî lê dijîn. Avahiyên kevin li vî gelî hene û heta niha malovaniya gelek şaristaniyan kiriye. Welatiyên li vî gelî dijîn, bi sedan sala ye debara xwe bi tûtin û sewalkariyê dikin.
Heta salên 1970’ê jî li vî gelî 17 aşê avê hebûn lê welatiyên herêmê êdî ji bo cotkariyê neçar dimînin ku bîrên sondajê vekin. Tenê li gundê Izêrê 29 bîrên sondajê hatine vekirin. Gelî, nêzî 12 km’an dirêj e û çavkaniya ava herêmê jî Serê Kaniyê ye. Lê ev kanî, bi hişkbûnê re rû bi rû ye.
Di heman demê de xetere heye ku geliyê behsa xeberê ava xwe ya binerd jî winda bike. Bîrên sondajê yên kûr ên li Şemrexê hatine vekirin, lêgerînên madenan û febrîqeyên hatine vekirin, dikin ku ava li herêmê roj bi roj kêmtir bibin. Bi ziwabûna Çemê Zirganê re ku di vî gelî de derdikeve û li ser Qoserê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe, di dîrokê de cara ewil e ku Geliyê Xursê bi temamî ziwa bû.
‘CARA EWIL E EM HIŞKESALIYEKE WIHSA DIBÎNIN’
Xelef Aslan (47) ku debara xwe bi çandiniya tûtinê dike, diyar kir ku cara ewil e hişkesaliyeke wiha dibînin û got: “Ji zarokatiya xwe heta niha karê çandiniya tûtinê dikim. Gelek nifşên beriya me ev kar kirin. Bi sedan sala ye li vir tûtin tê çandin. Em dixwazin em jî vî karî bidomînin. Di demên berê de bi dest dikirin. Lê zehmetî kêm bûye. Bi kêmbûna avê re em jî zehmetiyan dikişînin. Nebûna avê, bandorê li 13 gundan dike. Yên derfetên wan hene bi sondajê avê derdixînin lê her kesî pê çênabe. Berê tu pirsgirêka avê nebû. Lê niha hema bibêje av nemaye. Barîn kêm bûn. Li jora gundê me li cihên bilind sondaj hatin kolandin û vê jî kir ku avên binerd kêm bibin.”
‘TEKANA ÇAVKANIYA DEBARA ME TÛTIN E’
Aslan, da zanîn ku gelek cotkar ji ber hişkesaliyê nikarin erdên xwe biçînin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek darên fêkiyan ji ber bêaviyê hişk bûn. Heke wiha bidome dê hemû dar hişk bibin. Bîr tên kolandin lê ma dê heta kengî me îdare bikin? Tûtina Xursê bi nav û deng e. Kîloya wê bi hezar û 500 TL’an tê firotin. Gelek malbat debara xwe bi vê dikin. Ji 20’ê Nîsanê ve çandinî dest pê dike. Heta serê Îlonê tên komkirin. 15-20 rojan li ber tavê tê hiştin û piştre em dibin malê û hûr dikin. Bikirên me yên taybet hene. Heke em li vî gelî tûtinê neçînin, em nikarin debara xwe bikin. Yên sewalkariyê dikin jî hene lê kêm in. Derfeta herkesekî tune ye.”
MA / Emrullah Acar