AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, “Xeta Alo Şîddet”ê ya pirzimanî ku di serdema qeyûm de hatibû girtin, dîsa xist xizmeta gel.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2015’an de ji bo piştgiriya jinên rastî tundiyê hatine, di bin metirsiya tundiyê de yan jî dixwazin xizmeta şêwirmendiyê bigirin, xeta "Alo Şîddet” dabû destpêkirin. Ev xet di dema qeyûm de hatibû girtin.
Rêveberiya DEM Partiyê “Xeta Alo Şîddet”ê dîsa xist xizmeta gel. Bernameya danasînê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve hatibû organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê pêk hat. Wekîla DEM Partiyê Sevîlay Çelenk û gelek jin tev li danasînê bûn.
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer diyar kir ku wan gaveke din a mezin ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan avêtiye û got: “Ev xeta tundiyê ne tenê xizmetek e, di heman demê de sozdariya me ya di mijara têkoşîna li dijî tundiyê ye.”
PIRZIMANÎ YE Û 24 SAETAN XIZMETÊ DIDE
Gurbuz Sumerê anî ziman ku “Xeta ALO Şîddetê” - bi jimara 444 36 21- dê bi tîmeke pispor ku hemû perwerdeyên pêwîst girtiye, 24 saetan, 7 rojên hefteyê, bê navber û pirzimanî xizmetê bide. Gurbuz Sumerê got: “Xet dê ji bo hemû jinên rastî tundiyê hatine yan jî di metirsiya tundiyê de ne, li hemberî tundiya fîzîkî, psîkolojîk, aborî, dîjîtal an zayendî, şêwirmendî, piştgiriya bilez û rêveberiyê peyda bike. Hemû serlêdan dê bi awayekî veşartî bêne parastin û tu jinek ku serlêdan bike, dê xwe tenê hîs neke.”
'HÊZA ME YA PÊŞÎLÊGIRTINA TUNDIYÊ HEYE’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî got ku xet dê ne tenê ji bo Amedê, di heman demê de ji bo hemû herêmê xizmetê bike û wiha got: “Gava ku em kampanyaya 'Soza me xelas nebû, em ê bi hev re tundiyê rawestînin' didin nasîn, em mekanîzmayên şêwirmendî û piştevaniyê yên ku pêwîst in biçin, bibînin û yek bi yek bi cih bînin, pir bi qîmet dibînin. Em soz didin ku em ê van xebatan, bi taybetî DÎKASUM’ê li 17 navçeyan zêdetir pêş bixin. Dema salvegera vê kampanyaya me hat, em ê dest bi kampanyayên nû bikin.”