Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e

  • rojane
  • 09:26 11 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Endamê Egîtîm Senê Lokman Babat destnîşan kir ku êdî tiryak li ber deriyên dibistanan tê firotin û got: "Divê dewlet ewlehiya dibistanan dabîn bike. Rêveberiyên herêmî jî dikarin bi projeyên civakî ve pêşiya vê bigirin."

Li Wanê di salên dawî de bikaranîna tiryakê bi awayekî cidî zêde bûye. Li gorî lêkolînan, hatiye destnîşankirin ku li bajêr nexasim di nava ciwanan û zarokan de bikaranîna tiryakê belav bûye. Li gorî daneyên Midûriyeta Emniyetê ya Wanê ya sala 2024’an, li tevahiya bajêr zêdetirî 3 hezar bûyerên têkildarî madeya tiryakê çêbûne. Di van bûyeran de li ser 4 hezar kesî lêpirsîn hatine kirin. Hat destnîşankirin ku di pênc salên dawî de rêjeya sûcên girêdayî tiryakê ji sedî 70 zêde bûye.
 
Dane diyar dikin ku temenê destpêkirina tiryakê daketiye bin 15 salan, li Wanê jî heta 12 salan daketiye xwarê. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya sala 2023’yan, li Wanê hejmara kesên ji ber tiryakkêşiyê serî li nexweşxaneyan dane, li gorî sala beriya wê ji sedî 38 zêde bûye. Beşeke girîng a van serlêdanan ji aliyê kesên di bin 18 salî de pêk hatiye.
 
Baroya Wanê, Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) û rêxistinên cuda yên civaka sivîl berê jî di daxuyaniyên xwe de bang kiribûn ku li derdora dibistanan kontrolên mayînde bên kirin, ji bo têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê polîtîkayên civakî yên pêşîlêgirtinê bên pêşxistin û bernameyên piştgiriya malbatan bên bicîhanîn. Tevî vê tabloya li bajêr, tu tevdîr nayên girtin.
 
Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Wanê ya Egîtîm Senê Lokman Babat, rewşa zêdebûna tiryakkêşiyê li derdora dibistanan û di nav xwendekaran de nirxand.
 
TEMENÊ TIRYAKKÊŞIYÊ 12 SAL E  
 
Babat, anî ziman ku di xebatên ku wan wekî komîsyon kirine de, hatiye tesbîtkirin ku temenê tiryakkêşiyê heta 12 salan daketiye û ev tişt got: "Me 3 sal berê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Wanê ya Egîtîm Senê ava kir. Komîsyonek me heye ku li dijî her cure binpêkirinên mafên zarokan têdikoşe û van binpêkirinan tespît dike û çareser dike. Temenê herî kêm ku me heta niha der barê tiryakkêşiyê de tesbît kiriye, 12 sal e. Lê li gorî fikra me daneyên rastîn tên veşartin. Ji ber ku dema berê dihate gotin 15 sal e, me dizanibû ku zarokên 12-13 salî jî hene."
 
'FIROTINA TIRYAKÊ LI BER DERIYÊ DIBISTANAN'  
 
Babat, destnîşan kir ku êdî tiryak li ber deriyê dibistanan tê firotin û ewlehiya dibistanan êdî pêwîst e û wiha pê de çû: "Li gelek qadên herêmê berpirsiyariya dewletê heye, lê bicih nayne û gelek binpêkirinên mafan hene. Ev jî yek ji wan  pirsgirêkan e. Li bajarên wekî Wanê yên ku sînorê wan bi Îranê re heye û nêzî Efxanİstanê ne, divê têkoşîneke xurt bê kirin. Lewra tiryaka ku li Tirkiyeyê belav dibe an jî derbasî Ewropayê dibe, beşeke mezin di Wanê re derbas dibe. Operasyonên ku emniyet dike jî vê yekê nîşan dide. Lê têkoşîn gelekî kêm e. Bi taybetî li çend taxên Wanê û li ber deriyê hemû dibistanên aliyê rojavayê taxa Hatûniyeyê gihîştiye asta firotinê. Wekî Egîtîm Sen, me daxwazên xwe yên li ser ewlehiya dibistanan û derdora wê (ku ne tenê pirsgirêka tiryakkêşiyê ye) anîn ziman. Di êrişan de du hevalên me yên mamoste ku yek ji wan giran bû, birîndar bûn."
 
'LI BER ÇAVÊN DIKANDARAN TÊ FIROTIN'  
 
Babat, rave kir ku êdî tiryak li ber çavên her kesî tê firotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dabînkirina ewlehiya dibistan û derdora wê ne karê sendîkayan e. Lê hişyarkirina dewletê di vê mijarê de erka sendîkayê ye. Dewlet jî erka xwe bicîh bîne. Herwiha em dizanin ku li hin kolanên diyar ên Wanê tiryak li ber çavên dikandaran tê firotin. Em dem bi dem bangên pêwîst di vê mijarê de dikin. Carinan bi rêxistinên civaka sivîl re xebatên me yên hevpar jî çêdibin. Di demên dawî de li Wanê kampanyayek jî heye ku bi kombûna rêxistinên civaka sivîl dest pê kiriye."
 
'LI HERÊMÊN DEZAVANTAJ GELEKÎ BERBELAV E'  
 
Babat, destnîşan kir ku tiryak bi piranî li herêmên dezavantaj di nava civakê de tê belavkirin û got: "Bikaranîna tiryakê bandoreke wiha li ser xwendekaran dike; tiryak li herêmên dezavantaj dikeve nav civakê. Ji ber ku li wan herêman xwe di gelek qadan de dezavantaj dibînin, xwe bêqîmet hîs dikin. Vê kêmasiyê jî bi rêyên cuda hewl didin ku tije bikin. Carinan serî li tundiyê didin, bikaranîna tiryakê, dizî û gelek sûcên din dikin. Ev yek ne tenê ji bo zarokan, li ser hemû mirovan bandorên psîkolojîk ên cidî dihêle. Ji van bandoran jî herî zêde zarok di bandorê de dimînin. Bikaranîna tiryakê ne tenê ji aliyê zarokan ve, ger kesekî di malê de bikar bîne jî bandorê li zarok dike. Nexasim heke dê û bav vê yekê bikin, bandoreke gelekî cidî ya giyanî li zarok dike. Zarok dem bi dem rastî tundiyê tê û xwe baweriya wan dişkê."
 
BERPIRSYARIYA DEWLETÊ  
 
Babat, diyar kir ku hewildanên dewletê yên ji bo pêşîlêgirtina tiryakkêşiyê kêm in û bal kişand ser berpirsyariyên rêveberiyên herêmî di pêşîlêgirtina tiryakkêşiyê de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li vir berpirsiyariya dewletê zêdetir e, ne tenê berpirsiyariya rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêveberiyên herêmî ye. Rêxistinên civaka sivîl ên mîna me, tenê dikarin di vê mijarê de dewletê hişyar bikin. Dibe ku hin xebatên qadê bikin û hin belgeyan bi dest bixin. Di encamê de cihê çareseriyê dewlet e û divê dewlet vê bike. Pêşî divê tevdîrên pêşîlêgirtinê bicih bîne. Dû re divê derfetên pêwîst ji bo tedawiya tiryakkêşan bên dabînkirin. Helbet di vir de berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî jî hene. Rêveberiyên herêmî dikarin bi projeyên civakî ve pêşiya van bigirin. Rêxistinên civaka sivîl û rêveberiyên herêmî dikarin tevdîrên pêşîlêgirtinê bicih bînin. Lê beşa ewlehî û tedawiyê berpirsiyariya dewletê ye. Em nabêjin qet nake, lê gelekî kêm e. Operasyon ne di wê astê de ne ku pêdiviyên bajêr bicîh bîne û pêşî li wê bigire."
 
MA/ Zeynep Durgut  
 
 

Sernavên din

16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket